Beriya Atakan bikeve erdê ji serê xwe derb xwar

Beriya Atakan bikeve erdê ji serê xwe derb xwar

Hat îdîakirin ku beriya Ahmet Atakan ê li taxa Armûtlû ya Hatayê jiyana xwe ji dest da bikeve erdê, ji serê xwe derb xwariye.

Parlamenterê CHP'ê yê Hatayê Hasan Akgol ku di meha Hezîranê de li otopsiya Abdûllah Comert amade bû got, "Birîna herduyan weke hev e. Balkêş e ku Ahmet bi windakirina kontrola xwe re ket erdê. Gumanên me hene."

Hasan Akgol li apartmana tê îdîakirina Ahmet Atakan jê ketiye lêkolîn kir û diyar kir ku fikar û gumanên wan ên li ser bûyerê dewam dikin. Akgol bibîr xist ku ew di 3'ê Hezîranê de di otopsiya Abdûllah Comert de amade bû û got, "Ez di dema otopsiya her du birayên me de amade bûm. Birînên herduyan jî mîna hev in. Dibe ku Ahmet ji banê ketibe, lê balkêş e ku kontrola xwe winda kiriye û piştre ketiye. Eger ji kontrolê neketibûya, dê dest û milê xwe bihejanda, ji bo alîkariyê biqîriya. Bi dîtina min Ahmet li vê derê derb xwariye. Dibe ku fîşekeke plastîk be y an jî kapsula gazê be. Der barê ketina wî de fikar û gumanên min hene."