Berxwedana Kobanê ya Cîhanê hat silavkirin
Bi boneya 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê li Elmanya, Kanada, Swêd, Swîsre û Yewnanîstanê aktîvîte hatin lidarxistin. Di aktîvîteyan de êrîşên dagirî û qirker ên AKP-DAÎŞ’ê hatin lenetkirin.
Bi boneya 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê li Elmanya, Kanada, Swêd, Swîsre û Yewnanîstanê aktîvîte hatin lidarxistin. Di aktîvîteyan de êrîşên dagirî û qirker ên AKP-DAÎŞ’ê hatin lenetkirin.
ESSEN
Bi organîzekirina PYD û NAVEND’ê li Qada Stasyonê ya Essenê Roja Kobanê ya Cîhanê hat pîrozkirin. Di aktîvîteyê de li gel bi sedan kesî, Dîe Lînke, DÎDF û Komaleya Jinê ya Elman a Courage Essen jî amade bûn.
Piştî rêzgirtinê daxuyanî hat dayîn û wiha hat gotin; “Kobanê kelheyek sembol e, kelheyek berxwedanê ye. Ji bo gelên Rojhilata Navîn bû hêviyek. Di heman demê de ji bo gelên ku dixwazin li ber xwe bidin jî bû mînakek. Kobanê bi jin û mêran, berxwedan nîşanî tevahî cîhanê da.”
Pîrozbahî bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bijî Berxwedana Kobanê”, “Şehîd Namirin” bi dawî bû.
BERLÎN
Li paytexta Elmanya Berlînê pîrozbahiya Kobanê li Parka Schoneberg Kleis bi meşekê dest pê kir. Di aktîvîteyê de tevî NAVDEM, DESTDAN, Meclîsa Jinê, PYD, Ciwanên Rojava, HDK, CÎK, ATİK, MLKP û antî faşîstan gelek sazî amade bûn.
Di meşê de şehîdên ku di berxwedana Kobanê de jiyana xwe ji dest dan hatin bibîranîn, dirûşmeyên “Qatil Erdogan”, “Bijî Serok Apo”, “Her Der Berxwedan Her Der Kobanê”, “Kurdistan Goristan Ji Bo Faşîstan” hatin berzkirin.
Meşa ku tevî baranê jî bi sedan kes tevlî bûn, li Wittenbergplatz bi dawî bû.
TORONTO
Li bajarê Toronto yê Kanadayê jî bi boneya rojê aktîvîte hat lidarxistin. Di meşê de ku li navenda bajêr hat lidarxistin, bi tevlîbûna gelek Kurdistanî û dostên wan pêk hat.
OREBRO
Li bajarê Orebro yê Swêdê jî Roja Kobanê ya Cîhanê li Qada Storatorget hat pîrozkirin.
Di aktîvîteyê de Siyasetmedarê Swêdî Lars Molîn diyar kir ku ji ber desteka lazim nedane Kobanê wek Ewropiyekî ji gelê Rojava û Kobanê lêborînê dixwaze.
Di çalakiyê de li dijî êrîşên AKP’ê banga piştevaniya Rojava hat kirin.
Di çalakiyê de ku belavokên têkîldarî berxwedana Kobanê hatin belavkirin, dirûşmeyên ku lenetê li dewleta Tirk dibarînin hatin berzkirin.
BASEL
Li bajarê Basel ê Swîsreyê jî di pêşengiya pêkhateyên HDK’ê û Navenda Civaka Kurd a Demokratîk de ji qada Claramattpark heta qada mîtîngê ya Markplatzê meşek hat lidarxistin.
Piştî meşê ku alên PKK’ê, MLKP’ê, HDK, YPG, YPJ’ê hatin bilindkirin, daxuyaniya çapemeniyê hat dayîn. Di daxuyaniyê de li ser girîngiya serkeftina li dijî DAÎŞ’ê hat rawestandin.
Parlamenterên Swîsreyî jî axivîn, diyar kirin ku li dijî dîktatortiya Erdogan li cem gelê Kurd in.
Sekreterê Giştî yê SP Brigitte Hollinger jî got pêwîst e hikûmeta Swîsreyê li dijî rejîma Erdogan gavên berbiçav bavêje. Her wiha girtina Hevşaredarên Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli jî şermezar kir.
Di aktîvîteyê de dansa agir a ji hêla Navenda Çanda Med a Baselê jî hat pêşkêşkirin. Aktîvîte piştî govendên li ber stranên berxwedanê bi dawî bû.
LOZAN
Li Bajarê Lozan ê Swîsreyê jî Kurdistanî li qada Montbenon li hev civiyan, heta Qada Ripponne bi meşaleyan meş li dar xistin.
Li ser navê Tevgera Kurd Serhat Berxwedan axivî, destnîşan kir ku Berxwedana Kobanê konsepta îmhayê ya AKP û DAÎŞ’ê pûç kiriye.
Parlamenterê Partiya Sosyalîst a Swîsreyî (PS) Nicolas Rochat û Rêveberê PS Îhsan Kûrt jî di axaftinên xwe de Yekîtiya Ewropayê ji ber tawîzên dide Erdogan rexne kirin.
BERN
Li bajarê Bern ê Swîsreyê jî bi meşek meşaleyî ve pîrozbahiya Kobanê pêk hat.
Di meşê de ku ji qada Helvetiaplatz dest pê kir, bi sedan Kurdistanî û dostên wan amade bûn.
Parlamenterê berê yê HDP’ê Demîr Çelîk jî di çalakiyê de axivî.
Girse, piştî axaftinan heta Weishausplatz bi dirûşmeyan meşiya. Li vir jî nûnerên PYD û MLKP’ê axivîn. Çalakî bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.
ATÎNA
Li paytexta Yewnanîstanê Atînayê jî Kurdistaniyan piştî çalakiya 4 rojan a protestokirina AKP’ê, Roja Kobanê ya Cîhanê pîroz kirin.
Girseyê ji Qada Sîntagma heta Sefîrxaneya Tirk meşek li dar xist, dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” got.
Kurdistaniya li ber Nûnertiya YE çalakiya rûniştinê li dar xistin, li dijî desteka ku YE dide Erdogan nerazîbûnên xwe anîn ziman. Li vir li ser navê Meclîsa Gelê Kurd a Yewnanîstanê Kendal Semsûr axivî, êrîşên qirker ên AKP’ê şermezar kir û Berxwedana Kobanê silav kir. Her wiha Serokê Enotita Panayatis Lafazanis û Parlamenterê Partiya Çep ê Elmanya Hansel Heike jî axivîn û desteka xwe ya ji bo têkoşîna gelê Kurd ragihandin.