Rewşenbîrên cîhanê ji bo Efrînê gotin: Hûn jî dengê xwe hildin!

Ji çar hêlên cîhanê rewşenbîr li dijî dagirkeriya Tirkiyê ya li ser Efrînê derdikevin. Gelek nivîskar, dîrokzan, zimanzan ku di nav wan de Alîkara Seroka Penê ya Navnetewî Lucîna Kathmann jî hene ji Yenî Ozgur Polîtîka re axivîn û helwest nîşan dan.

Ji çar hêlên cîhanê rewşenbîr li dijî dagirkeriya Tirkiyê ya li ser Efrînê derdikevin. Gelek nivîskar, dîrokzan, zimanzan ku di nav wan de Alîkara Seroka Penê ya Navnetewî Lucîna Kathmann jî heye ji Yenî Ozgur Polîtîka re axivîn û helwes nîşan dan.

Alîkara Seroka PEN’ê ku 144 navendên wê hene û 102 welat endamên wê ne Lucîna Katmaann û Seroka San Mîguel PEN’ê Judty Hîll bi daxuyaniyeke hepar gotin, ‘’Bi her hawî em li dijî vê êrîşê ne û em bang li her kesî dikin ku dengê hildin.’’

JI HÊLA SINCÎ Û LEŞKERÎ VE ŞAŞ E!

Rayedarên PEN’ê gotin, ‘’Efrîn bajarekî Kurdan e ku bûye hedefa êrîşên Tirkiyê, yê ne li Tirkiyê ye. Ev bajarê ku li dijî Tirkiyê ti êrîş jê çênebûne li welatê cîran Sûriyê ye. Ji bo vê jî nayê fêhmkirin bê ka çima Tirkiye sînorê xwe dibezîne diçe aliyê dî ku ti danûstandina wan bi hev re nîn e, dagir dike û nayê fêhmkirin bê ka çima êrîşê dibe ser bajarekî wiha ku ti gefa wê ji bo Tirkiyê nîn e.’’ Rayedarên PEN’ê bi domdarî gotin ,’’Baş e, arîşe çiye?’ û wiha domandin, ‘’Hinceta ku dibêjin, hin kesên ku li Tirkiyê bi terorê têne têne tawanbarkirin xwe li Efrînê girtine. Ji bo vê jî artêşa Tirk îdîa dike ew dixwaze yên ku ew vehewandine jî ceza bike. Lê artêşa Tirk Efrînê bombe dike ku Efrîn li welatekî dî ye ku Tirkiye bi vî welatî re neketiye şerekî. Ji bo vê jî ev ne tenê tevdîreke zêdegavî ye, li vî bajarî her kî hebe, ev kirin ji hêla sincî ve jî û leşkerî ve jî şaş e.’’

FOBIYA TIRKIYÊ YA JI KURDAN

Rayedarên PEN’ê diyar kirin ku Efrîn bi xwerêveberiyê tê rêvebirin, bal kişandin ser fobiya Tirkiyê ya li bara Kurdan û gotin ,’’Çi dema ku Kurd hewl didin ku çarenûsa xwe diyar bikin Tirkiye vê li dijî xwe weke gefekê dibîne. Dema ku li devereke dî vê dikin jî xwe li vê fikrê ranagirê. Herêma Kurd a xweser a li Iraqê weke dîriyekê di Tİrkiyê diçe lê ev der ji hêla civaka navnetewî ve tê parastin. Lê Efrîn bêparastin e. Ti têkiliya rewşê bi DAÎŞ’ê re yan jî bi gelek derdorên dijberên hikûmeta Sûriyê an jî alîgirê wan re nîn e. Ne îdeolojîk e û ne jî stratejiyeke leşkerî li holê heye, tenê êrîşa dewleta Tirk a li dijî Kurdan e. Em bi her rengî li dijî vê êrîşÊ ne û em bang dikin ku her kes dengê xwe hilde.’’

HETÎKETIYEKE GLOBAL E

Srêçko Horvat

Nivîskar û felsevanê Xirvatî Srêçko Horvat got dagirkeriya Tirkiyê ya li ser Efrînê hetîketiyeke global e û got ,’’Tiştên ku li Efrînê dibin, hetîketiyke skandal e ku kînîzma hilbijartiyên dema niha nîşan dide. Ji jiyana mirov zêdetir girîngiyê didine firotina çekan. Elmanya tangên ku li dijî Kurdan wê werin bikaranîn difiroşe Tirkiyê, êdî em nikarin bibêjin ku ti têkiliya vê bi rastiya me ya Ewropayê re nîn e.’’

