Bi sedan kesan wekîlên di greva birçîbûnê de ziyaret kirin

Bi sedan kesan wekîlên di greva birçîbûnê de ziyaret kirin

Greva birçîbûnê ya parlamenterên HDP’ê Selma Irmak û Sebahat Tuncel, Parlamenterê Wanê Kemal Aktaş û Parlamentera Berê ya Parlamentoya Ewropa û endama Desteya Îcra ya KCD’ê Feleknas Uca li ber NY dabûn destpêkirin di roja 4. de  ye. Bi sedan Kurdistanî û dostên wan ji bajarên cuda yên Swîsre îro hatin ziyareta siyasetmedaran û çalakiya rûniştinê pêk anîn.

Bi armanca ku bale bikişînin ser êrîşên çeteyên DAIŞ ên li herêma Kobanê siyasetmedarên Kurd berî niha bi 4 rojan li navenda Neteweyên Yekbûyî dest bi greva birçîbûnê kirin. Îro ji bajarên cuda yên Swîsre bi sedan Kurdistanî hatin serdana siyasetmedaran.

‘NY BERPIRSIYARTIYA XWE BÎNE CIH’

Li qada greva birçîbûnê destpêkê parlamentera Şirnexê ya HDP’ê û Hevseroka KCD’ê Selma Irmak axivî. Irmak behsa girîngî û wateya çalakiyê kir û got ku pêwîst e Neteweyên Yekbûyî dengê gelê Kurd ê li vir û çar parçeyên Kurdistanê bibîhîze.

Irmak di axaftina xwe de bang li NY kir ku wezîfeya xwe bîne cih.

Parlamentera Stenbolê ya HDP’ê Sebahat Tuncel jî di axaftina xwe de bal kişand ser pêvajoya ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin û got ku qonaxa hikûmeta AKP’ê gihiştiyê tê wateya israra di şer de û wiha got: “Nêzîkatiya Tirkiyeyê ya li hemberî Rojava li ser xerakirina pêvajoya aştiyê ye. Di vê hikûmeta AKP’ê baş zanibe ku  li Rojava şer û li Tirkiyeyê şer nabe. Eger aştî pêk divê li çar parçeyên Kurdistanê pêk bên.”

Piştî axaftina girsê dest bi çalakiya rûniştinê kir. Siyasetmedarên Kurd jî ji bo bi alîkarê Serokê Maseya Rojhilata Navîn re hevdîtinê pêk bînin derbasî navenda NY’ê bûn.