Bayik: Rêya bi tenê berxwedan e

Bayik diyar kir, di her mijarê de sînorê sebr û tehemûla gelê Kurd heye, lê belê dema mijar Ocalan be, gelê Kurd li kesî guhdarî nake. Bayik got, "Rêbertî bandoreke ewçend kûr li jiyana gelê Kurd kiriye, ku ev gel dikare ji bo wî her tiştî bike."

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik di gotara xwe ya vê hefteyê ya li rojnameya Yenî Ozgur Polîtîka de bal kişand ser xeteriya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û destnîşan kir, ku astengkirina hevdîtinê tê wateya îşkencekirina gel.

Bayik got, "Rêberê Gelê Kurd endamê her malbata Kurd e. Hevrêyê her kal, her ciwan, her jin û her zarokî ye. Ji ber vê yekê jî ti Kurd ji kirinên li dij vê rêbertiyê re bêdeng namînin; tiştên li dij vê rêbertiyê bên kirin ji bîr nake. Ne tenê ev nifş, nifşên bên jî jibîr nakin."

Nivîsa Bayik bi vî rengî ye:

"Ji 5’ê Nîsanê û vir ve destûr nayê dayin ku Rêberê Gelê Kurd bi malbata xwe re hevdîtinê pêk bîne. Ji 27’ê Tîrmeha 2011’an ve jî nahêlin bi parêzerên xwe re hevdîtinê pêk bîne. Ev ji xwe binpêkirina mafên mirovan a bingehîn e. Piştî hewldana darbeyê ya 15’ê Tîrmehê malbat, parêzer, gelê Kurd û hêzên demokrasiyê ji bo serwextbûna ji rewşa tenduristiya Rêberê Gelê Kurd daxwaza hevdîtinê kirin. Tevî hemû israran û çalakiyên gel nehiştin hevdîtina di navbera Rêberê Gelê Kurd û malbata wî de pêk were. Beranberî vê yekê nûnerê gelek saziyên demokratîk û siyasetmedarên hilbijartî dest bi grêva birçûbûnê kirin. Wezîrê Dadê ev çalakiyên birçîbûnê mîna, 'vê mijarê îstîsmar dikin' nirxand. 

ASTENGKIRINA HEVDÎTINÊ TÊ WATEYA ÎŞKENCEKIRINA GEL

Gotinên Wezîrê Dadê yên digot, 'îstîsmar dikin' yekser ji aliyê HDP'ê ve hate bersivandin. Gotin bila hevdîtin pêk were ev fikar ji holê rabin. Lê belê bi israr hevdîtin tê asteng kirin. Di vê rewşê de mafê gelê Kurd ê lidarxistina her cure çalakiyê heye. Di rewşa ku ji bo fêrbûna rewşa tenduristiya rêberê xwe de ev gel ewqasî bi israr e, astengkirina hevdîtinê tê wateya îşkencekirina gel. Li dij îşkence û zilma tê kirin, gelo gel dikare bêdeng û bê helwest bimîne? Bêgûman wê nemîne. Li dij vê rewşê wê jin û ciwanên Kurd têkoşînê bilind bikin. Ji xwe ji ber astengkirina hevdîtina Rêberê Gelê Kurd ciwanên ku hêrs dibin, berê xwe didin çiyayan. Berevajî gotinên Bînalî Yildirim ên digot beşdariya gerîla kêm dibe, ciwan bi israr û hîn bêhtir wê berê xwe bidin çiyayan. Dema mijara gotinê Rêberê Gelê Kurd be gelê Kurd tevahî, ciwan û jin ji bo ji tiştê vê rêbertiyê bi wan dane qezenckirin, bibin bersiv wê têkoşînê bilindtir bikin. 

