Bi mehan girtiyên nexweş naşînin nexweşxaneyê

Girtiyê Girtîgeha Balikesirê Şahabettin Sariyildiz, ji ber nexweşiyê her diçe çavê wî nabîne û her tiştî ji bîr dike. Girtiyên nexweş ên Şakranê jî sewqî nexweşxaneye nayên kirin û nayên dermankirin. 

Binpêkirina mafên mirovan li hemû girtîgehên Tirkiye roj bi roj zêde dibe. Girtiyên nexweş nayên dermankirin û girtiyên ku nikarin bi tena serê xwe bijîn jî nayên berdan. Gelek girtiyên nexweş jî sewqî nexweşxaneyan nayên kirin.

DI ODEYA 3 KESAN DE 10 KES DIJÎN

Li Girtîgeha Tîpa T a Hêjmar 1 a Şakranê û Li Girtîgeha Tîpa T a Hêjmar 2 a Balikesirê roj bi roj rewşa girtiyên nexweş giran dibe. Girtiyan rewşa xwe bi riya nameyan parve kirin. Girtiyê Girtîgeha Şakranê Îdris Ozdemir, nameyek şand û diyar kir ku li odeya 3 kesan 10  kes dijîn. Ozdemir, têkildari rewşa girtiyên nexweş jî wiha got: "Girtiyê nexweş Sedat Karadag 7 sal in girtî ye û bi nexweşiya epilepsî ye. Gelek caran bi edra dikeve. Çavekî wî nabîne. Ji ber nexweşiya wî sewqa wî ya nexweşxaneyê derket, lê salek e hêj sewq nekirine. Dîsa girtiyê 19 salî Vedat Çelik bi nexweşiya bronşitê ye. 6 meh in sewqa wî ya nexweşxaneyê tê taloqkirin. Her diçe betir nikare bêhnê bide û bistîne. Bêhna wî diçike. Disa girtiyê nexweş Mehmet Adiyaman salek e li benda sewqê ye. Nexweşê felçî Ferhat Yarar jî 5 mehin li benda sewqê ye. Dîsa gelek nexweşên ku min navê wan nejimartin li benda sewqê û nexweşxaneyê rawestiya ne. Sedat Karadag dema bi edrê ket, ket xwar û serê wî şikest. Dîsa bavê 7 zarokan ku  bi neheqî hate girtin Beşîr Daniş jî 18 salin girtî ye. Ji ber nexweşiya xwe şev û rojê êşê dikişîne û nayê dermankirin. 6 meh in li benda sewqê ye. Dîsa Agid Guneş 2 sal in li benda sewqê ye. Mazlum Balcan, Seyithan Seme, Hanifi Kaçar li benda sewqê ne."

 'GIRTIYÊ 60 SALÎ JI HIŞ DIÇE’

Li Girtîgeha Balikesirê jî girtî Kenan Gezici nameyek şand û diyar kir ku girtiyê 60 salî Şahabettin Sariyildiz ji ber xweşiyê her diçe ji hiş diçe û êdî çavê wî nabîne. Gezici, anî ziman ku Sariyildiz bi nexweşiya tansiyona zêde ye û wiha got: "Di 2'ê Tebaxê de êşa wî pir zêde bû. Heta serê sibê me li ber serê wî nobet girt. Tevî ku me ji rayedaran re got jî daxwazên me nebersivandin. Tansiyona bilind heta 22,5-20 bilind bû. 2 rojan tansiyona wî kêm nebû. Tevî vê yekê derman nedan wî. Hem felç e û hem jî çavê wî kêm dibîne. Dîsa gelek nexweşiyên din pê re hene. Nikare bi serê xwe pêdiviyên xwe yên şexsî bibîne."