'BHQ a bi hejmara 696'an bila were betalkirin'

ÎHD'ê diyar kir, divê BHQ a bi hejmara 696'an ku ferzkirina kincên yekreng vedihewîne, were betalkirin.

Komîsyona Girtîgehan a Şûbeya Stenbolê ya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ferzkirina kincên yekreng şermezar kir. Li avahiya komleyê daxuyaniyeke çapemeniyê hate belavkirin. Dema daxuyaniyê endama komîsyonê Hatîce Onaran axivî û got, "Ên li derve her çendî girtîgehan dûrî xwe bibînin jî, desthilatdarî bi girtîgehan bi rengekî organîze êrîşê dibe ser derve."

Onaran gotinên serokwezîrê dema Komkujiya Ulucanlar a Enqerê ya 1999'an bi bîr xist , ku gotibû, "Heta ku em serdestî girtîgehan nebin em nikarin serdestî derve bibin" û got, piştî vê daxuyaniyê 10 girtî hatine kuştin.

'BINPÊKIRINÊN MAFÊ MIROVAN BÛNE ÊŞKENCE'

Onaran behsas binpêkirinên mafê mirovan ên piştî ragihandina Rewşa Awarte kir, diyar kir ku binpêkirin veguherîne ser êşkenceyê û bi pêkhatina ferzkirina kincên yekreng wê zêdetir mafê mirovan werin binpêkirin. Onaran got, "Desthilatdariyeke ku kincên yekreng li girtiyan bike, wê wan bike berfermandarên bi unîforma yên rajêrî desthilatdariyê bûne. Heke bikaribe vê bike, ango, heke bikaribe girtiyan dîl bigire, çi karker, kedkar, xwendekarê ku rajêr nebûne, desthilatdarî wê êrîşeke giran bi ser wan de bibe. Ji ber ku dema ku vîna berxwedanê şikest, bê dudiliyê wê zêdetir êrîşê bîne. Kincên yekreng her çendî bi girtîgehan dest pê bike jî, parçeyek ji wê êrîşê ye ku dixwaze civakê bike yekreng."

'DIVÊ EM DENGÊ XWE RAKIN'

Onaran herî dawî got, divê Biryarnameya bi Hikmên Qanûnê '(BHQ) ya bi hejmara 696'an ku ferzkirina kincên yekreng vedihewîne, were betalkirin û xwest, ku li dijî kincên yekreng her kes dengê xwe rake.