Berxwedana kedkaran di hefteya 28’an de ye

Berxwedana endamên cemaweriyê yên bi BHQ’ê ji kar hatin dûrxistin di hefteya 28’an de ye.

Kedkarên cemaweriyê yên endamên KESK’ê ku bi Biryarnameyên di Hikmê Qanûnê (BHQ) de hatin îxrackirin, heftê sê rojan li Altiyola Kadikoyê û Qada Azadiyê ya Bakirkoyê çalakiyan lidar dixin. Berxwedana karkeran ked hefteya 28’an. Kedkarên Cemaweriyê yên li Qada Azadiyê ya Bakirkoyê hatin gel hev pankarata li ser “Ji îxrackirinên derhuqûqî re na’, ‘Em ê vegerin ser kare xwe” nivîsandî vekirin. Her wiha li gel dovîzên li ser “Em li gel Nûriye û Semîh in”, “Wê BHQ’ê biçe em ê bimînin” nivîsandî wêneyên Gulmen û Ozakça jî hatin hilgirtin. Heman çalaki li Altiyola Kadikoyê jî hat lidarxistin. Mamoste Muhammed Sevînçtekîn ku bi BHQ’ê hat îxrackirin li ser navê kedkaran axivî. Sevînçtekîn bibîr xist ku îktîdara AKP’ê zilmê li hemû kedkar, karker û dengen muxalif dike û wiha axivî: “Lehî diçe, qûm dimîne. Wê rojekê dawî li zilma we bê. Hûn ê biçin lê wê serê zarokên we tewandî be. Lê wê bi saya vê berxwedanê serê zarokên me tim bilind be.”

Her wiha Sevînçtekîn vegera ser kar a keça Parlementerê AKP’ê yê Antalyayê bibîr xist û bal kişand ser hemşire Sevgî Balci ku piştî îxrackirinê întixar kir. Sevînçtekîn got ku hemşire Balci ji ber neheqiya lê hatiye kirin întixar kiriye. Sevînçtekîn destnişan kir ku taliya talî wê îktîdara AKP’ê winda bike û wê hesabê hemû pêkanîn xwe bide û bê darizandin.