JI ÇIRÛSKÊN ŞOREŞÊ DITIRSIN

Nivîskar û Nûçegihan Tomasz Konicz

Tomasz Konîc jî bal kişande ser Şoreşa Rojava û got: Tirkiye, Îran, rejîma Esad: Hemû jî ji çîkên vê şoreşê ditirsin ku ji Rojava belavî hemû herêmê dibe.

Giringiya têkoşîna şoreşger a li Efrînê û Rojava ev e: Ev konjontûreke wiha ye ku siberojê wê herêm herêmê biguherîne. Şoreş an barbarî?

Ha ji bo vê: Divê Efrîn nekeve!

ZÛ TEVBIGERIN

Thomas Benedikter

Nivîskar û Ekonomîst ê ji herêma Xweser Bozenê ê Tîrola Başûr ê Italyayê jî ji bo Efrînê bang li raya giştî ya cîhanê dike û dibêje, ‘’Terora dewleta Tirk a li Efrînê rawestînin. Herêma Xweser a Rojava ya Bakurê Sûriyê biparêzin.’’

Benedîkter di nameya xwe de sûcê ku Tirkiye li Rojava-Bakurê Sûriyê rêz dike û dibêje divê Tirkiyê were darizandin.

Her wiha bêdengiya Ewropayê ya li bara êrîşên dagirker a li ser Efrînê weke şermekê tîne ziman û dibêje divê Ewropa tevbigere. Benedîkter banga parastina Rojava dike û dibêje herêma Xweser a Bozanê li gel Efrînê ye.

JI AXAFTINÊ ZÊDETIR TIŞT HEWCE NE

Dr. Tove Skutnabb-Kangas

Ji Fînlandiya Zimanzan û nivîskar Dr. Tove Skûtnabb-Kangas jî dibêje: ‘’Ez tişta ku Tirkiye li Kurdistanê, li Efrînê dike pir kambax dibînin lê wiha xuya dike ku ji bo Erdogan e ne girîng e bê ka em çi dibêjin, çi dinivîsin. Jê zêdetir hewce ye.’’

JI QIBRISÊ TA BI EFRÎNÊ: EM BI WE RE NE

Dr. Ahmet Djavit An

Ji Qibirisê Dr. Ahmed Djavît An: ‘’Welatê min Qibrin ji 1974’an ve ji hêla êrîşkariya Tirk ve tê dabeşkirin, paqijiya etnîk lê tê kirin û dagirikirin. Ez dixwazim dengê xwe yên li dijî şerê li welatê cîran Sûriyê derbixim û dixwazim diyar bikim ku ez li gel gelê Efrînê me.’’

DIVÊ ZEXT LI TIRKIYEYÊ WERE KIRIN

Prof. Dr. Elmar Altvater

Siyasetzan û nivîskar ê Elman Prof. Dr. Elman Altvater jî li dijî dagirkeriya li ser Efrînê xwedî helwest e û dibêje, ‘’Belê ez tevlî protestoya we ya li dijî dagirkeriya Tirk a li Efrînê,li deverên dî yên Sûriyê dibim.’’ Ev binpêkirina hiqûqa navnetewî, mafê mirovan û binpêkirina mafê gelan e. Divê zexta li ser hikûmet, artêşa Tirk were kirin ku di cih de dawî li êrîşên xwe yên terorîst ên dijî Kurdan bînin.’’

EFRÎN KANA MORALÊ YE

Dr. Annelies Broekman

Dr. Annelîes Broekman jî diyar dike ku berxwedaniya gelê Efrînê ji wan pir girîng e û berxwedaniya Efrînê mînaka global a parastina jiyanê ye û ji bo tevgerên dadmendiya ekolojîk û civakî kana moralê ye.

ZÛ XAKA ROJAVA BITERIKÎNIN

Dimitri Roussopoulos

Nivîskar, Edîtor û weşanger Dimitri Roussopoulos jî dibêje êrîşa artêşa Tirk û komên wê yên çete ne tenê ji bo Kurdan gef e lê her wiha ji bo bi hezaran penabarê ku ji ber şer reviyane û xwe li Efrîna ewle girtine jî gefek e û dibêje ew bang li siyasetmedarên Tirk dikin ku zû xaka Sûriyê û Rojava biterikînin.

ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA