Berxwedana Kobanê di roja 85. de hat silavkirin

Berxwedana Kobanê di roja 85. de hat silavkirin

Berxwedana Kobanê ya ket roja 85. ji aliyê nobedarên li ser sînor ên li gundên Mehser û Miseynterê ve bi çalakiya zincîra ji mirovan hat silavkirin.

Li gel berxwedana YPG/YPJ'ê ya li Kobanê, nobeda li ser sînor jî di roja 85. a berxwedanê de biryardarî dewam dike. Mîna her rojê, beşdarên nobedê îro jî zincîra ji mirovan çêkirin. Welatiyan bi destê hev girtin û bi dirûşman berxwedana mezin a li Kobanê silav kirin.

li dû deqeyeke rêzgirtinê, çalakî bi dirûşmên "Bijî Berxwedana YPG/YPJ", "Bijî Serok Apo" û "Şehîd Namirin" bi dawî bû. Li dû çalakiya zincîra ji mrovan, nobedarên berxwedanê paqijiya hawirdorê kirin.