Beştaş: Bila wekîlên me û Hevserokên me yên Giştî werin berdan

Wekîla Edene ya HDP’ê Meral Daniş Beştaş li ber Edlîyeyê daxuyanî da.

Piştî biryara berdana Serokwekîlê Koma HDP’ê Îdrîs Balûken wekîla Edene ya HDP’ê Meral Daniş Betaş bang li Enqerê kir û got: ‘’Hevalên em yên wekîl û Hevserokên me yên Giştî berdin.’’

Beştaş diyar kir ku cihê kêfxweşiyeyê ku Balûken azad bûye û diyar kir ku Hevserokên wan û wekîlê wan li girtîgehê di tecrîdê de ne.

Beştaş diyar kir ku bi berdana siyasetmedarên Kurd, Tirkiye wê ji vê şermê xilas bibe û û wiha pê de çû: ‘’Êdî em dixwazin ji edliyayan derkevin. Em naxwazin bi polîsan re muxatab bibin. Em naxwazin li pêş darazê siyasetê bikin.’’

Beştaş bal kişande ser giringiya pêşîgirtina dubendiya civakî û ji Enqerê re ev tişt got: ‘’Wekîlên me û Hevserokên me demildest berdin.’’

Beştaş herî dawî wiha anî ziman: ‘’Eger bi rastî jî tê xwestin ku referandûm pêk were, di şertên dadmend û wekhev de bila Yuksekdag û Demîrtaş û wekîlên me bigihijin gel, di qenalên televîzyonan de divê bikaribin biaxivin.’’