BERXWEDANA EFRÎNÊ DI ROJA 5. DE YE
Êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê di roja 5 de yen. Li gelek herêmên Efrînê bi balafirên şer û topbaran êrîş tê kirin. Şerekî giran di navbera şervanên QSD'ê û hêzên dagirker ên Tirk de diqewime.
Êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê di roja 5 de yen. Li gelek herêmên Efrînê bi balafirên şer û topbaran êrîş tê kirin. Şerekî giran di navbera şervanên QSD'ê û hêzên dagirker ên Tirk de diqewime.
23:13
Balefirên şer ên Tirkiyeyê gundên Hemam û Dîwayê yên Cindirêsê bomberdûman dike.
Artêşa Tirk topan diavêje navçeya Cindirêsê.
20:38
Artêşa Tirk gundê Şêr Xorzê yê navçeya Bilbilê bomberdûman kir.
Têkildarî bomberdûmanê agahiyên zelal nehatin bidestxistin. Hat ragihandin ku bomberdûmanê zêde dom kiriye.
20:23
Li Efrînê 'Berxwedana Mezin a Serdemê' a li dijî dagirkeriya artêşa Tirk û çeteyên wê di roja 5'emîn de ye. Artêşa Tirk û çeteyên wê cihên sîvîl dike hedef. Şervanên QSD'ê bi operasyonên taybet bersiv da dagirkeriya artêşa Tirk û çeteyên wê.
19:28
Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) dîmenên mal û xaniyên li Cindirêsê belav kir ên ku ji ber êrîşên hewayî yên artêşa Tirk hatine hilweşandin.
18:07
Meclîsa Tendirustiyê ya Kantona Efrînê eşkere kir ku di êrîşên dagirker de yên li dijî Efrînê, ji 20’ê Çileyê û heta niha 35 kesên sivîl şehîd bûne û 106 kes jî birîndar bûne.
16:15
Gelê Minbicê ji bo piştgiriya Efrînê daketin qadan û dagirkeriya Tirkiyeyê û çeteyên wê protesto kirin.
15:43
Artêşa Tirk derdora bajarokê Bedîna topbaran dike
Artêşa Tirk a dagirker derdora bajarokê Bedîna û gundê Qubê yên herêma Racoyê topbaran dike. Şerê li girê gundê Xelîl ê navçeya Mabata jî didome.
Balafirên şer ên Tirk a dagirker di vê kêliyê de jî li ser Efrînê digerin.
15:26
YPG'ê li ser malpera xwe ya înternetê wêne û dîmenê leşkerên Tirk û çeteyên wan ên li Girê Qûdê yê Efrînê hatin kuştin weşand.
15:14
QSD'ê encamên operasyona taybet a li herêma Şehbayê li dijî artêşa Tirk a dagirker hate kirin, eşkere kir.
14:32
Balafirên şer ên Tirk bombeyan li dibistana Racoyê dibarînin
Artêşa Tirk a dagirker bombeyan li dibistana li navçeya Raco ya Efrînê dibarîne. Li ser encama bomberdûmanê agahî bi dest neket.
Artêşa Tirk duh bi şev jî bi balafirên şer êrîş biribû ser navçeya Raco û di encamê de ciwanek şehîd bûbû, dayik û xwişka wî jî ku li mala xwe bûn, birîndar bûn.
13:26
Artêşa Tirk a dagirker bombeyan li Şerawa dibarîne
Artêşa Tirk a dagirker bombeyan li navçeya Şerawa ya Efrînê dibarîne. Li ser encama bomberdûmanê agahiyeke zelal bi dest neket.
Artêşa Tirk bombe li navçeya Meydankê û gundên Hilûbiyê, Baflûnê, Qestel Cîndo û Kibêşînê yên navçeya Şerayê barandibû.
13:10
Balafirên şer ên Tirk li ser Efrînê digerin.
13:10
Li Şehbayê 7 leşker û çeteyên Tirk hatin kuştin
Berxwedana serdemê ya hêzên QSD'ê li dijî dagirkeriya Tirk li Efrîn û Şehbayê bi dijwarî dewam dike.
Li derdora gundên Şêx Îsa û Şeala yên Kantona Şehbayê, li dijî leşker û çeteyên artêşa Tirk a dagirker, du çalakiyên taybet hatin kirin.
Li gorî agahiyên gihîştin ber dest, 7 leşker û çeteyên Tirk hatine kuştin, tankek û wesayiteke zirxî hatine rûxandin.
Şerê li vê herêmê dewam dike.
12:57
ANHA'yê dîmenê êrîşa bi balafirên şer a duh ku li navçeya Raco hate kirin, weşand.
Ji ber êrîşa hewayî, ciwanekî li mala xwe bû şehîd bû, dayik û xwişka wî jî birîndar bûn.
12:14
QSD'ê encama şerê roja çaremîn ê berxwedana Efrînê yên li eniyên Cindirêse, Şiyê, Raco, Şera, Bilbilê yên Efrînê û herêma Şehbayê eşkere kir. Li gorî vê yekê 203 leşker û çeteyên Tirk hatin kuştin, ku 4 jê fermandar in.
12:04
Di roja pêncan a êrîşên dagirker ên bi ser Efrînê de bi balafirên şer li ambûlansa Heyva Sor a Kurd xistin.
11:11
Navenda Ragihandinê ya YPG'ê dîmenê şerê li gundê Hemamê yê Cindirêsê weşand, ku di vî şerî de hêzên Tirk ên dagirker hatin têkbirin.
Dewleta Tirk û êrîşên xwe yên ji bo dagirkirina Efrînê didomîne, bombeyan li navçeya Bilbilê dibarîne. Li Şehbayê jî topbaraneke giran tê kirin.
Navçeya Bilbilê ya Efrînê ji aliyê balafirên şer ên Tirk ve tê bombekirin. Li ser encama bomberdûmanê agahiyeke zelal bi dest neket.
Wekî din, artêşa Tirk a dagirker topan diavêje navçeya Meydanke û gundên Hilîbûyê, Baflûnê, Qestel Cindo û Kibêşînê yên navçeya Şera.
Li Şehbayê jî topên davêjin ser gundê Um Hoş ê.
Bombekirin didome.
Êrîşa dagirkeriyê ya dewleta Tirk ku li dijî Efrînê dike, di roja pêncan de ye. Gel û şervanên Efrînê ji bo parastina welatê xwe, bi şiyara "BERXWEDANA MEZIN A SERDEMÊ" li dijî dagirkeran li ber xwe didin.