'Bekîr Bozdag hewl dide rastiya li Îmraliyê binixumîne'

Parêzerê Ocalan Rezan Sarica nerazîbûn nîşanî daxuyaniya Wezîrê Edaletê yê Tirk Bekîr Bozdag a li ser Îmraliyê da. Sarica got, "Wezîr rastiyê berevajî dike."

Wezîrê Edaletê yê Tirk Bekîr Bozdag duh bi daxuyaniyekê îdîa kiribû, ku di mijara ewlekariya Ocalan de ti pirsgirêk nîne. Parêzerê Ocalan Rezan Sarica bersiv da vê daxuyaniya wezîrê Tirk.

'BOZDAG HEWL DIDE RASTIYÊ BINIXUMÎNE'

Sarica da xuyakirin, ku Bozdag hewl dide rastiya tecrîda li Îmraliyê berevajî bike û got, "Bozdag hewl dide rastiyê binixumîne." Sarica bibır xist, ku ev 6 sal in ew ji bo hevdîtina bi muwekîlê xwe re serlêdanê dikin, lê hemû hatine redkirin. Parêzer Sarica got, "Tecrîda pênc salên dawî, ku mînakeke wê nîne, li dijî qanûnan û mafên mirovan e. Tecrîdkirina mirovekî di Rewşa Awarte û rewşa şer de jî sûcek e, ku ne yê qebûlkirinê ye. Ev yek îşkence ye."

'DAXUYANÎ NAKEVE ŞÛNA RASTIYÊ'

Sarica bal kişand ser fikarên gel ên li ser ewlekariya jiyana Ocalan, ku piştî hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê zêde bûn û got, "Ti daxuyanî nakeve şûna rastiyê. Lewma em her roj serlêdanê dikin. Fikarên me parêzeran û malbatê, heta hevdîtin li Îmraliyê neyê kirin, wê ji holê ranebin."