Beştaş: Heke cesareta we hebe, hûn ê Demîrtaş berdin!
Wekîla Serokatiya Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş got “Siyaset ne li eywanên dadgehan, li qadan tê kirin. Heke cesareta we hebe ku hûn Demîrtaş li qadan bibînin divê hûn wî serbest berdin.”
Wekîla Serokatiya Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş got “Siyaset ne li eywanên dadgehan, li qadan tê kirin. Heke cesareta we hebe ku hûn Demîrtaş li qadan bibînin divê hûn wî serbest berdin.”
Wekîla Serokatiya Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş îro piştî rûniştina doza Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş û Parlementerê HDP’ê Sirri Sureyya Onder daxuyanî da.
‘EW Ê GEL AZADIYÊ PÊK BÎNE’
Beştaş diyar kir ku ew ê li dora Demîrtaş bibin yek û got “Di 24’ê Hezîranê de em ê azadiya hemû kesan pêk bînin, ew ê gel vê azadiyê pêk bîne. Desthilatdarî hewl dide li pêşiya dadgehan, bi domandina darizandinan me biştexilînin, lê ew şaş in. HDP hêvî û cesaret e. Em ê bi hêvî û cesareta xwe bi ser bikevin.
We hemûyan tabloya li hundir dîtin. Tişta ku me li wê derê dît, ne eywana dadgehê bû. Ev ne darizandin bû, heyeteke ku ji 3 kesan pêk tê hewl dida fermana ku ji wan re hatibû dayîn, bi lez bi cih bînin. Ez keseke hiqûqnas im û nikarim ji vî tiştî re bibêjim darizandin.”
‘DI DÎROKÊ DE TIŞTEKÎ PÊŞÎN E!’
Beştaş diyar kir, ligel ku Onder û Demîrtaş hê parastina xwe nekirine, heyetê diyar kiriye ku ‘parastin hatiye kirin’ û ev tişt di dîroka hiqûqê de tune. Beştaş got ku, “Hevalên me dîl in. Tu wateya nedayîna mafê axaftinê tune. Bi belgeyan me îspat kiribû ku tê gotin ‘Demîrtaş dernexînin dadgehê’, têkildarî van belgeyan hê jî Wezîrê Edaletê tu daxuyanî nedaye.”
‘HEKE CESARETA WE HEBE…’
Beştaş got ku, “Darizandinê nexin nav siyasetê, siyaset ne li eywanên dadgehan li qadan tê kirin. Heke cesareta wê heye ku Demîrtaş li qadan bibînin, wî serbest berdin.”
Wekîla Serokatiya Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş diyar kir ku di dema Hîtler de jî ferman ji dozgeran re nedihat şandin û got, “Li Tirkiyeyê rewşeke kambax heye. Tu darizandin jî pêk nayê.”