Berpirsyarê komkujiya Kerboranê Mehmet Tîre tev li refên AKP'ê bû

Berpirsyarê komkujiya Kerboranê Mehmet Tîre tev li refên AKP'ê bû

Berpirsyarê sereke yê komkujiya Kerboranê ya sala 1995'an Albay Mehmet Tîre xwe avêt hembêza AKP'ê. Tîre ku Şaredarê Gumuşluk a Bodrûmê ye ji DP'ê derbasî nava AKP'ê bû. Di doza Mehmet Tîre tê de dihat darizandin de Tirkiye ji aliyê Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ve hatibû mehkûmkirin. 

Di Cotmeha sala 1995'an de, leşkerên ser bi Tabûra Jendermeyan a Kerboran a Mêrdînê, di operasyonê de bi dehan kes girtibûn binçavan. Piştî demekê li gel Kazim Aslan, Hiznî Dogan û Şaredarê niha yê BDP'yî yê Kerboranê Suleyman Aşa, gelek kes hatibûn berdan, lê belê ji Suleyman Seyhan (57), Abdûrrahman Coşkûn (21), Abdûrrahman Olcay (20), Mehmet Emîn Aslan (19), Nedîm Akyon (16), Seyhan Dogan (14) û Davût Altinkaynak (13) hay jê çê nebû.

Tevî hemû hewldanên malbatan jî, her carê ji wan re gotin "Me zarokên me berdan" û ew destvala vegerandin. Leşkerên ser bi Fermandariya Tabûra Kerboranê bi vê ve jî nehatin ser û zext li malbatan kirin. Ji malbatan re gotin, "Hûn terorîst in. Zarokên we çûn çiyê, çûn çawa û bi çi rengî tînin biçin bînin."

Piştî bi mehan di 6'ê Adara 1996'an de cesedê Suleyman Seyhan ê serjêkirî, ji aliyê gundiyan ve li bîrekê hat dîtin. Lê hay ji 6 kesên di heman rojê de hatin binçavkirin û windakirin, çê nebû.

Li ser israra malbatan, piştî 14 salan dozgeriyê di çarçoveya dosya Ergenekonê de dosya xizmên windahiyan ji nû ve vekir.

Li ser îfadeyên hin şahidên bûyer, malbat dîsa ketin nava tevgerê. Li ser vê yekê Dozgeriya Komarê ya Xwedî Erka Taybet a Amedê ferman da û li gundê Bagozu di sala 2012'an de dest bi kolandinê kir. Di encama kolandinê de hin hestî hatin dîtin.