Bayik: Kongre dê bendan hilweşîne

Bayik: Kongre dê bendan hilweşîne

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê bal kişand ser ji nû ve dîzaynkirina Rojhilata Navîn û destnîşan kir ku bi hêz derketina Kurdan ji vê pêvajoyê bi tenê bi yekitî û tevgera bi hev re gengaz e. 

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik di nivîsa xwe ya vê hefteyê ya li rojnameya Azadiya Welat de destnîşan kir ku, hin hêzên navneteweyî yên dixwazin kurdan bi kar bînin, hêzên herêmî ku naxwazin kurd li pêşberî wan bibin hêz û karibin polîtîkayên mêtîngeriyê bi rehetî bidomînin ji kongreya ku yekitiya kurdan wê saz bike bêzar in. Bayik bal kişand ser girîngiya lidarketina Kongreya Neteweyî ya Kurd û diyar kir ku Kurd bi yekitî û tevgera bi hev re dikare ji pêvajoya ji nû ve dîzaynkirina Rojhilata Navîn bi awayekî serketî derkeve.

Bayik der barê girîngiya lidarketina kongreya neteweyî de ev xal destnîşan kir:

"Kongreya Neteweyî ya Kurd heta 25'ê Mijdarê hat paşvexistin. Di demeke ku gelê kurd li benda lidarxistina kongreyê bû ji bo demeke ewqasî dirêj paşvexistina kongreyê bike neke gumana mîna, "Çima kongre ji bo demeke ewqasî dirêj hat paşvexistin" bi mirovan re çêdike. Ev rewşa derûnî nîşan dide ka daxwaza lidarxistina kongreya neteweyî li cem gelê kurd çiqasî bi hêz e. 
Ev çend mehên dawî dide xuyakirin ku ka bê kurd çiqasî dixwazin kongreya neteweyî pêk were. Bi taybetî pirsgirêkên têkildarî Rojava tên jiyîn ferz dike ka çiqasî pêwistî bi kongreyeke bi vî rengî heye. Jixwe tiştên li wir tên jiyîn, êrîşên li Rojava li dijî kurdan pêk tên nîşan didin ka ji bo kurdan kongre pêwîstiyeke ye. Niha rewşeke şer a mîna pêvajoya 1’emên Şerê Cîhanê heye. Rojhilata Navîn ji nû ve tê dîzaynkirin. Bihêz derketina kurdan ji vê pêvajoyeke tenê bi yekitî û tevgera bi hev re gengaz e. Pêkanîna vê yekê jî nerîna siyasî çi dibe bila be berpirsiyariya hemû kurdan e. Nexwe xeteriya ku di bin van pêşketinan de bimînin jî heye. Di rewşa wisa de tu destketî û derfet ne dibin ewlehî û misogeriyê de ne. 
Di vê demê de tirsa herî mezin a hêzên navneteweyî û hêzên herêmî yekitiya kurdan e. Bi taybetî hêzên ku dixwazin serdestiya xwe li ser kurdan saz bikin û vê serdestiyê bimeşînin bi tu awayî naxwazin kurd bibin yek. Axafinên neyînî yên Tayyip Erdogan ên der barê kongreya neteweyî de her wiha tê wateya nêzîkatiya dewlet û hêzên siyasî yên xwedî heman pozîsyonê ne. Axaftina Tayyip Erdogan radixe ber çavan ka kurd helwesteke çawa nîşan bidin. Bersiva herî di cih de ya kurdan a li dijî vê nêzîkatî û polîtîkayê bi awayekî serkeftî pêkanîna kongreya neteweyî ye. 

