Berxwedana Kobanê di medya Elman de ye
Berxwedana Kobanê di medya Elman de ye
Berxwedana Kobanê di medya Elman de ye
Berxwedana hêzên YPG û YPJ'ê ya li dijî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê, di çapemeniya Elman de cihekî berfireh girt. Saziyên medyayê yên Elman rojnameya Frankfurta Allgemeine û kovara Der Spiegel ev du roj in Kobanê dixin manşeta xwe.
Li gel dewamiya êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li dijî bajarê Kobanê, berxwedana hêzên YPG û YPJ'ê di rojeva çapemeniya rojavayî de ye. Bi taybetî yek ji rojnameyên Elmanya yên xwedî tîrajeke bilind Frankfurta Allegemeine û kovara Der Spiegel, bi manşetên xwe yên li ser Kobanê derdikevin pêş.
Rojnameya Frankfurter Allegemeine, der barê êrîşên çeteyên DAIŞ'ê û berxwedana hêzên YPG û YPJ'ê de hevpeyvînek li gel Hevserokê PYD'ê Salih Muslim weşand û hişyariyên Muslim ên "Armanca DAIŞ'ê qirkirina Kurdan e" derxist pêş. Muslim di hevpeyvîna xwe de diyar kir ku terorîstên DAIŞ'ê ji bo herêmê ji pêkhateyan xalî bike ketine nava tevgerê û destnîşan kir ku ev çete di serî de çek her şêweyên alîkariyê ji Tirkiyeyê werdigirin.
‘GELO SREBRENÎTSAYEKE NÛ YE?’
Rojnameya Frankfurter Allegemeine di şîrove-nûçeyeke xwe ya din de jî sernavê "Gelo xeteriya Srebrenîtsayeke nû ye?" bikar anî. Di nivîsa bi îmzeya Michael Martens de hat gotin, "Li ser sînorê Tirkiye-Sûriyeyê Kurd ji bo jiyanê li ber xwe didin. Şîr û betanî bi tenê jî dikare bibe alîkar ji têkoşîna li dijî DAIŞ'ê re. Ewropa û Tirkiye niha neçar in tercîhekê bikin."
Nivîskar Martens şerê navxweyî yê Yûgoslavya yê salên 90'î bibîr xist û got, "Dema hêzên Sirp li Srebrenîtsayê qirkirin dikirin, çepgirên Elman li dijî Yûgoslavya derdiketin. Niha bi heman rengî Kurd ji bo xwe li jiyanê bigirin, têdikoş in û vê carê wekîlên Partiya Çep biryareke rast dan û bi dengekî bilind qirkirinê tînin ziman."
DER SPIEGEL: DIVÊ HELWESTA LI HEMBERÎ PKK'Ê BÊ GUHERTIN
Yek ji portalên înternetê yên li Elmanyayê gelekî tê xwendin malpera înternetê ya kovara "Der Spiegel" cihekî berfireh da berxwedana Kobanê. Di şîrove-nûçeyê de hat ragihandin ku Tirkiye û welatên Rojava li hemerî DAIŞ'ê kêm mane û bal hat kişandin ser têkoşîna PKK ya weke "rêxistina terorê" tê dîtin a li dijî DAIŞ'ê.
Di şîrove-nûçeya ku duh tevahiya rojê di malpera înternetê ya "Der Spiegel" de ma hat gotin ku têkoşîna PKK'ê ya li dijî DAIŞ'ê dimeşîne ji bo Tirkiye, DYA û YE pirsgirêk e. Di nivîsê de hat bibîrxistin ku Êzidiyên li Şengalê ji aliyê YPG'ê ve hatine rizgarkirin û ev nirxandin hat kirin:
"PKK a di şer de xwedî tecrûbe ye, li Iraq û Sûriyeyê li dijî DAIŞ'ê dikare têkoşîneke bi bandor bimeşîne. Ya rast ev rewş wê bi kêrî cîhana rojav bê, ji ber ku pêwîstî wê bi operasyona bejahî nemîne. Artêşa Iraqê li hemberî DAIŞ'ê kêm maye, artêşa Esad û mûxalîfên Sûriyeyê jî şikestine. Di vê rewşê de pêwîste DYA û YE helwestên xwe yên li hemberî PKK'ê di ber çavan re derbas bikin."