Berhemên dîrokî yên Sûriyeyê tên talankirin

Berhemên dîrokî yên Sûriyeyê tên talankirin

Berhemên dîrokî yên Sûriyeyê, di şerê navxweyî de bi tunebûnê re rû bi rû ye.

UNESCO’yê da zanîn  6 avahiyên dîrokî yên li welat ji ber şerê navxweyî bi tunebûnê re rû bi rûne. UNESCO’yê diyar kr ku Bajarê Antîk yên Halebê, Bajarê Antîk yê Bosra, Bajarê Antîk yê Şamê, Crac des Chevalîers û kelehên Qal’an Salah El –Dîn û bajarê bi navê Palmîra ji ber roket, tank û çekan xesareke mezin dîtiye.

Li Sûriyeyê nêzî  10 hezar berhemên dîrokî di bin qeydan de ne. Ji ber şerê navxweî gelekên wan xesarên mezin dîtine. Di nava wan de bajarên antîk yên Halep û Şamê cih digirin. Agahiyên der barê van berhemên dîrokî de digihêje beriya Zayînê sala 3000’î.  Her wiha koşk û mizgefên bajar jî çanda Rojhilata Navîn a dema nêz nîşan dide.

Bajarê Busra ya 120 km li başûrê Şamê ye, şanoya anfî ya Antîk Romayê jî di bin tehdîdê ye.  Şanoya anfî ya aydê dema Romayê ye û keleha li dora wê di nava berhemên herî girîng de cih digire. Bajarê antîk û şanoyan anfî d nava Lîsteya Mîrateya Cîhanê de cih digire.

 Her wiha bajarê antîk yê Palmîra ku bi navê ‘Bûka çolê’ tê zanîn jî rêça guleyan lê hat dîtin.

Her wiha li Helebê berhemên di dema Sulatan Murat Calabî de ya sala 1665’an de hatine înşakirin; berhemên ji dema Yewnana antîk, Roma, Bîzans û Îslama zû mane jî zirar dîtine. Kovara Amerîkan TIME diyar kiribû ku berhemên dîrokî yên hatine dagirkirin bi çekan re dê teqeskirin.

Di rojên borî de Midûrê Giştî yê UNESCO Îrîna Bokova da zanîn ku divê xwedî li mîrateyên çandî yên cîhanê bê derkevin. Bokova bang kir ku ev mîrate bên parastin.

 

.