Bayik: Heta ku em agahiyekî ji Rêber Apo bigirin em ê di nav çalakiyan de bin
Bayik: Heta ku em agahiyekê ji Rêber Apo bigirin, divê bi ti awayî em nerawestin û cure îmkanên xwe bi kar bînin.
Bayik: Heta ku em agahiyekê ji Rêber Apo bigirin, divê bi ti awayî em nerawestin û cure îmkanên xwe bi kar bînin.
Hevserokê Konseyar Rêveberiya a KCK’ê Cemîl Bayîk, peyemekî bi dîmen ji bo 24. Festîvala Çanda Kurd şand.
Peyama Hevserokê Rêveberiya KCK’ê Cemîl Bayîk wiha ye:
"Dostên me yên bi rûmet, gelê me yê qehreman, hevalên hêjan,
Binavê Hevserokatiya Desteya Rêveber a KCK ez Festîvala we ya Çand û Hunera Kurdî pîroz dikim, silav û rêzên xwe pêşkêşî we dikim.
Bi vê wesîlê ez hemû şehîdên azadiyê bi bîr tînin û soza me daye wan dûbare dikim.
Wek tê zanîn em îro di rewşeke awarte re derbas dibin. Bi qasî xeteriyê, derfetên serkeftinê yên mezin jî derketine holê, heta em dikarin bêjin ku derfetên serkeftinê ji xeteriyê zêdetirin.
Îro di kesayeta Rêber Apo, tevgera Apoçî û gelê Kurdistanê de, li hemberî gelên herêmê kosepteke kirêt di dewrê de ye. Bi vê konseptê dixwazin li dijî Rêber Apo, tevger û gelê me siyaseta qirkirinê pêk bînin. Behsa Lozana duyemîn dikin.
Lazime gelê me vê konseptê baş fêm bike û li dijî xwe têbikoşe. Pûçkirina vê konseptê bi xwedîderketina li Rêber Apo mumkune. Baş tê zanîn ku heta niha me bi saya xeta Rêber Apo gelek serkeftin bidest xistin. Ji niha û pêve jî em ê bi Rêber Apo re biserkevin. Ji ber vê yekê lazime gelê me û dostên me xwe deyndarê Rêber Apo bibînin û vî deynê xwe di her şet û mercî de bidin.
Xwedîderketina li Rêber Apo, xwedîderketina li nirxên mirovahiyê ye. Di heman demê de xwedîderketina li paşerojê ye. Yê li Rêber Apo xwedî dernekeve, wê nikaribe lixwe jî xwedî derkeve.
Îro ti kes nizane bê Rêber Apo di rewşeke çawa de ye. Ti kes nizane bê 15'ê Tîrmehê li Îmraliyê çi qewimiye. Ji ber vê yekê, lazime em rojekê berî ya din, derbarê rewşa Rêber Apo de agahiyan bidest bixin. Lazime eşkere bibe bê 15'ê Tîrmehê li Îmraliyê çi bûye.
Ji bo zelalkirina rewşa Rêber Apo hin çalakî pêk tên. Bê goman ev çalakî baş in lê têrê nakin ku deriyê Îmraliyê were vekirin. Ji ber vê çendê lazime çalakiyên mezintir pêk werin.
‘JI BO AGAHÎ JI RÊBER APO BIGIRIN, HEMÛ ÇALAKIYÊN TÊN KIRIN MEŞRÛ NE’
Mafê gelê me û şervanên me yê rewa ye ku ji bo wergirtina agahiyan ji Rêberê Apo, çalakiyan lidar bixin. Lazime gelê me û dostên me jî, vê rewşê qebûl nekin. Tevî daxwaza gelê me û aliyên demokratîk jî, dewleta Tirk a faşîst deriyê Îmraliyê venake û nahêle bi Rêber Apo re hevdîtin pêk werin. Lewma divê gelê me û hêzên demokratîk, heta ji Rêber Apo agahî werin girtin pêwîste çalakiyên xwe dewam bikin.
Ji bo vekirina deriyê Îmraliyê çi pêwîste divê were kirin. Nabe ku gelê me bêje, em dikarin paşê jî çalakiyan lidar bixin. Divê yekser, anha ev çalakî pêk werin. Her roj ji bo me tê wateya zêdebûna metirsiyan.
