QSD: Li Cindirês û Şerayê şerekî giran heye

Navenda Çapemeniyê ya QSD’ê bîlançoya 24 saetên Berxwedana Serdemê weşand û diyar kir ku li Şera û Cindirêsê şerekî giran heye.

Navenda Ragihandina QSDʹê bîlançoya şerê 24 saetên dawî yên şerê Efrînê diyar kir.

QSDʹê bîlanço bi daxuyaniyekê hat diyarkirin.

Daxuyanî wiha ye:

ʺTevî ku Konseya Ewlekariyê ya navneteweyî biryara hejmar 2401 a rawestandina şerê li Sûriyeyê girt, dewleta Tirk êrîşên li dijî herêma Efrînê didomîne û biryara rawestandina şer binpê dike. Dewleta dagirker bi hemû cûreyên çekan û balafiran li gelê me siyaseta qirkirinê dide meşandin. Li hember van êrîşan em neçar in di çarçoveya mafê xweparastinê de, bersiva êrîşan bidin.

Bîlançoya şerê 24ʹê saetên dawî yên şerê Efrînê wiha ye:

EFRÎN

Ji saetên sibehê ve, navenda bajarê Efrînê bi çekên giran rastî topbarana Artêşa Tirk a dagirker tê û taxên sivîlan dikin hedef.

CINDIRÊS

Li herêmê şerê giran bênavber dom kir. Her wiha Artêşa Tirk a dagirker bi top û balafiran bênavber êrîşî herêmê kir. Dagirkeriya Tirk û çeteyên DAIŞ û El-Nusra li vê herêmê komkujiyan didomînin.

Duh di saetên nîvro de topbaran û bombebarana li ser herêmê dijwartir bû û heta saetên êvarê dom kir. Saet di 21.00ʹan de jî balafirên şer û helîkopterên Kobrayê dest bi bombebarana herêmê kirin. Bombebaran heta saetên derengiya şevê dom kir. Îro di saetên sibehê de jî balafiran û helîkopteran dest bi bombebarana herêmê kirin. Bi bombebaranê re hemwext, li herêmê şerekî dijwar di navbera hêzên me û artêşa dagirker û çeteyên wê de diqewimî.

ŞERA

Li gundên Kefer Cenê û Meserkê şerê giran ê di navbera hêzên me û Artêşa dagirker de di roja sêyemîn de didome. Li aliyekî din jî Artêşa dagirker bi çekên giran û balafiran êrîşî herêmê dike. Şerê li herêmê didome.ʺ