AKP'Ê HÊ WATEYA RÊGERÊ GELÊ KURD ABDULLAH OCALAN JI BO GELÊ KURD FÊHM NEKIRIYE

Careke din hate dîtin ku AKP hêna tê negihiştiye ka ji bo vî gelî, ciwan û jinan Rêberê Gelê Kurd tê çi wateyê. Desthilatdariya AKP'ê her kes û hêzê siyasî mîna têgihiştina pêvajoya temenê xwe dinirxîne. Ji bo AKP'ê her tiştî di sala 2002'an de dest pê kir. Zanebûna wê ya dîrokê ewqas e. Ne di ferqê de ye ka vê rêbertiyê di 45 salan de çi bi vî gelî daye qezenckirin. Nizane ka di kîjan astê de vê rêbertiyê di hiş û dilê ciwan û jinên vî gelî de cihekî çawa girtiye. Ji ber vê yekê jî nizanin ka ciwan û jinên vî gelî ji bo vê rêbertiyê di kîjan astê de dikevin tevgerê û çalakiyan pêk tînin. Yên vê rewşê fêhm nekin mafê wan tine ye ku gilî û gazincan ji çalakiyên gelê Kurd, ciwanên Kurd, jinên Kurd û fedayiyên Kurd bikin. Eger tu vê zilmê li vî gelî bike, zarokên vî gelî jî bersiva pêwist wê bidin te. Gotina pêşiyan a 'tu çi biçînî tu yê wî biçinî' herî zêdê nêzîkatiya ji bo Rêberê Gelê Kurd rawe dike. Rêberê Gelê Kurd ne rêberek ji rêzê ye. Di dîrokê de ti rêberî di vê astê de bi gelekî ewqasî nedaye qezenckirin. Kurd ji xewa mirinê rakir, Kurd ê li ber tinebûnê bi ked û têkoşîneke mezin wergerand gelekî ku ji bo azadiya xwe li ber xwe dide. Kurd îro li Rojhilata Navîn gelê pêşeng ê têkoşîna azadî û demokrasiyê ye. Tevî tiştên dane qezenckirin rastiya rêbertiyekê ku ev 45 sal in vî gelî roj bi roj perwerde dike, heye. Rêberê Gelê Kurd ne tenê rêberekî siyasî an pêşengê tevgerê ye; ev rêbertî di heman demê de mamosteyê civakê ye jî. Rasterast an endirekt tim bi gel re di nava têkiliyê de bû. Bi hemû pirsgirêkên gel re eleqedar bû, di van mijaran de analîz kirin û rêya çareseriyê nîşanî wan da. Ji ber vê yekê ji bo tevahiya gel yekîtiyeke derûnî pêk anî. Rêberê Gelê Kurd endamê her malbata Kurd e. Hevrêyê her kal, her ciwan, her jin û her zarokî ye. Ji ber vê yekê jî ti Kurd ji kirinên li dij vê rêbertiyê re bêdeng namînin; tiştên li dij vê rêbertiyê bên kirin ji bîr nake. Ne tenê ev nifş, nifşên bên jî jibîr nakin.  

DI DAWIYA DAWÎ DE WÊ EV HÊRSA GEL BITEQE

Tevî ku rastiyeke wisa ya rêbertiyê heye jî bi gotinên, 'ev mijar tê îstîsmarkirin' û hevdîtin tên astengkirin tê wateya acizkirina vî gelî. Desthilatdariya AKP’ê bi dijwarî û zextê; car caran jî bi daxuyaniyên dil rehetkirinê her çiqas dixwaze hêrsa gel asteng bike jî di dawiya dawî de ev hêrs wê biteqe; ti kes wê nikaribe vê teqîna hêrsê asteng bike.   

SÎNORÊ SEBRÊ YÊ GELÊ KURD HEYE, LÊ DEMA MIJAR RÊBERTÎ BE, EV GEL LI KESÎ GUHDARÎ NAKE

Di her mijarê de sînorekî sebr û tehemûla vî gelî heye. Lê belê dema rêbertî bû mijara gotinê, ev gel li kesî guhdarî nake û her astengiyê derbas dike. Vê rêbertiyê ewqasî bandor li hest û kurahiya jiyana gelê Kurd kiriye ji bo vê rêbertiyê dikare her tiştî bike. Dibe ku ji ber hin sedeman îro mîna pêwist dike çalakî li gor daxwazê pêk nehatine, lê belê dema rêbertî bû mijara gotinê wê çalakbûna xwe ya demokratîk û berxwadan xwe bipêş bixe. 

Desthilatdariya AKP’ê di her mijarê de êrîşkar e. Eşkere kiriye ku wê van êrîşan dijwartir bike. Her wiha tê gotin ku heta gerîlayê dawî ji holê bê rakirin, yanî heta îradeya gel bişike wê êrîş berdewam bikin. Li dij vê rewşê rêyeke bi tenê heye; ew jî berxwedan e. Di rewşa heyî de tu wateya gotina, 'em hêna di aştiyê de israr dikin' nemaye. Ji ber ku li dij vê êrîşkariyê aştî tenê û tenê bi berxwedana li her qadê dikare were sazkirin. Ji ber vê yekê jî gelê me û her sazî û dezgeh tenê û tenê divê bi berxwedanê re bibin yek."