Berpirsyarê xetimîna pêvajoya çareseriyê hikûmet e
Berpirsyarê xetimîna pêvajoya çareseriyê hikûmet e
Berpirsyarê xetimîna pêvajoya çareseriyê hikûmet e
Komîsyona Şopandina Vekişînê ya Wanê da xuyakirin ku berpirsyarê rêveçûna nebaş a pêvajoya çareseriyê hikûmet e û bang li hikûmetê kir ku nekeve nava helwestên pêvajoya çareseriyê dixe xeteriyê.
"Komîsyona Şopandina Vekişînê" ya bi destpêkirina vekişîna gerîla re hat avakirin, ev 5 meh in li hemû navçeyên Wanê geriya. Komîsyon tevî serdanên xwe yên li gundan, li gelek nuqteyan bi gerîlayên PKK'ê re hevdîtin kir û pêvajoya vekişînê ji nêz ve şopandin. Piştî nîqaşên dawî yên li ser pêvajoyê û daxuyaniya Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik ku digot, "hikûmet bi pakêtên sexte hewl dide gel heta hilbijartinê mijûl bike. Naxwaze pirsgirêkê çareser bike. Emê li dijî vê xwe biparêzin. Em gerîla radiwestînin. Eger em bibînin derketine operasyonê, emê li dijî van operasyonan xwe biparêzerin", atmosfera erênî ya pêvajoya çareseriyê veguherekî rewşeke tengezar. Ev rewş, komîsyona şopandina vekişînê dixe nava fikaran. Komîsyonê di daxuyaniya xwe ya ji bo ANF'ê de ragihand ku daxuyaniyên Bayik nayê wateya bidawîbûna pêvajoyê, lê belê balê dikşîne ser rewşa hikûmetê ku di qonaxa duyemîn de hînê berpirsyariyên xwe bicih neaniye.
"EV DAXUYANÎ NAYÊ WATEYA BIDAWÎBÛNA PÊVAJOYÊ"
Endamê Komîsyona Şopandina Vekişînê û Hevserokê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Şaxê Wanê Esen Gunay diyar kir ku gotinên Bayik nayê wateya bidawîbûna pêvajoyê, lê balê dikşîne ser rewşa AKP'ê ya xemsar ku hînê ji bo qonaxa duyemîn gav neavêtiye. Gunay got, "PKK'ê di qonaxa yekemîn de barê dikeve ser milê xwe hilgirt. Lê AKP'ê hînê tu gav neavêtiye û ev yek jî pêvajoya çareseriyê dixe xeteriyê. Raya giştî û em, ji ber vê yekê bi fikar û guman in. Pêwîste Serokwezîr helwestên xwe yên pêvajoyê dixe xeteriyê biterikîne û tavilê gavan biavêje. Sedema vê xetimîna pêvajoyê Serokwezî Recep Tayyip Erdogan û hikûmet e. Bi taybetî, bûyerên li Sûriyê diqewimin bandorê li pêvajoya çareseriyê dikin. Em hêvîdar in ku AKP dê berpirsyariyên xwe bicih bîne û pêvajoya çareseriyê dê bigihêje armanca xwe."
"EM BANG LI HER DU ALIYAN DIKIN KU BI XWÎNSARÎ TEVBIGERIN"
Serokê Komeleya Mafên Mirovan Şaxê Wanê Omer Işik jî da xuyakirin ku ji ber gavneavêtina hikûmetê ew bi fikarin û got, "Di hevdîtinên xwe yên li gel gerîlayên di ser rêya vekişînê de, gerîlayan ragihandin ku heron timî li ser wan difirin, lewma rêya wan a 3 rojan 10 rojan dewam dike. Hikûmet ji aliyêkî ve dibêje pêvajoya çareseriyê, lê ji aliyê din ve kalekol û HES'an çê dike, çê kiriye. Di ser de jî cerdevanên nû digire. Li gel vê rewşa dewletê jî PKK'ê pêvajoya vekişîna gerîla dewam kir û leşkerên dîl ên di destê xwe de serbest berda. Ev gavên erênî bûn ji aliyê Kurd ve. Lê mixabin hikûmetê berpirsyariyên xwe bicih neanî. Gotinên Serokwezîr li nava raya giştî rê li ber tengezariyê vekir. Serokwezîr got, "Bi zimanê dayikê perwerde nabe". Girtiyên ji doza "KCK" û parlamenterên vîna gel hînê girtÎ ne. Weke Rêxistinên Civakî yên Sivîl em banga xwînsariyê li her du aliyan dikin. Bi taybetî divê hikûmet berpirsyariyên xwe bicih bîne. Banga me li hikûmetê, meşandina pêvajoya aştiyê ye. Di qonaxa duyemîn de êdî berpirsyarî ya hikûmetê ye. Daxwaza me ji PKK û dewletê jî ew e ku teqez vê pêvajoyê dewam bikin."
"HIKÛMETÊ EV 9 MEH IN GAVEK BI TENÊ JÎ NEAVÊT"
Serokê TUHAD-DER Şaxê Wanê Ahmet Akgun jî da xuyakirin ku xelasbûna pêvajoya çareseriyê ne bi kêrî Kurdan ne jî bi kêrî Tirkan tê. Akgun diyar kir ku weke Rêxistinên Civakî yên Sivîl ew tu carî tiştekî weha naxwazin û got, "Di vê pêvajoyê de PKK'ê gerîlayên xwe vekişand derveyî sînor. Di rewşeke operasyonan de hêzên xwe vekişand. Lê hikûmetê di şûna gavan biavêje de, kalekolên nû, HES ên nû çê kir. Di ser de jî hejmara cerdevanan zêde kir. Gotinên xwe 'teror', 'rêxistina terorîst' her bilêv kir. Girtiyên nexweş jî serbest bernedaye. Di şûna ku gelê Tirk nerm bike, hikûmetê di vê pêvajoyê de ket nava helwesteke berevajî. Em daxuyaniyên Cemîl Bayik gelekî normal dibînin. Hikûmetê ev 9 meh in tu gav neavêtiye, ev yek jî rê li ber fikaran vedike. Em naxwazin êdî xwîn birije, darbestan hilgirin. Têkoşîna me ji bo vê armancê ye. Em ji rêveçûna pêvajoyê bi fikar in."