Bi hezaran Ataş û Çalişkan oxir kirin

Şervana BOG’ê Eylem Ataş û gerîalyê HPG’ê Mehemt Çalişkan ji aliyê bi hezaran ve li Edeneyê bi dirûşma “Şehîd Namirin” ber bi rêwîtiya dawî ve oxirkirin.

Piştî 4 mehan û şûn de cenazeyê şervana BOG’ê Eylem Ataş (Cemre Heval) a ku di nava şervanên Hêzên Sûriyeya Demokatîk (QSD) de, 28’ê Hezîranê di operasyoan rizgarkirina Minbicê de jiyana xwe ji dest dabû ji aliyê malbatê ve hate girtin û birin Edeneyê. Cenazeyê Ataş ku ji bo otopsiyê şandin Saziya Tiba Edlî, piştî karûbarên otopsiyê û şûn de ji bo wecîbeyên olî bi cih bînin birin Mala Cemê ya li Şakirpaşayê. Cenazeyê Ataş a BOG’ê li pêşiya avaiyê ji aliyê jinên ku ji bajarên cuda cuda hatin bi alên kesk sor zer û xemir hildan ser milan. Piştî wecîbeyên olî cenazeyê Ataş bi dirûşma “Şehîd Namirin” bi alên xemir û sor darbesta ku bi gulan xemilandin xistin wesayîta cenazeyê. Bi konvoyekî ji dehan wesayîtan pêk dihat Ataş birin Goristaina Kuçukobayê, qasî 100 metre mayî jinan darbesta Ataş hildan ser milan bi dirûşmên “Eylem Ataş bê mirin e” û “Şehîd namirin” birin goristanê.

Li aliyê din gerîlayê HPG’ê Mehemt Çalişkan (Zagros Intikam) ê ku di şerê li navçeya Stewrê yê Mêrdînê de jiyana xwe ji dest dabû, piştî karûbarê otopsiyê yê li Saziya Tiba Eddî ya Edeneyê û şûn de anîn Goristana Kuçukobayê.

‘EM Ê JI BO RIZGARKIRINÊ TÊBIKOŞIN’

Li vir ji bo Ataşa BOG’î û Çalişkanê HPG’yî nimêja cenazeyî hat edakirin û piştî nimêjê merasîma cenazeyî hat lidarxistin. Parlementerê HDP’ê yê Dîlokê Mahmût Togrûl, Serokê Giştî yê Partiya Şoreşgeran Ûfûk Gollu û bi sedan welatî beşdarî merasîmê bûn. Berdevkê MEYA-DER’a Edeneyê Mûrat Tûgay di merasîmê de axivî û got, ew dê şopdarê têkoşîna kesên têdikoşin bin. Parlementerê HDP’ê Togrûl jî wiha axivî: “Ev her du leheng dema li dijî çeteyên tecawizkar û yên piştevaniya wan dikin şer kirin, şehîd bûn. Ev ciwan nîşan dan ku têkoşîn ne bê xwedî ye.”

Piştî axaftinan cenazeyê Ataşa BOG’î li cem ê gora Fermandarê BOG’ê Bedrettîn Akdenîz û yê Çalişkanê HPG’î jî li goristana malbatê hatin definkirin. Girse bi berzkirina dirûşmeya “Şehîd Namairin” ji goristanê veqetiyan.