'Bi mîlyonan mirov bi navê Xwedê û Quranê tên xapandin'

Parlamentera HDP'ê da xuyakirin, bi mîlyonan mirov bi navê Xwedê û Quranê tên xapandin û destnîşan kir, di rewşa heyî de mirov êdî bi şexsan diperesin.

Parlamentera HDP'ê da xuyakirin, bi mîlyonan mirov bi navê Xwedê û Quranê tên xapandin û destnîşan kir, di rewşa heyî de mirov êdî bi şexsan diperesin. Parlamentera HDP'e Huda Kaya bi wesîleya meha Remezanê ji ANF'ê re axivî.

Parlamenter Kaya diyar kir, meha Remezanê bi feraseteke olî ya ji Quranê qut bûye hatiye pêşwazîkirin û got, "Ji sedî 99 ê têgihiştina îro ya li ser navê Îslamê hatiye afirandin, bi ti awayî eleqeya xwe bi Îslama Quranê re nîne."

Kaya da xuyakirin, meha Remezanê nûbûn e, meha mûxatabbûna li xîtaba afirîner e û got, "Gotina destpêkê ya wê xîtabê 'îqra' ye, yanî bixwîne ye. Xwendin ne tenê xwendina rêze nivîsan e. Xwendin, xwendina jiyanê, şefqat, hebûn, xweza û gerdûnê ye. Lê belê, ummeteke Îslamê ya ku xwendina destpêkê hînê neqedandiye, îro hikum dike, ev hikum jî mîna serjêkirinê ye." 

'REMEZAN JI BO GUHERTINA QEDERA ME YA CIVAKÎ, FIRSENDEK E'

Kaya da zanîn, bi wesîleya meha Remezanê li hemû malan, li hemû taxan muqabele tê xwendin, xwendina muqabeleyê jî divê ne ji ber be, bi rengekî hêdî hêdî, bi fêmkirin û têgihiştinê were xwendin. Kaya destnîşan kir, eger Quran bi fêmkirinê bê xwendin, wê were dîtin ku heta civakek halê xwe sererast neke, Xwedê halê wê civakê sererast nake. Kaya got, "Em neçar in bi vîna xwe ya aştiyê, sekneke xurtir nîşan bidin. Eger em dixwazin veguherîna xwe ya civakî, qedera xwe ya civakî biguherînin, divê meha Remezanê bibe firsendek. Dema me teşxîs kir ku em li ku ne, hingî em dikarin tedawiyê bikin. Lewma divê em ewilî fêm bikin ku em li ku disekinin."

'EM RÛYÊ RAST ÊN MASKEYA OLÎ DANÎNE SER RÛYÊ XWE, BIBÎNIN!'

Kaya ragihand, di rewşa heyî de welê li mirovan hatiye ku bi şexsan diperesin û anî ziman, girseyên welê derketine holê ku gotinê weke qanûn, weke wehî qebûl dikin. Kaya got, "Xwedê dibêje, ey bawermendino, bawer bikin'. Ev tê çi wateyê? Bila ev bawermend li ser vê bifikirin. Dibêje 'Bila we bi navê Xwedê nexapînin'. Bila bifikirin bê ev kî ne? Îro mirov, girseyên gel, bi mîlyonan mirov bi navê Xwedê û Quranê tên xapandin. Quran dibêje 'derewan neke'. Oldarên roja îro bi derewan li ser piyan dimînin. Quran dibêje 'îftirayê neke'. Oldarên îro bi îftirayê li ser piyan dimînin. Quran dibêje 'nekuj e', oldarên îro bi kuştinê hebûna xwe diparêzin. Quran dibêje çi nekin, ew hemûyan dikin û bi navê Xwedê mirovan dixapînin. Lewma divê em di vê mehê de Quranê nas bikin. Divê em fêm bikin, mejiyê xwe nû bikin û rûyê van oldarên sextekar ên maskeya olî danîne ser rûyê xwe bibînin."

...