Beştaş: Armanca bingehîn referandûma bêyî HDP'ê ye

Parlamentera HDP'ê Meral Daniş Beştaş got, êrîşên li dijî avahiyên HDP'ê yên bajar û navçeyan, piştî ku bangên tolhildanê hatin kirin, rû dan.

Beştaş ji ANF'ê re axivî û diyar kir, tiştekî rasthatî nîne ku desthilatdariya AKP'ê piştî her bûyerê yekser HDP'ê dike hedef. Beştaş got, girtina parlamenteran jî parçyeke ji vê polîtîkayê ye û anîz iman, armanca bingehîn a AKP'ê ew e, bêyî HDP'ê referandûmê pêk bîne.

'EV YEK ENCAMA BANGÊN TOLHILDANÊ YE'

Parlamentera HDP'ê û hiqûqnas Meral Daniş Beştaş bal kişand ser êrîşên li pey hev ên li dijî avahiyên HDP'ê yên bajar û navçeyan û diyar kir, provokasyoneke gelekî xetere û qirêj li dijî wan tê kirin. Beştaş da xuyakirin, ev êrîş encama polîtîkayeke bi zanebûn e û bangên 'tolhildanê' yên Wezîrê Karên Hundir Soylû û rayedarên hikûmetê bibîr xist. Beştaş destnîşan kir, di nava dewleteke hiqûqê de bi ti awayî cihê tolhildanê nîne.

Meral Daniş Beştaş got, "Eger sûcek hatibe kirin, bersiva vê yekê girtin û cezakirin e. Lê belê kirina bangên tolhildanê civakê dixe nava tevgerê û tê wateya teşwîqkirina êrîşan." Beştaş bibîr xist, ku êrîşên li dijî avahiyên HDP'ê yên bajar û navçeyan bi rengekî hemwextî hatine kirin û anî ziman, di rewşekê de ku mirovên di medya civakî de rexneyan li serokkomar an jî hikûmetê dikin yekser tên girtin, helwesta xemsarî ya li pêşberî van êrîşan, tê wateya jinedîtî hatinê.

'PROVA ŞER TÊ KIRIN'

Beştaş da xuyakirin, ku divê her kes ji vê rewşê bi fikar bin û kaosa heyî weke gavên ji bo tinekirina aştiya civakî û ji holê rakirina derfetên jiyana bi hev re ya gel, bi nav kir. Beştaş ragihand, bi awayekî vekirî prova şer hatiye kirin û got, "Weke civakeke vî welatî, ku bûyerên 6-7'ê Îlonê, komkujiyên Mereş û Sêwasê bi serî de hatî, em ji rewşa heyî bi kar in. Li şûna ku bangên bi aqlê selîm bike, vîna siyasî naxwaze dengê me bibihîze. Ji nava rewşeke bi vî rengî ne aştiya civakî ne jî demokrasî derdikeve."

'ME WEKE ASTENGÎ LI PÊŞIYA XWE DIBÎNIN'

Parlamentera HDP'ê Meral Daniş Beştaş da xuyakirin, tiştekî rasthatî nîne ku desthilatdariya AKP'ê piştî her bûyerê yekser HDP'ê dike hedef. Beştaş got, girtina parlamenteran jî parçyeke ji vê polîtîkayê ye û anîz iman, armanca bingehîn a AKP'ê ew e, bêyî HDP'ê referandûmê pêk bîne.

Beştaş wiha dewam kir: "Weke ku tê zanîn, di dema eşkerekirina paketa Destûra Bingehîn de parlamenterên me hatin girtin. Hê duh qeyûm li Şaredariya Akdenîzê bi cihk irin; ev hemû ji aliyê aqlekî navendî ve bi cih tê anîn. Mînak; têkildarî qeyûman berê biryarê didin; piştre hevşaredarên me bi rengekî plankirî tên binçavkirin û li şûna wan jî qeyûm tên bicihkirin. Her wiha bi operasyona li dijî parlamenter û hevserokên me re, ji yek destî pêla girtin û binçavkirinê dest pê dike. Gelek mînakên weke van hene. HDP'ê li ser rêya xwe weke astengiyekê dibînin û mafê jiyanê nade partiyeke ku siyaseta demokratîk, aştiya civakî, maf û azadiyan diparêze. Ji ber ku dixwaze hemû dînamîkên civakî bîatê ji wa re bikin û me jî weke astengiyê li pêşiya xwe dibînin, hewl didin vê astengiyê ji holê rakin. Amadekariyê dikin ku bêyî HDP'ê referandûmê pêk bîne."

'TU BOMBEYÊ BITEQÎNE, EM Ê LI TE MIQATE BIN'

Beştaş anî ziman, desthilatdariya siyasî vê rêbazê ji hilbijartinên 7'ê Hezîranê û vir ve didomîne û gotina 'Tu bombeyê biteqîne, wê dewlet li te miqate be' ya bersûcê êrîşa bombeyî ya mîtînga HDP'ê ya Amedê Orhan Gonder ku li dadgehê bilêv kiribû, bibîr xist. Beştaş got, "Rastî nayê nixumandin, bi demê re yek bi yek derdikeve holê."

Beştaş di dawiya axaftina xwe de diyar kir, ev rêveçûn Tirkiyeyê di zinêr de wer dike û bang li desthilatdariyê kir, ku derhal vê nêzîkatiyê biterikîne.