Bersiva Erdogan ya ji bo Bayik: Em samîmîne!

Bersiva Erdogan ya ji bo Bayik: Em samîmîne!

Serokwezîrê Tirk Erdogan balkişand ser daxuyaniya Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik ya der barê pêvajoya çareseriyê û got: “Nexşerêya me çi be, em li ser wê nexşerê dê bidomînin. Em di biryarên xwe de samîmîne. Em dê li pişt van biryarên xwe bi awayekî samîmî bisekinin.

Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan, çarçoveya Zîrveya Lîderan a G20  ya li bjarê St.Petersburg a Rûsyayê de daxuyaniyek çapemeniyê.

Erdogan da zanîn di operasyona der barê Sûriyeyê de niha biryarek hevpar tune û wiha got: “Niha ji ber ku biryareke Konseya Ewlehiyê ya NY’ê nîne operasyoneke hevpar dê nebe. Lê bi hêza koalîasyona hevpar ya tê avakirin dê operasyonek bibe. Hêzên vê koalîsyonê 5 welat dibe, 3 welat dibe, welhesil ancax tiştekî wisa bibe.

Erdogan bangên mudaxaleya li hemberî Sûriyeyê dubare kir û daxwaza piştgiriya hewayî ya muxalefetê û  fuzeyan kir. Erdogan got ku bi piştgiriya fuze û hewayî dê muxalîf ji bejayî ve pêşve biçin.

Erdogan balkişand ser daxuyaniyên hevserokê Konseya Rêveberiya KCK’ê Cemîl Bayik û hevserokê BDP’ê yê giştî Selahattîn Demîrtaş û wiha got: “Baskê siyasî cuda dibêjin, yên çiyan cuda dibêjin. Yanî wek polîsên baş û xerab her hal rola xwe parve kirine, di nokteyeke wisa de ne. Ji ber vê jî em li şûna li van nirxandinan binêrin, emê li karê xwe binêrin.

Erdogan da zanîndê li ser nexşerêya xwe bidomînin û di vê mijarê de samîmîne. Erdogan wiha got: “Nexşerêya me çibe, em dê li gorî wê bidomînin.  Em di biryarên xwe de samîmîne. Em dê li bi awayekî samîmî li pey biryarên xwe bin. Ji ber ku divê Tirkiye demildest ji vê belaya terorê xilas bibin.”

 Hevserokê Konseya Rêveberiya KCK’ê Cemîl Bayik, di 5’ê îlonê de di dema qebûlkirina heyeta Komîsyona Başûrê Kurdistan û Iraqê de ku di çarçoveya kampanyaya îmzeyan a ji bo azadiya Ocalan hatibû avakirin, axivîbû û diyar kiribû ku hikûmeta AKP’ê bi pakêtên sexte gel heta hilbijartinan mijul dike û wiha pê de çibû: “Dixwaze şer bike. em dê li dijî vê xwe biparêzin. Em gerîla didin rawestandin. Ger ew operasyonê pêk bînin emê jî parastina xwe ya rewa bikin.

Hevserokê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş jî daxuyaniya Cemîl Bayik nirxandibû û gotibû: “Bi qasî ku min fêm kiriye, tişta ku dixwaze bêje tê wateya ‘em gerîla bi zor didin sekinandin, bi zor digirin.” Her wiha diyar kiribû ku ger vekişîn mijara gotinê be, em dê vê bi daxuyaniyek fermî aşkera bikin.