'Bi hêz beşdarî meşa li Geverê bibin'
'Bi hêz beşdarî meşa li Geverê bibin'
'Bi hêz beşdarî meşa li Geverê bibin'
Însiyatîfa Gel a Colemêrgê, ji bo meşa sibê ya li Geverê ya bi şiyara "Ji Cizîrê re serhildan, ji Nisêbînê re silav" banga beşdariyê kir.
Însiyatîfa Gel a Colemêrgê der heqê meşa sibê ya saet di 11:00 de belavok belav kir û got, "Di serî de gelê Colemêrg, Gever, Çelê, Rûbarok, Xirvata, Bajirge em hemû gelê xwe yê li gund û mezrayan dawetî meşê dikin."
Însiyatîfa Gel a Colemêrgê, duh bi şev belavok belav kir û got, "Di dîroka 40 salan a Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê de gelê Colemêrgê berdêlên mezin daye, lehengiyên mezin nîşan daye. Li gel vê êşên giran kişandiye û bûye gelekî fedekar û berxwedêr."
Însiyatîfa Gel a Colemêrgê da xuyakirin ku gelê Colemêrg û Geverê bi xwedîderketina li cenazeyên Mehmet Reşît Îşbîlîr, Veysel Îşbîlîr û Bêmal Tokçû re careke din berxwedana xwe ya bi rûmet nîşan daye û got, "Şoreşa Rojava dilê Kurdistanê ye."
Însiyatîfê got, "Bedena Kurdistanê ya ku xwînê diherikîne vî dilî, li Sevr û Lozanê bi rastekê hatiye parçekirin. Gelê Kurdistanê yê di nava çar dewletan de hatiye parçekirin li Rojava dixwaze xwe birêve bibe. Dewleta Tirk a faşîst, di şûna dîtina têkoşîna destanî ya gelê Rojava de, dorê li wî gelî digire û ev jî têrê nake dîwaran lê dike."
Însiyatîfa Gel a Colemêgê diyar kir ku di serdema dîrokê de barbarî û zêdegaviyeke bi vî rengî nehatiye dîtin û destnîşan kir ku gelê Kurd ê ti carî serî li zilm, îşkence û komkujiyan netewandiye, dê vê zilmê jî qebûl neke û di mejî û dilê wî zîhniyetê dîwar lê dike biteqe. Însiyatîfê got, "Ji bo ku em nîşan bidin ku em ne dîwaran ne jî komkujiya li Geverê qebûl nakin, emê rabin serhildanê. Em tevahiya gelê xwe yê welatparêz ê li Colemêrgê dawetî meş û mîtînga 22'ê Kanûnê ya li Geverê dikin."