Beşdarên Cenevre-2 zelal dibin
Beşdarên Cenevre-2 zelal dibin
Beşdarên Cenevre-2 zelal dibin
Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê yê Neteweyên Yekbûyî El Ahdar Brahîmî bernameya konferansa Cenevre-2 ya li bajarê Montro ku wê di 22'ê Çileyê de pêk were, zelal kir. Brahîmî diyar kir ku di warê beşdariya Îranê li konferansê de, DYA nehatiye qanihkirin.
Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê yê Neteweyên Yekbûyî El Ahdar Brahîmî, lîsteya welat û saziyên navneteweyî yên beşdarî Konferansa Cenevre-2 bibin, aşkera kir.
Rûsya û DYA yên bi nûnerên Neteweyên Yekbûyî re hevdîtin kirin, di warê beşdariya Îranê li konferansa Cenevre-2 de li hev nekirin.
Brahîmî li dû çend civînên li ser amadekariyên konferansê, li Ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya li Cenevreyê civîneke çapemeniyê lidar xist.
Brahîmî diyar kir ku der barê beşdariya Îranê de hînê biryar nehatiye dayîn û anî ziman ku nîqaşên di vî warî de dewam dikin.
Nûnerê Taybet Brahîmî da zanîn ku di konferansê de tevî Neteweyên Yekbûyî, pênc endamên timî yên Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî, Yekitiya Ereb, Yekitiya Ewropa, Rêxisitna Hevkariya Îslamî, Cezayîr, Brezîlya, Kanada, Danîmarka, Misir, Almanya, Hîndîstan, Endonezya, Iraq, Îtalya, Japonya, Urdun, Qûweyt, Lubnan, Fas, Norwêc, Umman, Qatar, Erebîstana Siûdî, Efrîka Başûr, Spanya, Swêd, Swîsre, Tirkiye û Emaretên Ereb ên Yekbûyî dê cih bigirin.
Brahîmî ragihand u mûxalîfên Sûriyeyî hînê ne amade ne navên heyetên xwe aşkera bikin. Nûnerên Koalîsyona Neteweyî ya Hêzên Şoreşger û Mûxalîfên Sûriyeyê di daxuyaniya xwe de diyar kirin ku wan bi hêzên mûxalîf ên din ên li Sûriye û derveyî welat re hevdîtin kirine.
Konferansa ku dê li bajarê Swîsre Montro di 22'ê Çileyê de bi beşdariya welat û saziyên navneteweyî yên hatine vexwendin destpê bike, wê piştî rojek navberê di 24'ê Çileyê de li Cenevreyê bi muzakereyên Brahîmî û aliyên Sûriyeyî dewam bike.
Kurd jî ji bo heyeteke hevgirtî beşdarî konferansa Cenevre bibe, hevdîtinan dike. Li Hewlêrê di navbera Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê (MGRK) û Encumena Niştimanî ya Kurdên li Sûriyeyê (ENKS) de civîn tên lidarxistin. Partiya herî mezin a li Rojavayê Kurdistanê PYD jî di 19'ê Kanûnê de derbasî Cenevre bû û dest bi hevdîtinan kir. Di vê navberê de Serokê Koalîsyona Neteweyî ya Sûriyeyê Ahmed Cebra ji AFP'ê re axivî û diyar kir ku ENKS dikare di nava koalîsyonê de beşdarî Cenevre-2 bibe.