'Bi veguheztina sindoqan re hîleyên hilbijartinê dest pê kir'

Rêxistina Bajêr a Wanê ya HDP’ê nerazîbûn nîşanî biryara Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) da ya ku YSK dixwaze cihê 224 sindoqan biguherîne.

Nerazîbûnên li dijî biryara Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) didome ya ku YSK dixwaze li 19 bajarên ku HDP li pêş e, sindoq bibin yek. Yek ji cihê ku ew ê herî zêde cihê sindoqan were guherandin jî Wan e.

Têkildarî vê meseleyê li avahiya bajêr a HDP’ê civîn hate lidarxistin. Hevseroka Rêxistina Bajêr a HDP’ê ya Wanê Yadîşen Karabûlak, Endama Meclîsa Partiyê ya HDP’ê Zelal Yerlîkaya û gelek endamên partiyê tevlî civînê bûn.

Hevseroka Rêxistina Bajêr a HDP’ê ya Wanê Yadîşen Karabûlak daxuyanî da û got, “Daxwaza Walîtiya Wanê hate qebûlkirin a ku ji YSK’ê dixwest bila cihê sindoqan were guherandin. Têkildarî vê meseleyê nivîs ji partiyên siyasî re hatiye şandin û li navçeyên Ebex, Şax, Erdîş, Westan, Qelqelî, Miradiye, Seray, Miks û Elbakê ew ê 224 sindoq ‘li herêmên ewle’ werin bicihkirin.”

Karabûlak diyar kir ku li cihên ku HDP xurt e ev sindoq hene û tê xwestin ku ev sindoq li gundên cerdevanan were danîn. Karabûlak got, “Ev rewş ew ê li ser 50 hezar hilbijêran bandorê bike. Di 13’ê Adara 2018’an de bi dengên AKP û MHP’ê zagonek hate derxistin û hemû dek û dolabên di hilbijartinan de êdî kirine wek yasa û zagonan. Yek ji van biryaran jî ev e ku sindoq werin veguheztin û li cihên din werin danîn. Li 19 bajarên ku HDP li pêş e, ew ê sindoq werin veguheztin û ev biryar ew ê bandorê li ser 270 hezar hilbijêran bike. Ev zagon li dijî me ye, dixwazin binesaziya dek û dolabên xwe ava bikin. Dixwazin berê hilbijêran bidin gundên cerdevanan. Bi vê biryarê re dixwazin çûna me ya li ser sindoqan asteng bikin û me di binê benda hilbijartinê de bihêlin. Ji niha ve ewlehiya hilbijartinan nemaye. Em dixwazin ku vê rewşa ne demokratîk roj berî rojekê were betalkirin û dev ji vê polîtîkaya xwe berdin.”