Bersuc Omer Guney çaygerê komeleya Turksporê derket
Bersuc Omer Guney çaygerê komeleya Turksporê derket
Bersuc Omer Guney çaygerê komeleya Turksporê derket
Raboriya bersûcê komkujiya Parîsê Omer Guney her diçe ronî dibe. Derket holê ku Guney ji 2003’an heta niha 2009’an li kargehekê gundê Waakirchen/Marienstein xebitiye. Hevalê wî yê ku 6 sala pê re xebitiye der barê Guney de wiha got: “Rojekê wesayîta xwe gulebaran kir. Piştî 2009’an di komeleya Turksporê de weke çayger xebitiye.”
Paşeroja bersûcê komkujiya Parîsê Omer Guney, k udi 9’ê çile de Sakîne, Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez qetil kir, her diçe zelal dibe. Di 24’ê çile de xwediyê xaniyê Guney yê Almanyayê ya bajaroka Schlîersee ji ANF’ê re axivîbû û îro jî der barê jiyana Omer ya navbera 2003- 2009’an agahiyên balkêş hatine bidestxistin.
Derbarê çûyîna Omer Ziya Guney a Almanyayê ya di 2003’an de agahiyeke zelal tune. Li gorî agahiyên çapemeniya tirk, xizmên wî dibêjin ji bo ku bi keça xaltîka xwe re bizewice ji Fransayê hatiye. Guney heta 2011’an li Bad Tolz û ji vê dîrokê şûnde jî çûye Schliersee. Xwediyê xaniyê wî yê Schliersee dibêje ku Guney di tebaxa 2012’an de bi giştî bûye Fransayê.
Guney piştî di 2003’an de tê Bad Tolz li fabrîkayeke ‘Kînshofer GmbH’ ya li gundê Marienstein/Waakirchen dixebite. Di wê demê de nêzî 40 penaberên tirk li wir dixebitin.
WESAYÎTA XWE GULEBARAN KIR
Karkerekî ku wê demê bi Omer Guney re xebitiye û ji ber ewlehiyê nexwest navê xwe bide diyar kir ku ew hevalê wî yê gelekî nêzîk bû û agahiyên balkêş da. Kesên ku nexwest navê xwe bide got Ome wê demê 1300 Euro maaş digirt û wiha got:
“Çawa ket vî karî nizanim. Lê ez bawer im li ser daxwaza karkerên tirk yên kargehê ketibû. Yanî bi hevkariya karkeran bawer im hatibû wergirtin. Hevalên wî yên nêz nîjadperestên tirk bûn. Di çente û berika wî de her tim kêr hebûn. Mereqa wî ya bo çekan pir zêde bû.
Heta rojekê baş tê bîra min wesayîta xwe biribû daristanekê û gule lê barandibû. Wî ji me re wisa got. Wesayita wî ji ber ku hatibû gulebarankirin sigorteyê tamîr nekir. Wî bi riyên qaçax temîr kir. Her tim îşlikê spî û şalê reş li xwe dikir.
Rêzefîlmê bi navê ‘Kurtlar Vadîsî’ (Newala Guran) temaşe dikir. Ji Polat Alemdar gelek hez dikir. Lê qet nêrîneke wî ya polîtîk tune bû. Qet bi siyasetê nezanibû. Carna li ser kar difikirî û deqeyan bê tevger dima.
MIN BIBE KOMELEYA ELEWIYAN
Hevalê Guney wiha pê de çû: “Di 2008’an de çû doktor. Ji me re got di serê min de ‘Tumor’ derketiye. Hinek kesên nîjadperst yên li kargehê bi wî re diçûn doktor. Min jê pirsî min got tu çima bi van re diçî? Digot ex almanî nizanim, tercumaniya min dikin.”
Duh xwediyê xaniyê Guney yê Schlîersee diyar kiribû ku Guney Almanî gelek baş dizanî. Her wiha li gorî hevalên Guney yên kar piştî demekê tê gotin ku tumora serê wî ya baş e û êdî neçûye doktor. Her wiha hevalên wî yên kar diyar dikin ku piştî demekê Guney dibêje ‘Min bibin Komeleya Elewiyan’.
Hevalê wî der barê vê de jî wiha dibêjin: “Çend caran ji min re got ‘Min bibe komeleya Elewiyan. Li vê herêmê gelek komeleyên elewiyan hene. Lê min got ‘tu rîtuelên ola Elewiyan nizanî. Em biçin dê ji bo wan eyb be’. Min qebûl nekir. Piştî vê jî qet mijar venekir.
DI 2009’AN DE KOMELEYA TURKSPORÊ DE XEBITIYE
Hevalê Guney diyar kir ku di serê sala 2009’an de li bajaroka Hausham di lokala komeleya Turksporê de wekê çayger xebitiye. Ez dibêjim qey herî kêm 6 mehan li wir xebitî.
Roja pêncşemê kesê bi navê Murat P di hesabê xwe yê Facebook’ê de li dîwarê hesabê kesê bi navê Murat G ku tê dîtin BBP’î ye û li Enqereyê dijî wêneyê Omer Guney yê li kargehê parve kiriye. Polat ji Murat G. re vê nîşeyê dinivîse: Ev wêne bi kesî re nîne ev serokê firmayê ye.”