Berxwedêrên 14'ê Tîrmehê li Ewropayê hatin bîranîn

Berxwedêrên 14'ê Tîrmehê M. Hayrî Dûrmûş, Akîf Yilmaz, Kemal Pîr û Alî Çîçek li gelek bajarên Ewropayê hatin bîranîn.

Berxwedêrên Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmeha 1982'an, M. Hayrî Dûrmûş, Akîf Yilmaz, Kemal Pîr û Alî Çîçek, di salvegera 35. de li gelek bajarên Ewropayê hatin bîranîn.

KOPENHAGEN

Li paytexta Danîmarka Kopenhagenê, civîna bîranînê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir û piştre sînevîzyonek li ser berxwedana 14'ê Tîrmehê hate nîşandan. 

Li dû nîşandana sînevîzyonê rêveberên Meclîsa Civaka Demokratîk a Kurd li Danîmarkayê axivîn û destnîşan kirin, ku Berxwedana 14'ê Tîrmehê têkoşîna hebûnê ya gelê Kurd e. Rêveberan gotin, "Ruhê 14'ê Tîrmehê îro jî bi hezaran lehengên fedayî yên bê nav afirandiye û bûye dengê berxwedanê."

Hat destnîşankirin, ku berxwedan ji aliyê Mehmet Tûnç û Arîn Mîrxan ve hatiye dewamkirin.

MARÎGNAN

Li bajarê Marîgnan ê Fransayê, şehîdên 14'ê Tîrmehê hatin bîranîn. Yek ji berxwedêrên rojiya mirinê ya 14'ê Tîrmehê Fûat Kav li vir axivî û got, "Niha her kes wan, tevgera wan nas dike. PKK ne tenê tevgera Kurdan e, tevgereke ku hemû gelan diparêze. Mîna ku li Rojava tê dîtin, ev tevger hemû gelan diparêze. Kurd li her devera cîhanê têkoşîna xwe mezin dikin.

Civîna bîranînê bi qîrîna dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Şehîd namirin" qediya.

VIYANA

Li paytexta Awûstûrya Viyanayê, merasîma bîranînê li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd pêk hat û gelek Kurdistanî tevlî bûn. Piştî nîşandana sînevîzyonê daxuyaniyek hate dayin û hate ragihandin, ku berxwedêrên 14'ê Tîrmehê mîrateyeke mezin ji şoreşa Kurdistanê û cîhanê re hiştine û nîşan dane ku azadî bi berxwedanê bi ser dikeve.

Di daxuyaniyê de hat gotin, ruhê 14'ê Tîrmehê li Rojava, li Bakur û her devera Kurdistanê bi ser ketiye û berxwedêrên li Kobanê û Cizîrê şehîd bûn hate bîranîn.

FREÎBÛRG

Li bajarê Freîbûrg ê Elmanyayê, Komîsyona Malbatên Şehîdan li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd civîna bîranînê organîze kir û tevî nûnerên Meclîsa Gel a Freîbûrgê, Meclîsa Jinê ya Nûda, Mizgefta Selahaddîn Eyyûbî û KOMAW'ê bi qasî du sed kes tevlî bûn.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê nûnerên saziyan û malbatên şehîdan axivîn û li ser Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmehê sînevîzyon hate nîşandan.

MONTPELLÎER

Li bajarê Montpellîer ê Fransayê, berxwedêrên 14'ê Tîrmehê hatin bîranîn. Hevseroka Navenda Civaka Demokratîk a Kurd Zubeyde Denîzhan û siyasetmedarê Kurd Şenol Han li vir axivîn û gotin, bi saya sekna 14'ê Tîrmehê Kurd û PKK gihîştiye vê rojê.

Yek ji şahidên wê demê Îdrîs Guzel û nûnera Tevgera Jinan jî xivîn. Xizmên Ozlem Cebîr a sala 1998'an li Erzîromê jiyana xwe ji dest da di merasîmê axivîn.

LYON

Merasîma bîranînê ya li bajarê Lyon ê Fransayê jî li Komeleya Çanda Mezopotamyayê pêk hat. Qisekeran qala pêvajoya 14'ê Tîrmehê kirin û gotin, 14'ê Tîrmehê bend û fedakariya li dijî xiyanet û teslîmiyetê ye.

HANAÛ

Li bajarê Hanaû yê Elmanyayê, bi pêşengiya Komîteya Malbatên Şehîdan li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ji bo bîranîna şehîdên 14'ê Tîrmehê semîner hate lidarxistin. Ji Komîtya Malbatên Şehîdan a Hanaû Xezal Silopî di destpêka semînerê de axivî û got, ew ê heta dawiyê têkoşîna şehîdên xwe bidomînin.

Siyasetmedarê Kurd Serhat Agirî jî got, tevgera azadiyê ya Kurd bi saya berxwedaan 14'ê Tîrmehê ji 7 heta 70 salî mezin bû.

Di semînerê de ji bo civîna gel a 23'ê Tîrmehê ya li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Frakfûrtê banga tevlîbûnê hate kirin.