Nûçeya Lezgîn: PKK'ê kongreya xwe ya 12'emîn bi serketî pêk anî

Bi hezaran kedkar li dijî faşîzma AKP/Qesrê daket kolanan

Kedkarên bi banga KESK’ê li hev civiyan, polîtîkayên AKP/Qesrê protesto kirin. Bi hezaran kedkarî li hember êrîşên qirkirinê yên li Kurdistanê nerazîbûn nîşan dan, bi dirûşmeyên “Qatil Erdogan” ve banga têkoşîna hevpar kirin.

Bi hezaran kedkarên ku bi banga KESK'ê ve hatin cem hev bi pankart û dirûşmên xwe ve hêrsa xwe li dijî polîtîkayên AKP û Erdogan anîn ziman. Sekreterê KESK'ê yê Rêxistinbûnê Îlhan Yîgît diyar kir ku di bin êrîşên faşîzmê de ne û li dijî pêkanînên ne demokratîk banga têkoşîna hevpar kir.

Di çarçoveya mîtîngên ku KESK bi şîara "Em ê dest ji jiyana laîk perwerdehiya laîk û ewlehiya kar bernedin. Li dijî pêkûtî, sirgûn û avêtina ji kar em li qadan in" 2 rojan wê li dar bixe de bi hezaran kedkar li Qada Kolejê ya Enqereyê hatin cem hev. Nêzî 5 hezar karker li Qada Kûrtûlûşê kom bûn û pankart û dowîzên "Destên xwe ji jiyan, bawerî, ked, bedena me bikişînin" "Karê bi ewle, jiyana azad" "Bîat neke îsyan bike" "Ji xebata bêewlehî re na" "Perwerdehiya laîk, zanîst û zimanê dayikê" ve kirin û heta Qada Kolejê dest bi meşê kirin. Di meşê de dirûşmên "Em ê teslîmî tarîtiyê nebin" "Dizek, qatil Erdogan" "Em ê bi berxwedanê bi ser kevin" berz kirin. Gelek partiyên siyasî, rêxistinên civakî yên sivîl, komeleyan jî piştgirî dan mîtîngê. Parlamenterên HDP û CHP'ê jî beşdar bûn.

‘QATIL ERDOGAN’

Ji dirûşmên hatin berzkirin heta dowîzan li dijî polîtîkayên hikûmeta AKP'ê û Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan hêrs hebû. Kedkaran li dijî operasyonên li Kurdistanê nerazîbûn nîşan dan.

Bi hezaran kedkar ji kontrola polîsan derbas bûn û ketin qadê. Piştî rêzgirtinê mîtîngê destpê kir û koma Kîbele ya navê xwe ji keybanûya Hîtîtan digire bi stranên xwe ve derket ser dikê.

Li ser dikê jî wêneyên kesên ku di mîtînga Aştiyê ya 10'ê Cotmehê de hatin qetilkirin hatin daliqandin.

YÎGÎT: EM Dİ BİN FAŞÎZMA AKP'Ê DE NE!

Sekreterê KESK'ê yê Rêxistinbûnê Îlhan Yîgît piştre axivî û wiha got: "Em di pêvajoya zilmê re derbas dibin. Ji kesên mehaneya asgarî digirin heta karkerên kaxizan, ji karkerên taşeron heta kedkarên cemaweriyê ji zarok û jinên ku wekî depoya keda erzan tên dîtin heta rojnamgerên ku pênûsa xwe nafiroşin û heta akademîsyenên aştiyê dixwazin em hemû di bin êrîşên faşîzma AKP'ê de ne."

Yîgît bang li hemû kesan kir û xwest li dijî desthilatdariya AKP û Qesrê têkoşîna hevpar bimeşînin.

Piştî axaftinan bi hezaran kesî bi stranên Kîbeleyê ve govend gerandin.