Bersuc di salekê de ne sê, 10 caran çûye Tirkiyeyê!

Bersuc di salekê de ne sê, 10 caran çûye Tirkiyeyê!

Hat diyarkirin ku bersucê cinayeta li Parîsê ku di encamê de sê jinên Kurd ên siyasetmedar hatin qetilkirin Omer Guney di salekê de ne sê caran, 10 caran çûye Tirkiyeyê. Di serdana xwe ya dawiyê de jî çûye Tirkiyeyê.

Li gorî nûçeya NTV, MÎT û Emniyeta Tirk xwe gihandine agahiyên girîng ên derbar Guney de. Li gorî van agahiyan Guney beriya cinayeta 9’ê çileyê pêk hat ne sê caran 10 caran hatiye Tirkiyeyê.

JI NTV BERÛVAJÎKIRINA OSLOYÊ

NTV’yê ragihand: “Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, Guney serdana xwe ya dawiyê di dema belavkirina hevdîtinên Osloyê de 22’yê tebaxa 2012 hatiye Tirkiyeyê.” Lê hevdîtinên Osloyê hezîrana 2011 aşkere bibûn.

Di nûçeyê de tê destnîşankirin ku Guney di serdana xwe ya dawî de li Balafirgeha Ataturk a Stenbol peya bûye û heman rojê çûye Enqereyê. Di nûçeyê de tê diyarkirin ku Guney di pasaporta xwe de jî navê xwe yê rast “Omer Guney” bi kar aniye. Her wiha hat diyarkirin ku bersuc Guney piştre ji Stenbolê bi heman rêyê vegeriyaye Parîsê.