Bi wêneyên zarokên xwe re ji sînor derbas bû

Bi wêneyên zarokên xwe re ji sînor derbas bû

Necah Beko ya li dijî êrîşên çeteyan heta kêliya dawî li ber xwe da û hat Pirsûsê, dema ji mala xwe derket, ji bo "destên qirêj ên çeteyan lê nekevin" wêneyên zarokên xwe ji dîwêr kir û bi xwe re anî. Beko ku hevser û keça wê li eniya berxwedanê ne, her roj bi wêneyan re diaxive û destekê dide berxwedana wan.

Dayikên Kobanê yên li dijî êrîşên çeteyan bi heman xaka xwe parastin, heta kêliya dawî Kobanê neterikandin. Dayikên nexwestin zarokên xwe yên li hemberî çeteyan şer dikin li dû xwe bihêlin û dest ji xaka xwe berdin, ji bo parastina zarokên xwe yên biçûk neçar man ji Kobanê derkevin. Necah Beko ya keça wê Zozan û hevserê wê Ferhî li eniya bexwedanê ne, bi 4 zarokên xwe re ji sînor derbas bû û hat Pirsûsê. Necah Beko ya li gundê Zerik ê saetekê dûrî Kobanê 3 mehan li dijî çeteyan li ber xwe da, bi giranbûna êrîşan re dema ji Kobanê derket, ji bo zarokên xwe bi tene betaniyek, çend parçe kinc û wêneyên zarokên xwe bi xwe re anî. Beko bi nêrîna "Eger rojekê ez neçar bimînim derkevim, bila destên qirêj ên çeteyan li rûyê zarokên min nekeve" wêne berî çend mehan amade kir û di rêwîtiya xwe de wêne jî bi xwe re anî.

HER ROJ LI WÊNEYÊN ZAROKÊN XWE DINÊRE

Beko got, "Dema keça min şer dikir, min qebûl nekir ku bêm Tirkiyeyê. Ji ber vê yekê heta kêliya dawî min Kobanê neterikand" û anî ziman ku her çend ji ber êrîşên çeteyan neçar ma derkeve, ji bo zêde dûr nekeve, neçûye cem birayê xwe yê li Edeneyê. Necah Beko a li Wargeha Kader Ortakaya bi 4 zarokên xwe re dimîne got, "Dema êrîş giran bû, hevserê min li birayê min ê li Edeneyê geriya û xwest, zarokan bibe cem xwe. Bi 5 malbatên cîran re em mehekê li ser sînor sekinînin. Bi şev ji ber ku ewle nebû, em diçûn pêşiya xetê, bi roj jî li eniyan nobedar bûn. Piştî ku em ji sînor derbas bûn, birayê min xwest me bibe Edeneyê, lê ez neçûm. Em mehekê di mizgeftê de man. Min xwest bêm Pirsûsê, ji ber ku nêzî Kobanê ye. Min ji birayê xwe re got, 'Tu biçe. Ez nikarim ji Kobanê dûr bikevim. Ez ê dîsa vegerim' û min ew şand. Keçeke min çû Îzmîrê cem xaltîka xwe, ez jî bi 3 zarokên xwe re hatim vir."

Necah Beko ku wêneyên zarokên xwe jî bi xwe re anî got, "Min wêneyên zarokên xwe zûdeyî amade kiribû. Min nikarîbû qebûl bikira ew destên qirêj li ser rûyê zarokên min biketibûya. Lewma, min got eger rojek were û em neçar bimînin vir biterikînin, min wêne li nava tiştên em bi xwe re bibin, bicih kir. Dema ez hatim vir min zehmetî kişand, lê min ji xwe re got, 'Ez ji yên li Kobanê şer dikim çêtir nînim' û bi zarokên xwe re em li benda roja vegerê ne."

'KOBANÊ WÊ BI JINAN RE AZAD BIBE'

Necah Beko bal kişand ser bandora berxwedana jinê ya li Kobanê û got, "Ez di 15 saliya xwe de zewicîm û dema zewicîm li dijî malbata xwe derneketim. Niha dibînim ku jin hatine wê nuqteyê ku jinên me yên ciwan li dijî DAIŞ'ê şer dikin. Bi wan serbilind im, keçeke min jî yek ji wan e. Gav bi gav mafên xwe stendin û jiyana xwe ava kirin. Em jin gelekî bi pêş ketin, Kobanê wê bi jinan re azad bibe."