Berxwedana ji bo Ahmet dewam dike
Berxwedana ji bo Ahmet dewam dike
Berxwedana ji bo Ahmet dewam dike
Li Hatayê, berxwedana piştî ji dest dayîna jiyana Ahmet Atakan a ji ber êrîşa polîsan li gelemperiya Tirkiyê belav bû, ket roja çaremîn. Taxa Armûtlû ya Hatayê û taxa Tûzlûçayir a Enqerê bûn navenda berxwedanê. Li Stenbol û Eskîşehîrê jî çalakî hebûn.
Li taxa Armûtlû ya Hatayê ku Ahmet Atakan lê jiyana xwe ji dest da, duh bi şev jî çalakî hebû. Bi sedan kesên li taxê kom bûbû, ji bo protestoyê xwesst ber bi Kolana Gunduz ve bimeşin. Lê belê koma li vê derê bend danî, rastî êrîşa polîsan aht. Ji ber ku polîsan li vê derê gelekî gaza îsotê bikar anîn, xwepêşandêr vekişiyan nava kolanan û li nava kolanan bend danîn û agir dadan. Berxwedana xwepêşandêran a bi kevir û fîşekên hewayî ya li dijî polîsan, heta derengiya şevê dewam kir.
Ev çar roj in polîs nikarin têkevin taxa Armûtlûyê. Sekna xwepêşandêran a l taxê jî heta derengiya şevê dewam kir.
LI TÛZLÛÇAYIRÊ BERXWEDAN DEWAM DIKE
Berxwedana Tûzlûçayirê jî, ku bi protestoyên li dijî projeya cemaetê ya hikûmeta AKP'ê ya mizgeft-mala cem destpê kir û bi mirina Ahmet Atakan re mezin bû, dewam dike. Bi hezaran kesên duh êvarê li qada Tûzlûçayirê hatin cem hev, agir dadan. Polîsan li qada mizgeft-mala cem, tedbîrên tund ên ewlekariyê stendin. Li taxê pevçûnên bi polîsan re heta derengiya şevê dewam kir. Li taxê elektrîk qut bû û tê gotin ku di encama pevçûnan de mirovên birîndar bûne, hene.
Li Enqerê, navnîşaneke din a protestoyan Dîkmen e. Xwepêşandêrên kuştina Ahmet Atakan protesto kirin, ji saet 20:00 û pê ve li taxa Dîkmenê hatin cem hev. Xwepêşandêran li taxa Dîkmenê bi konteynerên çopê bend danîn û agir pê xistin. Polîsan saet li dora 22:00 bi ava şid û gaza îsotê dest li xwepêşandanê werdan. Komên li nava kolanan belav bûn, xwepêşandanên xwe heta ber destê sibê dewam kirin.
KADIKOY LI SER PIYA BÛ
Li Kadikoy a Stenbolê, protestoyên bi çalakiyên ODTU destpê kirin û bi rojan dewam kirin, duh êvarê jî hebûn. Bi hezaran kesên ber destê êvarê li hev kom bûn, rastî êrîşa polîsan a bi TOMA û fîşekên plastîk hatin. Di êrîşa polîsan de gaza îsotê jî bi zêdehî hat bikaanîn û herî kêm 6 kes birîndar bûn. Pevçûnên li nava kolanan belav bûn, heta ber destê sibê dewam kirin.
Ji aliyê din ve, hat ragihandin ku li Qereqola Rihtimê polîsan du jinên di xwepêşandanan de binçav kiribûn tazî kirine û li wan geriyane. Hat gotin ku polîsan li cihê bûyerê bi awayekî fîzîkî û devkî êrîşî parêzeran jî kirine.
LI TAXA GAZÎ BEND HATIN DANÎN
Bi hezaran kesên xwestin kuştina Ahmet Atakan şermezar bikin, li Taxa Gazî çalakî pêk anîn. Xwepêşandêran konteynerên çopê wergerandin, bend danîn û benda ji textê bazarê jî şewitandin. Di dema bûyeran de xwepêşandêran beşek ji Kolana Îsmet Paşa ya li Taxa Gaziyê li trafîkê girtin. Polîsan li vê derê jî bi gaza îsotê û ava şid dest li çalakgeran werdan. Xwepêşandêran bi kevir û molotofan besiv dan êrîşa polîsan a bi maşînên zirxî.
LI ÎZMÎRÊ XWEPÊŞANDÊR RASTÎ ÊRÎŞA POLÎSAN HATIN
Li taxa Alsancak a Îzmîrê jî, xwepêşdanêrên li Xaçerêya Talapaşayê hatin cem hev, dirûşme qîriyan. Dûre jî li derbasoka pêşberî Dibistana Navîn a Gazî ya di navbera Xaçerêya Plevne û Talatpaşayê, bend danîn. Komê bi ibank û konteynirên çopê bend danî û agir pê xist. Di çalakiyê de rêya ji Xaçerêya Talatpaşayê diçû Gara Basmane û Xaçerêya Cumhuriyetê, li trafîkê hat girtin. Ji ber êrîşa polîsan pevçûn derket û bûyer demeke dirêj dewam kirin.