BDP’ê êrîşa Tuzluçayirê şermezar kir
BDP’ê êrîşa Tuzluçayirê şermezar kir
BDP’ê êrîşa Tuzluçayirê şermezar kir
Navenda Giştî ya BDP’ê der barê bûyerên li Tuzluçayir ya Enqereyê daxuyaniyek da û got: “Êrîşên li Tuzluçayirê pêk hatine di heman demê de bêtehemuliya li hemberî baweriyên cuda ya welat jî derdixe holê.
BDP’ê daxuyaniyek nivîskî da û diyar kir ku bêtehemuliya hikûmetê ya li dijî elewî û muxalefeta civakî ya demokratîk duh careke din xwe daye der.
BDP’ê wiha got: “Gelê Tuzluçayirê ku ji bo projeya ‘mizgeft û malacemê ya’ di heman baxçeyê de ya navçeya Mamak a Enqereyê, protesto bike rstî êrîşa polîsan hat. Bi ava şid, gaza îsotê û guleyên plastîk êrîşê gel kirin û ne jin, ciwan, nexweş û zarok hedef hatin girtin. Di êrîşê de gelek kes birîndar bûn û gelek kes hatin binçavkirin. Hinek kes fîşekên gazê li serê wan ket û polîs ligel ev qas mirin û birîndariyan dîsa gel hedef girt û gule barand.
Êrîşên bi vî rengî yên li hemberî protesto û xwepêşendanên demokratîk, bêtehemuliya hikûmetê nîşan dide. Hikûmet ji bilindbûna dengê muxalefetê, anîna ziman ya daxwazên demokratîk ya li qadan ditirse û tehemulê dengên cuda ya li vî welatî qebûl nake. Çareyê di êrîşan de dibîne û kî dengê xwe bike, bi daraz, çapemenî û polîsên xwe êrîş dike.
Êrîşa li Tuzluçayîrê bêtehemuliya li hemberî bawerî, çand û nasnameyên cuda nîşan dide. Elewî bi salane jib o bawerî, çand û nasnameya xwe têkoşînê dimeşîne. Projeya ‘mizgeft-malacemê’ ku berdewamiya polîtîkayên hikûmetê ye, tê protestokirin.
Ger hikûmet samîmîbe divê destpêkê gelê Elewî guhdarî bike û daxwazên wan yên demokratîk dikat bigire. Daxwaza elewiyan ne projeya ‘mizgeft-malacemê’ ye. Daxwaza elewiyan eve ku azadî û nasnameya wan bikin bi ewlehiya qanûnî û dewlet ji ber hemû pêkanînên dij mirovahiyê ji wan lêborînê bixwaze.”
BDP’ê di daxuyaniyê de diyar kir ku divê hikûmet demildest dest ji van polîtî ûprojeyên xwe berde û got: “Em wek her tim dê şopdarên van daxwazên mafdar bin. Divê demildest kesên di bûyerên Tuzluçayirê de hatine binçavkirin bê berdan û dewlet ji gelê Tuzluçayirê lêborînê bixwaze.”