NY: Divê ‘operasyona’ li ser Efrînê bê rawestandin

Neteweyên Yekbûyî (NY), bang kir ku divê dewleta Tirk êrîşên xwe yên dagirkirina li ser Efrînê bide rawestandin.

Berdevkê Sekreterê Giştî yê NY’yê Anotonîo Gûterres Stephane Dûjarrîc bi civîna çapameniyê ya lidar xistî, daxwaz kir ku divê êrîşên li ser Efrînê bên rawestandin.

Dûjarrîc, hişyariya “Divê Tirkiye operasyonên xwe yên leşkerî bidin rawestandin. Her çiqasî şer geş û gur bibe wê ewqas di gihandina alîkariyêm mirovî de zorî bê kişandin.”

Dujarrîc anî ziman ku ji ber şerê li Efrîn û Rojhilatê Gûtê diqewime, welatiyên sivîl neçar dimînin warê xwe bihêlin  û koç bikin, her ku diçe êş mezin û xedartir dibe.

Stephane Dûjarrîc, bal kişand ku ji ber şerê rû dide di navbera aliyên li welêt ‘cudakeriyê’  zêde dike.