Bila girtiyê nexweş Îdrîs Çalişkan bê berdan

Şaxa ÎHD'ê ya Îzmirê têkildari girtiyê nexweş Îdrîs Çalişkan ê li Girtîgeha Tîpa F a Hejmar 2 ya Kiriklarê daxuyanî da û xwest Çalikan bê berdan.

Şaxa ÎHD'ê ya Îzmirê bi boneya girtiyên nexweş bên berdan, di hefteya 396'an de li hev kom bûn û daxuyani dan. Rêveberên ÎHD'ê, xizmên girtiyan û nûnerên saziyên sivîl ên civakî li ber Sumerbanka berê ya Konakê kom bûn û daxuyanî dan. Parazvanên mafên mirovan û xizmên girtiyan li qadê "Tipa Edlî ji girtiyên nexweş re bû înfaz" û "Bêdeng nebe, nebe şirîkê mirinê" vekirin. Li ser navê şaxa ÎHD'ê ya Îzmirê rêveberê ÎHD'ê Ahmet Çiçek daşuyanî da û girtina dihaber, Rojnameya Şûjin û Rojeva Medya yên di 25'ê Tebaxê de bi KHK'ê hatin girtin şermezar kir.

Çîçek, anî ziman ku li gorî daneyên fermî di 5 salên dawî de 451 girtiyan li girtîgehan jiyana xwe ji dest dane û wiha got: "Em dibînin ku girtiyên nexweş terkî mirinê tên kirin. Yek ji girtiyê nexweş Îdris Çalişkan ê li Girtîgeha Tîpa F a Hejmar 2 a Kiriklarê ye. Çîçek, anî ziman ku malbata Çalişkan serî li komeleya wan daye û wiha got: "Ji pişta Çalişkan heta qiriqa wî ji sedî 80/90'an hatin şewitandin. Malbatê diyar kir ku nexweşê giran e û nikare xwarinê bixwe. Di hemû bedena wî de nokteyên sor derketine. Gelek nexweşiyên din jî di bedena wî de peyda didibin. Ji ber nexweşiyên wî 2-3 heval her dem li ber wî nobetê digirin. Heta serê sibê nikare razê. Em dixwazin Îdris Çalışkan bi lezgîn serbest bên berdan.

Çîçek ji hikûmetê ev daxwaz kir:

* Em dixwazin berî her tiştî rêzikname û mewzûada girtiyan li gorî hiqûqa navneteweyî û parastina mafên girtiyan bê sazkirin.

* Divê girtî karibin sûdê ji hemû mafê dermankirin û nexweşxaneyê bistînin. Divê girtiyên nexweşên giran jî bi lezgîn bên berdan.

* Divê Saziya Tipa Edlî dest ji kesên zana ya fermî berde. Divê kesên zana yên serbixwe bên avakirin û li gorî Plotokola Îstanbul tev bigerin.

* Divê heyetên serbixwe yên ji ÎHD, TİHV, TTB'ê pêk tên biçin nexweşan ziyaret bikin. Divê li gorî pîvanên OPCAT’ê tevbigerin.

* Divê girtiyên nexweşa wan giran li gorî xala 5275'an a Înfaza Ceza bên berdan û cezayê wan bê taloqkirin