Bi hezaran çete di bin çavdêriya leşkeran de derbas bûn
Bi hezaran çete di bin çavdêriya leşkeran de derbas bûn
Bi hezaran çete di bin çavdêriya leşkeran de derbas bûn
Piştgiriya aşkera ya dewleta Tirk a ji bo çeteyên êrîşî Kobanê dikin, bi vegotinên gundiyan careke din hatin piştrastkirin. Gundiyên ji Kobanê diyar kirin ku di 15'ê Îlonê şeva destpêkirina êrîşê de, bi hezaran çete bi otobusan anîne ser sînor û di bin çavdêriya leşkeran de derbasî Rojava hatine kirin.
Ehmed Hesen û Ferîdûn Qeremox ên piştî êrîşên DAIŞ'ê hatin Pirsûsê anîn ziman ku şevek beriya 15'ê Îlonê, hejmarek zêde çek, alîkariya lojîstîk û endaman li aliyê Tirkiyeyê yê sînor hatine komkirin û wan ji vê yekê re şahidî kirine.
Rojek beriya êrîşên giran ên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî Kobanê, bûyerên li ser xeta sînor a li dora gundên Dinayikê û Yapsê yên li rojhilatê Kobanê qewimîn, desteka aşkera ya Tirkiyeyê ji bo çeteyan, careke din piştrast kir.
Ehmed Hesen ê ji gundê Yapsê û Ferîdun Qeremox ê ji gundê Dinayikê ku piştî êrîşê neçar man gundên xwe biterikînin û hatin Pirsûsê, dan xuyakirin ku di şeva 15'ê Îlone de ji aliyê Tirkiyeyê bi tren û wesayîtan endam, çek û alîkariya lojîstîk derbasî Kobanê hatine kirin.
ROJEK BERIYA ÊRÎŞÊ BI HEZARAN DAIŞ'Î SÎNOR DERBAS KIRIN
Ehmed Hesen da zanîn ku gundê Yapsê li nuqteyeke nêzî Akçakale (Kaniya Xezalan) e û bûyerên di 14 û 15'ê Îlonê de jê re şahidî kir, bi van gotinan anî ziman: "Nîvê şevê, gelek otobus hat nuqteyeke aliyê Akçakaleyê yê nêzî têlan. Ji otobusan nêzî 3 hezar kesên rî dirêj peya bûn, têl derbas kirin û tevlî DAIŞ'ê bûn."
Ehmed Hesen da xuyakirin ku ev kes di bin çavdêriya leşkerên Tirk de derbas bûne û anî ziman ku wî ev derbasbûn ji cihekî nêz şopandiye.
'JI GUNDÊN EREBAN ÇEK ANÎN'
Ji gundê Dinayikê Ferîdûn Qeremox jî da xuyakirin ku heman şevê saet li dora 00:00, ji sînorê Tirkiyeyê kesên sivîl şeş wesayîtan têlên sînor derbas kirine û hatine gundên Ereban ên nêzî wan. Piştî derbasbûna van kesan bi saetekê, ji xeta trenê ya Bexdayê çek û lojîstîk ji heman gundan re hatin ragihandin.
Qeremox da zanîn ku yên ji gundên wan derbas bûne çeteyên DAIŞ'ê ne û got, "Çete di bin çavdêriya artêşa Tirk de ji sînor endam û çekan derbas dikin. Gelek caran me ji vê re şahidî kirin. Şeva beriya êrîşa dawî jî me ji vê rewşê re şahidî kirin."