Berxwedana Kobanê li Stenbolê hate silavkirin

Rêxistina HDP'ê ya bajarê Stenbolê bi wesîleya Roja Kobanê ya Cîhanê civîneke çapemeniyê li dar xist.

Rêxistina HDP'ê ya Stenbolê bi wesîleya 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê bi şiyara "Kobanê ya azad, cîhana azad" civîneke çapemeniyê li dar xist. Civî bi beşdariya pêkhateyên HDP û HDK'ê pêk hat. Hevserokê HDP'ê yê Stenbolê Cengîz Çîçek destpêkê axivî û êrîşên dewleta Tirk ên li ser Kobanê şermezar kir.

Çîçek işaret bi êrîşên faşîzma AKP-MHP'ê ya li ser Kobanê kir û got, "Berxwedana li wir tê kirin berxwedana hemû nirxên gerdûnî û mirovahiya pêşverû ye."

Çîçek diyar kir, bi berxwedana Kobanê re barbariya DAÎŞ'ê ne tenê li Rojhilata Navîn, li gelemperiya cîhanê têk çûye.

Hevserokê DBP'ê yê Stenbolê Alî Riza Bîlgîlî jî anî ziman, bi têkoşîna demokratîk a gelê Kurd re berxwedana Kobanê mezin bûye û got, "Êrîşa li vê berxwedanê hewldanek ji bo tepisandina gelên li vê derê ye. Lê em ê bi ser bikevin. Têkoşîna me ji bo wê yekê ye ku her kes di nava pîvanên demokratîk de bijîn. Li dijî zext û zilmê wê têkoşîna me bi ser bikeve."

'KOBANÊ PAŞEROJA ME YE'

Endamê Desteya Rêveber a HDK'ê Sedat Şenoglû jî got, "Kobanê ne rabirdûya me ye, Kobanê paşeroja me ye."

Berdevka Jinan a HDP'ê ya Stenbolê Aysûn Çeper da xuyakirin ku gelê Kobanê beden û îradeya xwe kir yek, bi rengekî bê eman li ber xwe da û hemû hêzên azadî û demokrasiyê yên li cîhanê bi rêzdarî bejna xwe li ber vê berxwedana Kurdan a li Kobanê tewand.