00:13
Neteweyên Yekbûyî (NY), bang kir ku divê dewleta Tirk êrîşên xwe yên dagirkirina li ser Efrînê bide rawestandin.
21:39
Helîkopterên artêşa Tirk a dagirker gundê Enqela ya Şiyê û derdorî wê dan ber topan.
19:53
Bi sedan kesên ji Helebê ji bo piştgiriyê bidin Berxwedana Serdemê ya Efrînê, navçeya Meydankê ziyaret kirin û li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker meşiyan.
19:52
Nûnerê Karê Derve yê TEV DEM’ê Salih Muslîm ê li Meclîsa Federal a Elmanyayê bi koma Partiya Çep re hate ba hev, berxwedana gelê Efrînê ya li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ya li ser Efrînê vegot.
18:51
Artêşa Tirk a dagirker bi bejahî û hewayî êrîşî hêzên artêşa Sûriyeyê kir. Di encama êrîşê de li gorî agahiyên destpêkê ji artêşa Sûriyeyê 2 kes mirin û 3 kes jî bibîrandar bûn.
17:57
Koma destpêkê ya Yekîneyên Parastina Gel a girêdayî artêşa Sûriyeyê derbasî Efrînê bû.

17:25
Di demeke rejîma Sûriye xwe amade dike ji b li dijî êrîşên artêşa Tirk a dagirker hêzên xwe bişîne Efrînê, Rûsya daxuyaniyek nû da.
16:55
Yekîneyên Parastina Gel yên girêdayî artêşa Sûriyeyê derbasî Efrînê dibin.
16:54
Nexweşxaneyên Dîlok, Kîlîs û Hatayê ji bo sivîlan hate girtin
Artêşa Tirk a dagirker ji bo veşartina windayên xwe yên li dijî Berxwedana Serdemê nexweşxaneyên Dîlok, Kîlîs û Hatayê ji bo sivîlan girt.
15:24
14:54
Gelê Heleb û Efrînê berê xwe da Şera
Gelek welatiyên sivîl ên duh ji Helebê hatin, danê vê sibehê li navçeya Meydankê li hev civiyan. Helebiyan piştgirî dan berxwedana Efrînê û li vê derê tevî gelek kesên ew pêşwazî kir berê xwe dan navçeya Şera.
Tê payin ku gel li Şeranê serdana eniyên berxwedanê bike.
Li Şerayê, êrîşên dagirkeriyê, şer û bomberdûman van du rojên dawî giran bûne.
13:52
13:30
13:20
Gelê Helebê: Em ê rê nedin Erdogan
Bi hezaran Kurd, Ereb, Çerkez û mirovên ji gelên cuda yên duh ji Helebê bi rê ketin û hatin Efrînê, nerazîbûn nîşanî dewleta Tirk a dagirker dan û gotin, "Em ê rê nedin dagirkeriyê."
12:34
12:16
Li herêma Şerayê tankek hate rûxandin, 20 leşker û çete hatin kuştin
Li gorî agahiyên ji herêmê hatin girtin, şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) li derdora gundê Dêriswanê yê navçeya Şerayê derbeke giran li hêzên artêşa Tirk a dagirker xistin.
Li vê derê tankeke artêşa Tirk hate rûxandin, derb li du wesayitên zirxî yên bi tîpa BMB hate xistin û zêdeyî 20 leşker û çeteyên Tirk hatin kuştin.
Şerê giran ê li herêmê dewam dike.
11:47
11:32
Li pênc eniyên Efrînê şerekî dijwar diqewime
Li bejahiya navçeyên Bilbilê, Şera, Mabeta, Raco û Şiyê danê vê sibehê şer û bomberdûmaneke dijwar dest pê kir. Şerê li herêmê dewam dike.
BILBILÊ
Balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker bombe ji gundên Uka Qestelê, Çulaqa Xidriya û Şerqiya heta gundê Baxçe bombe li herêmê dibarînin.
ŞERA
Li gundên Îkidamê, girê Şîmşek, Arabê Wêranê û Dirswanê danê sibehê saet 5'an şerekî dijwar dest pê kir. Balafirên şer jî bombe li hin deveran barandin.
RACO
Li seranserê xeta sînor şer diqewime. Artêşa Tirk a dagirker bi balafirên şer û topan, herêmê bomberdûman dikin.
ŞIYÊ
Danê sibehê saet 5'an li derdora gundê Hêkçê bomberdûman hate kriin. Şerê li vê herêmê dewam dike.
Şerê li derdora navçeyên Şera, Bilbilê, Raco, Mabeta û Şiyê bi dijwarî dewam dike.
11:18
11:18
11:17