Dema ku mirov bi çavê gel li taloqkirina kongreyê binêre dibe ku taloqkirina wê ne di cîh debe. Lê belê her çiqasî hêzên derve bawer nedikin ku kurd bên cem hev û heta ji destê wan dihat dixwestin hatina cem hev asteng bikin jî dîsa çend meh in di rojevê de mayîn, meşandina guftûgoyan û sazkirina komîteya amadekar hawireke girîng a hest û nerînê bi xwe afirand. Êdî kongreya neteweyî ji bo gelê kurd û hêzên neteweyî yên kurd hedefek e. Rojeveke girîng a kurdan ev yek e. Derxsitina kongreyê ya ji rojevê jî êdî zahmet e. 

Hin hêzên navneteweyî ku dixwazin kurdan bi kar bînin, hêzên herêmî ku naxwazin kurd li pêşberî wan bibin hêz û karibin polîtîkayên mêtîngeriyê bi rehetî bidomînin ji kongreya ku yekitiya kurdan wê saz bike bêzar in. Ji ber ku yekitiya kurdan wê were wateya ji holê rakirina her cure lîstikên ku li ser kurdan tê meşandin. Polîtîkaya parçe bike, ji hev veqetîne û birêve bibe herî zêde li ser kurdan hatiye meşandin. Ereb parçekirî ne lê belê hebûneke wan a bi navê Yekitiya Ereban heye. Li cîhanê hemû civakên nêzî hev xwedî rêxistinekê ne. Her çiqasî ev yek di nav kurdan de sist be jî dîsa kurdan jî di nav xwe de yekîtiyek ne afirandiye. Dezgehên ku tevgera hevbeş pêk bînin saz nekirine. KNK'ê her çiqasî rewşenbîrê çar parçeyan û siyasetmedar anîbin cem hev jî xwestiye hebûna otorîteyeke ku yekitiya neteweyî pêk bîne û tevgereke hevbeş biafirîne. Hewldanên girîng hatine meşandin, bûye platformeke ku ji çar parçeyan gelek mirovên girîng li hev kom bibin. 

Divê ev xebat biçûk neyê dîtin; lê belê her roja derbas dibe valahiya kongreyeke ku hemû hêzên siyasî bîne cem hev û îradeya sazî û rewşenbîrên kurd ku wijdanê gelê kurdan nîşan bide tê hîskirin. Ji ber vê yekê ev valahî bi taybetî gel, rewşenbîrên welatparêz û saziyên demokratîk bêzar dike. Ev rastî bi xwe diyar dike ka kongre ji bo kurdan tê çi wateyê. Pêkneanîna yekitiyê ji bo kurdan bendeke derûnî ye. Dema ev bend bê hilweşandin wê hêza siyasî û têkoşîna kurdan bigihêje asteke nû. Hatina cem hev, di çend mijarên girîng de bi tevgera bi hev re jî wê gelek tiştan bi kurdan bide qezenc kirin. 

Dibe ku di destpêkê de di hemû mijaran de hemfikirînek pêk neyê. Ketina nava bendewariyeke bi vî rengî ne baş e. Lê belê li hev civîn, hevfêhmkirin û di çend mijarên girîng de tevgera bi hev re şik û guman tune ye ku destpêkeke ku encamên mezin bi xwe re bîne ye. Dawîlêanîna bikaranîna li dijî hev bi serê xwe wê gaveke gelekî mezin be. Ji ber ku rojane bi nûçeyên mîna, "di navbera vê partiyê û ya din de nakokî hene" hewl tê dayîn bi nûçeyan nîşan bidin ku kurd li dijî hev in. Bi van nûçeyan şerekî derûnî li dijî kurdan dimeşînin. Bi vê yekê re moralê gel tê xirakirin, baweriya wî tê lawaz kirin. Ji vî alî ve bê jî kongreya neteweyî wê encamên gelekî girîng bi xwe re bîne. Wê gelek neyîniyan asteng bike. Her wiha dema rewşa siyasî ya herêmê û rewşa parçeyên Kurdistanê li ber çavan were girtin wê were dîtin ku kongreyeke bi vî rengî dema pêk were wê gelek encamên girîng ên ji bo berjewendiyên gelê kurd bi xwe re bîne."