Bikaranîna narkotîkê di nava jinên Îranê de ji %100 zêde bû
Bikaranîna narkotîkê di nava jinên Îranê de ji %100 zêde bû
Bikaranîna narkotîkê di nava jinên Îranê de ji %100 zêde bû
Li Îranê, hejmara jinên madeyên narkotîkê bikar tînin di nava çend salên dawî de du qat zêde bû.
Li gorî hin pisporan, ji sedî 7 ê jinên ( 1 mîlyon û 500 hezar kes) Îranê madeyên narkotîk bikar tînin. Malpera Kurdistanmedia ragihand ku wezîrê karên hundir ê Îranê di daxuyaniyeke xwe aniye ziman ku rêjeya jinên Îranî yên madeyên narkotîkê bikar tînin di nava çend salên dawî de ji sedî 8,9 zêde bûye. Lê belê tê gotin hejmara rastîn gelekî zêdetir e û li gorî jimartina ne fermî ev rêje ji sedî sed zêde bûye.
Hat ragihandin ku ji sedî 62 ê jinên madeyên narkotîkê bikar tînin, jinên xwedî mal û zarokan e. Balkêş e ku rayedarên rejîmê, ji bo pêşîgirtina li vê rewşê ti tedbîrên berçav heta niha wernegirtine.