Wekîlê serokê Koma BDP’ê Îdrîsa Baluken diyar kir ku, li ser komkujiya Roboskê re ligel ku salek derbaz bû jî tu rayedarekî hikûmetê daxuyaniyek zelal nedaye û bi axaftinên spasî û plaketan kujeran xelat dikin.
Baluken di salvegera komkujiya Roboskiyê de careke din komkujî ji Serokwezîrê Tirk Erdogan pirsî.
Baluken di pêşnûmeya ku pêşkêşî Erdogan kir de diyar kir ku, salek di ser komkujiyê de derbaz bû lê tu daxuyanî nehat dayîn û wiha got: “Berovajî vê kujer bi axaftinên spasiyê hatin xelatkirin. Ji roja destpêkê ya komkujiyê ve we komkujî veşart.” Baluken ji Erdogan pirsa kê fermana komkujiyê da pirsî û got: “Beriya bombebaranê û şeva bombeberanê ji bo agahiyeke ku bê erêkirin hat an na?’ pirsî.
Balûken da zanîn ku, beriya bombebaranê pêşiya leşkeran tê girtin û hemûyan tînin gel hev û got kê fermana vê daye bila bê aşkera kirin.
Baluken pirsa; Çend balefir tevlî bombebaranê bûne, kê destûra rabûna balefiran daye û pîlot kîne? pirsî. Her wiha Baluken ev pirs pirsîn; Di çarçoveya komkujiyê de serî li îfadeyên kîjan peywirdarên dewletê hatine dayîn? Naveroka îfadeyên wan çine? Kîjan wezîr an jî leşkerê payebilind di nav van de heye? Di dema ku komkujî pêk tê ji aliyê gundiyan ve telefon hatiye kirin, qeydên van çine? Gundî di wê demê de telefon dikin û dibêjin zarokên wan li wirin, ligel vê çima bombebaran nehatiye rawestandin”