Bi daxwaza girtinê 16 ESP'yî sewqî dadgehê hatin kirin

Temamiya 16 sosyalîstên derxistin Edliyeya Gazîosmanpaşayê, bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin.

Endam û rêveberên ESP'ê yên pêr di operasyonên qirkirina siyasî ya cûnta Qesrê de hatin binçavkirin, ji aliyê dozgeriyê ve bi îdîaya "endametiya rêxistinê" û "propaganda rêxistinê" ve ji bo girtinê sewqî dadgehê hatin kirin.

Di serdegirtinan de Rêveberê ESP'ê yê Stenbolê Alî Haydar Keleş, Pisporê Perwerdeyê yê Lîmter-Îşê Hîlmî Toy, endamên ESP'ê Mehmet Salîh Çekîm, Alîcan Albayrak, Sîdar Balsever, Huseyîn Şahîn, Adar Temel, Taner Taş, Aykût Kaplan, Ferhat Karakaya, Emrah Gortaş, Emre Genç û Ûgûr Tûncer, serokê berê yê SGDF'ê Ozan Emre Ozyilmaz û endamê HDP'ê Çagdaş Kaplan hatibûn binçavkirin.