BDP’ê sala 2012 li Meclîsê siyaseteke alternatîf meşan

BDP’ê sala 2012 li Meclîsê siyaseteke alternatîf meşan

Parlementerên BDP û Eniyê li gel hemû astengî û êrîşan di sala 2012 de li Meclîsê xebateke alternatîf meşandin. Derbarê wan de bi dehan fezleke hatin amadekirin û ji bo betalkirina mafê wan ê destnedanê gelek sînyal hate dayin. Lê wekîlan ji pirsgirêkên hilberîn, mexdûriyeta wan, sucên nefretê, pirsgirêkên jinana, pirsgirêka zimanê zikmakî ,û binpêkirinên mafan ên di girtîgehan de û bi dehan pirsgirêkên din birin rojeva Meclîsê.

Wekîlên BDP/Eniyê ji 1’ê çile heta 28’ê berfanbara 2012’ê 1568 pêşniyarpirs, 63 pêşnûmeqanûn, 260 pêşnûmeyên ji bo lêkolînan û pirsyariyek dan meclîsê. BDP’yiyan di Lijneya Giştî ya Meclîsê de 643 caran mafê axaftinê girtin û 29 caran civînên komê û 165 civînên çapemeniyê li dar xist.

Piştî qedandina hevdîtinên ji bo butçeyê, meclîs 1’ê çileya 2012 kete bêhndanê. Koma BDP/Eniyê di vê pêvajoyê de bi giştî 643 caran kursiyê meclîsê bi kar anîn. Ji vana 27 axaftinên li derveyê mijarên meclîsê bûn.

Axaftinên BDP’yiyan ên li meclîsê rê li ber gotûbêjan vekir. Herî dawî parlementerên BDP’ê ji bo balê bikişînin ser parlementerên girtî, bi navê hevalên xwe yên girtî axivîn. Parlementerên partiyên din xwe li hemberî wêneyên parlementerên girtî yên ku li ser kursiyê meclîsê danîbûn jî ranegirtin.

PÊŞNIYARQANÛN

Koma BDP/Eniyê di sala 2012 de 63 pêşniyarqanûn da Meclîsê. Sernavê hin ji wan pêşniyarên ji bo qanûnan wiha ne: Kurtkirina dema girtinan, Guhertina madeyên rê nade azadiya raman û rêxistinbûnê, rakirina TMK’ê ji meriyetê, zêdekirina cezayê li ser sucên zayendî, naskirina mafê reda wijdanî, Bila 8’ê Adarê roja jinan bibe bêhndan, guhertinên ji bo çapemeniyê, rakirina qedexeya li ser propagandaya bi kurdî, sîgortaya bêkaraiyê, vekirina cemxaneyan, zêdekirina cezayên ji bo hewlanên lîcn û sucên nefretê, avakirina Komîsyona Rastî û Lihevkirinê, darxistina benda hilbijartinê bo ji sedî 3.

PÊŞNÛMEYÊN JI BO LÊKOLÎNÊ

BDP’ê ji bo pêşnûmeyan lêkolînê 260 pêşnûme pêşkêş kirin, hin ji vanan ev in: Pirsgirêkên serbixwe yên darazê, azadiya çapemeniyê, pirsgirêkên kedkaran, mafên hilberêneran, lêkolîna rastiyan/ pirsgirêka Kurd, qedexeya zimanê zikmakî, kuştin-komkujiyên kiryar nediyar, xwekuştinên leşkeran, komkujiya Dêrsimê, pirsgirêkên tenduristî, mafê mirovan ên di girtîgehan de, operasyonên KCK’ê, pirsgirêkên astengdêran, GAP, pirsgirêkên hawirdorê û HES, hejarî, pirsgirêkên hejarî, perwerde-tenduristî, tundiya li ser jinê, pirsgirêkên pîşandina mamosteyan, xweseriya demokratîk, qezayên kar,, penaberiya bi darê zorê êrîşên li ser BDP’ê, lêçûnên leşkerî, polîtîkayên Tirkiye li hemberî Sûriyeyê, pereyên ji bokarên veşartî, tecrîda li Îmraliyê, kuştina Ozal û mirinên bi fikar, Ahmet Kaya, zarokên kolana, cihên gorrên Seyid Riza û hevalên wî.

PIRSYARE Û PÊŞNIYARPIRS

Koma Eniya BDP/Kedê ji ber bûyer û êrîşên di cejna Newrozê de derbarê Wezîrê Navxweyî yê Tirk Îdrîs Naîm Şahîn de pirsyareyek pêşkêşê meclîsê kir.

Parlementerên BDP’ê di çarçoveya xebatan de di warê demokratîkbûn, mafê mirovan, daraz, perwerde, tenduristî, hawirdor, aborî, jiyana xebatê, qadên çandê û gelek qadên din bi giştî 1568 pêşnûmeyên nivîskî û devkî dan Meclîsê.

CIVÎNÊN ÇAPEMENIYÊ-CIVÎNA KOMÊ

Eniya BDP/Ked, di sala 2012 de bi giştî 29 civînên koma partiya xwe li Meclîsê pêk anîn, parlementerên wê 165 civînên çapemeniyê li meclîsê li dar xistin.

Gelek caran xizmên kesên bûne qûrbanên kuştinên kiryar nediyar, malbatên 34 kesên li Roboskî ji aliyê dewleta Tirk ve hatin qetilkirin, komên jinan û ji gelek beşên din ên civakê beşdar bûn.

Li hemberî van hemû hewldanan fezlekeyên ji bo betalkirina mafê destnedanê ya parlementerên BDP’ê fezleke hatin amadekirin.

Ji bo 29 parlementerên BDP’yi derdora 600 fezleke hatin amadekirin. Ev dosyayên li dijî BDP’ê hemû jî ji nêrînên wan ên siyasî pêk tên; fezlekeyên ji bo parlementerên AKP, CHP û MHP’ê jî ji ber “sextekarî, fesadiya îhaleyan, peywira xwe bi xirabî bi kar anîne, zimet, qelpezantî, şelandin, êrîşên zayendî....” di van waran de jî AKP di rêza yekemîn de ye.