Di operasyonên qirkirina siyasî de ku bi fermana AKP/Qesrê pêk hat, duh û îro gelek siyasetmedarên Kurd hatin binçavkirin. Li gor çarçoveya operasyonên li bajarên Kurdan, polîsên Tirk bi ser mal û avahiyên partiyan de girtin.
AMED
Polîsên Tirk di çarçoveya qirkirina siyasî de duh li Navçeya Bismilê ya Amedê Hevseroka DBP'ê ya Bismilê Gurbet Yalçinkaya û Hevserokê HDP'ê yê Bismilê Habip Akinci binçav kiribûn. Îro serê sibê jî polîsan bi ser mala hevserokê DBP'ê yê Bismilê Mehmet Onat de girtin. Polîsan piştî lêgerînê Onat binçav kirin û birin midûriyeta polîsan a Bismilê. Îro li navçeya Erxeniyê jî serdegirtin pêk hat. Hevseroka HDP'ê ya Erxeniyê Şafak Tuncer û Hevseroka DBP'ê yê Erxeniyê Sultan Karaoglan hatin binçavkirin. Li malên hevserokan lêgerîn tê kirin.
Hevserokê HDP'ê yê Erxeniyê yê berê Ahmet Kinik jî duh serê sibehê hatibû binçavkirin.
COLEMÊRG
Li Colemêrgê jî polîsan bi ser mala Hevserokê HDP'e yê Colemêrgê Metin Besî, Hevserokê HDP'ê yê navçeya navendî Asim Ozcan, Hevserokê DBP'ê yê Colemêrgê Hakan Abî, Endamên Meclîsa şaredariyê Behcet Kanat, Fersat Heydeli, Ekrem Temeş û Şaban Oguz de girtin û piştî lêgerîna malê ew binçav kirin. Polîsan piştî hevserok binçav kirin birin Şaxa TEM'ê ya Miduriyeta Polisan a Colemêrgê.
Li navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê jî polisan bi ser gelek malan de girt. Polîsan di serdegirtina malan de Hevserokê HDP'ê yê Navçeya Şemzînanê Cabbar Taş, Rêveberê HDP'ê Şukru Ogul û xebatkarê HDP'ê Ahmet Yucel binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin birin midûriyeta polîsan a Şemzinanê.
QERS
Li navend û gundên navçeyên Qamûşan û Selîmê, polîsan bi ser malan de girtin, bi hincetên “alîkarî dane rêxistinê” û “endamê rêxistinê ne”, 20 kes hatin binçavkirin. Hevserokê HDP’ê yê Navçeya Qamûşanê Seyat Dere jî di nav de, birin Qereqola Jendermeyan a Qamûşanê. Endama Meclîsa Giştî ya HDP’ê ya Bajêr Ruhan Yildirim jî birin Qereqola Navendî ya Qersê.
BEDLÎS
Lı navçeya Adilcewaz a Bedlîsê jî Nîhat Gokmen û Arafat Oral ên HDP’î, li gundê Zirxîstê hatin binçavkirin. Hate ragihandin ku Gokmen û Oral li Midûriyeta Emniyetê ya Navçeyê tên ragirtin.
SÊRT
Li navçeya Xana Hewêl a Sêrtê jî polîs û leşkeran bi ser avahiyên rêxistinên HDP û DBP’ê de girtin. Di serdegirtinan de ku bi hinceta biryara lêgerînê hate kirin, polîsên Tirk nêzî 2 saetan li avahiyê geriyan. Piştî lêgerînê, polîsan dest danî ser hin posteran û ji avahiyê derketin.
ANTALYA
Li navçeya Kepez a Antalyayê jî polîsan danê sibehê bi ser Taxa Şelale de girtin, Mehmet Şah Otûrakçi, Fatma Otûrakçi, Seher Işik û Ogûz Işik binçav kirin. Her 4 kes birin Midûriyeta Emniyetê ya Antalyayê.
ISPARTA
Xwendekarê Zazîngeya Suleyman Demîrel (SDU) Kasim Saridag ê ku beriya 2 rojan ji aliyê polîsan ve hatibû binçavkirin ji aliyê dadgehê ve bi îdiaya "endamê rêxsitinê ye" hat girtin. Di dema binçavkirin û sewqkirina dadgehê de malbat û parêzerên SAridag nehatin agahdarkirin. Saridag ê hat girtin şandin Girtîgeha Tîpa E ya Ispartayê.
MÛŞ
Li navçeya Kop a Mûşê polîsên Tirk danê sibehê bi ser Taxên Bahçelîevler û Şehîtlîkê de girtin, Firat Selvî û Umît Sumbul binçav kirin. Piştî lêgerînên li malan, her 2 kesên binçavkirî birin Midûriyeta Emniyetê ya Navçeyê.
Dema lêgerîna li mala Umît Sumbul a li Taxa Şehîtlîkê, polîsan bi çekên lûledirêj ve gule li hewa reşandin.
WAN
Hate diyarkirin ku li Wanê nêzî 50 kesî hatin binçavkirin, nêzî 70 kesan jî biryara lêgerînê heye.