Êrîşa li ser Efrînê: Keşf û agahî ji NATO'yê, êrîş ji artêşa Tirk

NATO di çarçoveya têkoşîna dijî DAÎŞ'ê de Efrîn jî di nav de tevahiya qada hewayî ya Sûriyeyê bi berfirehî dişopîne. Eşkere bû ku artêşa Tirk hê jî bi hêsanî digihêje agahiyên bi balafirên AWACS ên NATO'yê tên komkirin.

Dewleta Tirk a dagirker ku bi destûra Rûsyayê li dijî Efrînê dest bi êrîşê kir, eşkere bû ku ji Rêxistina Peymana Atlantîk a Bakur (NATO) bi xurtî sûdê werdigire.

Balafirên radarê yên NATO'yê AWACS ku tê wateya "Ji hewayê îxbar û kontrola lezgîn", di çarçoveya têkoşîna dijî çeteyên DAÎŞ'ê de 24 saetan bi rengekî bê navbera li ser Sûriyeyê digerin, wêneyan dikişînin û agahiyan didin hev. Tevî ku têkoşîna li dijî DAÎŞ'ê kêm bûye jî ev agahî hê tên komkirin. Agahî ji Navenda Tevgera Hewayî ya Yekkirî ya li Qatarê (Combined Air Operation Center- CAOC) tê ragihandin.

Tirkiye ji ber ku endamê koalîsyona têkoşîna dijî DAÎŞ'ê ye, di her kêliyê de hê jî dikare xwe bigihîne van agahiyan. AWACS tevî ku ala NATO'yê li ser e, balafirên artêşa Elman in. Piştî ku sosyal demokrat li Elmanyayê ji nû ve bûn hevparê koalîsyonê, partiya populîst a rastgir Alternatîf ji bo Elmanyayê (AfD) li meclîsa federal bû partiya mûxalefetê ya bingehîn. AfD'ê ji hikumeta federal pirsî ku di dema êrîşên dijî Efrînê de balafirên AWACS û Tornado çi karî dikin.

ELMANYA: TORNADO LI EFRÎNÊ NAYÊN BIKARANÎN

Pêşnûme pirsa ji 6 xalan ji aliyê wekîlên AfD'ê Rüdiger Lucassen û Gerold Otten ve hate pêşkêşkirin. Hikumeta Merkel bersiv da pêşnûme pirsê û li ser rewşa dawî ya AWACS û Tornado û helwesta li ser êrîşên li dijî Efrînê agahî da. Bersiva ku 27'ê Sibata 2018'an hate dayin û gihîşte ber destê ANF'ê, bi kurtasî wiha ye:

Hikumeta federal êrîşa leşkerî ya dewleta Tirk a li ser herêma Efrînê çawa tê nirxandin?

Hikumeta federal mîna beriya niha, niha jî ji ber şerê leşkerî yê li bakurê Sûriyeyê gelekî bi fikar e. Hikumeta federal ji bo pêşî li dorfirehbûna şer bigire, bike ku alîkariya însanî bigihêje û parastina gelê sivîl bi partnerên xwe yên navneteweyî re di nava têkiliyê de ye. Divê fikarên Tirkiyeyê yên li ser ewlekariyê li ber çavan bên girtin, lê belê ji bo li Sûriyeyê şerekî nû yê leşkerî rû nede, di rêya aştî û aramiyê de divê danûstandinên siyasî werin kirin.

Êrîşa leşkerî ya Tirkikyeyê ya li ser herêma Efrînê, li xala 51. ya Peymana Neteweyên Yekbûyî tê yan na?

Tirkiyeyê roja 22'ê Çileya 2018'an agahî da Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ku operasyona 20'ê Çileyê dest pê kir li gorî Xala 51'ê ya Peyaman NY di çarçoveya parastina meşrû de dike. Tirkiyeyê ragihand ku ji ber êrîşên terorê yên il nav Sûriyeyê tên kirin, gef li sînorê wan tê xwarin. Tirkiye eşkere dike ku bi rêya vê operasyonê li dijî xeteriya terorîst mafê xwe yê parastinê bi kar tîne. Ji bo hiqûqa navneteweyî ya li ser encamên leşkerî yên şênber bikevin dewrê, divê hemû şert û merc werin nirxandin. Hikumeta federal vê gavê ne xwedî hemû agahiyan e ku ketina dewrê ya hiqûqa navneteweyî di vê mijarê de mafdar bibîne.

Haya hikumeta federal jê heye ku artêşa Tirk xwe digihîne agahiyên ji aliyê balafirên keşfê yên Tornado ve tên komkirin?

Hemû dewletên endamên koalîsyona navneteweyî ya têkoşîna li dijî DAÎŞ'ê dikarin xwe bigihînin agahiyên ji aliyê balafirên keşfê û efserên Elman ve tên komkirin. Tirkiye jî di nava van dewletan de heye.

Haya hikumeta federal jê heye ku artêşa Tirk xwe digihîne agahiyên ji aliyê AWACS'an ve tên komkirin?

Ji bo destekê bide koalîsyona navneteweyî ya têkoşîna li dijî DAÎŞ'ê balafirên AWACS ên NATO'yê li ezmanan çavdêriyê dikin, wêneyan dikişînin û agahiyan kom dikin. Ev agahî ji bo koalîsyon karibe bi kar bînin tên amadekirin. Ji Navenda Tevgera Hewayî ya Yekkirî (Combined Air Operation Center- CAOC) ya li baregeha Al Udeid a li Qatarê re tên şandin. Weke endamekî koalîsyona navneteweyî ya têkoşîna li dijî DAÎŞ'ê, Tirkiye jî dikare xwe bigihîne van agahiyan.

Haya hikumeta federal jê heye ku agahiyên bi balafirên keşfê yên artêşa Elman tên komkirin di şerê dijî YPG'ê de tên bikaranîn an na?

Agahiyên ji aliyê balafirên keşfê yên artêşa Elman ve tên komkirin, ji bo bikaranîna armanca diyarkirî, bi sernavê 'Tenê ji bo operasyona dij bi DAÎŞ'ê' tên parvekirin. Balafirên Tornado yên Elman, ji destpêka sala 2018'an û vir ve li ser herêma Efrînê ya ku di kontrola YPG'ê de ye qet nefiriya ne."

PARTIYA ÇEP: DIBE KU AGAHÎ JI TIRKIYEYÊ RE JÎ HATIBIN DAYIN

Mîsyona Elmanyayê ya li Încîrlîkê timî bû mijara nîqaşê. Rojên ku barkirina ji Încîrlîkê kete rojevê, yek ji lîderên berê yên Partiya Çep Gregor Gysi got, "Bi agahiyên ku bi balafirên AWACS û Tornado ji aliyê artêşa Elman ve li Sûriyeyê tên komkirin, artêşa Tirk bombeyan li Kurdan dibarîne." Parlamenterê Partiya Çep Andrej Hunko jî daxuyaniyek da û got, "Agahiyên li Încîrlîkê tên komkirin gelo di ser Tirkiyeyê re digihêjin DAÎŞ'ê? Di vê mijarê de gelek fikarên me yên cidî hene. Me gelek caran ji hikumeta Merkel pirsîn, lê nekarî bersiveke pê bawer bigirin."