Bi sed hezaran kes li dijî faşîzma AKP-MHP’ê li Maltepeyê dimeşin
Li Maltepeyê ji bo mîtînga 1’ê Gulanê ji du baskan bi sed hezaran kes dest bi meşe kirin. Di meşê de li dijî faşîzma AKP-MHP’ê peyam têne dayin.
Li Maltepeyê ji bo mîtînga 1’ê Gulanê ji du baskan bi sed hezaran kes dest bi meşe kirin. Di meşê de li dijî faşîzma AKP-MHP’ê peyam têne dayin.
Li Maltepe ya Stenbolê ji bo mîtînga 1’ê Gulanê ji hemû bajarên herêma Marmarê bi sed hezaran kes bi dirûşma ‘’em ê rojên xweş bibînin’’ ber bi qadê ve dimeşin. Ên ku hatin qadê bi zimanên cuda, stranên berxwedanê dibêjin û govendê digirin.
‘’LI DIJÎ ŞER Û MÊTINGERIYÊ BIJÎ YEKÊ GULANÊ’’
Di meşe de li dijî polîtîkayên faşîst helwest tê nişandan. TMMOB’ê got, ‘’li dijî siltaniya we ya tarî siberoj a xwendekaran e’’ û KESK’ê jî got, ‘’BHQ wê biçin em ê bimînin’’. Di kortêja HDP’ê de wêneyên siyasetmedarên girtî hate hildan û pankart û dowîzên bi nivîsa ‘‘Demîrtaş li nav me ye’’ hate vekirin.
XWENDEKAR: LOQÛMA DAGIRKERIYÊ NABE
Xwendekarên ku di hedefa faşîzma AKP-MHP’ê de ne gotin, ‘’Em ê te nekin serok’’ û ‘’loqûma dagirkeriyê, komkujiyê nabe’’ û wêneyên hevalên xwe yên girtî hildan.