Bomberdûmana li ser Cindirêsê dewam dike

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser navçeya Cindirêsê ya Efrînê dewam dikin. Duh li navçeyê 4 sivîl hatibûn kuştin.

Êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê di roja 48'an de ne. Bomberdûmana herî giran a bi balafirên şer li navçeya Cindirêsê tê kirin. Arteşa Tirk a dagirker ku li vê derê êrîşî cih û warê sivîlan dike, duh 4 sivîl kuştibû.

Êrîşên bi balafirên şer duh bi şev jî dewam kirin. Şervanên YPG/YPJ'ê bersivê didin êrîşên dagirkeran. Şerê giran ê li navçeyê dewam dike.

Navçeya Cindirêsê ku li aliyê başûrê rojava yê Efrînê ye, xwedî girîgiyeke stratejîk e. Artêşa Tirk a dagirker dixwaze Cindirêsê dagir bike û yekser êrîşî navenda bajarê Efrînê bike.