Bi daxwaza girtinê Serokê Baroya Amedê Elçî radestî dadgehê hat kirin

Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî, ku ji ber gotina xwe ya "PKK ne rêxistineke terorê ye" hat binçavkirin, bi daxwaza girtinê radestî dadgehê hat kirin.

Serokê Baroya Amedê Parêzer Tahîr Elçî, ku ji ber gotina xwe ya "PKK ne rêxistineke terorê ye" hat binçavkirin, bi daxwaza girtinê radestî dadgehê hat kirin.

Elçî ku di bernameya "Tarafsiz Bolge" ya televîzyonekê de got "PKK ne rêxistina terorê ye" ket ber lêpirsînê û der heqê wî de biryara girtinê hat derxistin. Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî yê ber destê sibehê saet di 02:20 de li Amedê hat binçavkirin, îro li Edliyeya Bakirkoyê îfade da.

Piştî dayîna îfadeyê, bi daxwaza girtinê Elçî radestî dadgehê hat kirin.