Li Îmraliyê êrîş pêk hat. Li Îmraliyê girtin çêbûn. Ev yek fikarên me zêdetir dikin. Helwesta Dewleta Tirk ya derbarê mijarê de, gomanên gelê me û tevgera me zêde dike. Lazime em ji bo vekirina deriyê Îmraliyê her tiştî bikin.
Hewldana darbeya 15'ê Tîrmehê, ragihandina rewşa awarte, komkujiya Dîlokê, êrîşên li Hesekê û dagirkirina Cerablûsê di çarçoveya konseptekê de pêk hatin. Divê her kes rabe ser piyan û heta ji Rêber Apo agahî were girtin, rawestan çênebe.
‘JI BO KU ŞER Û KIRÎZ BILIND NEBE, DIVÊ HÊZÊN NAVNETEWÎ BIKEVIN NAVA TEVGERÊ’
Bi vê armancê ez bang li Raya Giştî ya Navneteweyî dikim, eger naxwazin alozî û şer zêde bibe, lazime zextên xwe li ser dewleta Tirk zêde bikin da ku rewşa Rêber Apo zelal bibe. Berovajî bila ti kes ne li bendê be ku ti gavên din werin avêtin. Divê baş were zanîn ku yekane rojeva me ev e.
Tê zanîna bajarê Cerablûsê ji aliyê dewleta Tirk ve hat dagirkirin. Hemû hêzên ku berê ne dixwestin dewleta Tirk bikeve Sûrî û Rojava, çawa bû di demeke kurt de ev biryar û helwesta xwe guhertin?.
Piştî hevdîrina van hêzan li Enqerê, dewleta Tirk ket Cerablûsê. Ev dagirkirin di encama lihevhatinekê de pêk hat. Ti mafê Tirkiyê tineye ku bikeve xaka Sûrî û Rojava. Ew nikare derbarê qedera Sûrî de ti biryarê bide.
‘LI DIJÎ DAGIRKIRINÊ MAFÊ ROJAVA YÊ XWE PARASTINÊ HEYE’
Divê ew hêzên ku maf didin Tirkiyê sînor derbas bike baş zanibin ku wê demê mafê Kurdan jî heye ji hemû beşan û derveyî welatê berê xwe bidin Rojava û li dijî dagirkeran Rojava biparêzin.
Ev mafekî Kurdan ê rewa ye. Eger dewleta Tirk di vê tevgera dagirkeriyê de bi israr be, wê demê gelê Kurd bi her şêwazê dikare li dijî Tirkiyê raweste. Eger nayê xwestin şer li Sûrî û Rojhilata Navîn gur bibe, wê demê lazime Tirkiyê ji xaka Sûrî û Rojava were derxistin.
Eger Dewleta Tirk bi alîkariya hin derdoran bikeve xaka Sûrî û Rojava, wê şer mezin bibe. Wê Kurd ji her deverê berê xwe bidin Rojava û Federasyon Bakurê Sûrî biparêzin.
Bi vê armancê, di serî de gelê me yê Rojava, ez bang li tevahiya gelê Kurdistanê dikim da ku li dijî dagirkeriya dewleta Tirk rawestin û li qadên siyasî, dîplomasî, civakî û leşkerî berxwedanê bilind bikin.
Di heman demê de ez bang li hemû gelên li Sûrî dikim da ku ji bo parastina yekpariya axa Sûrî bibin yek û li dijî dagirkeriya Tirk rawestin. Dewleta Tirk îro hewl dide bi siyasetên qirkirina Kurdan xwe ji têkçûyînê rizgar bike. Lê ev hewldan wê bê encam bimînin. Divê gelê me bi ti awayî fersendê nede dewleta Tirk ku bi rehetî êrîşî Rojava bike.
Armanca dewleta Tirk diyar e. Tirkiyê di şexsê Rojava de dixwaze tavhiya gelê Kurd ji holê rake. Ji bo bighêje armancê xwe jî, dixwaze pêşî Cerablûs, Minbic, Bab û Helebê bidest bixe.
Bi vî awayî dewleta Tirk dixwaze li ser hemû herêmên Rojava zextan bike daku tevgera Kurd teslîm bigre. Yanî plan dike ku herêmên Koban û Cizîrê jî bixe bin kontrolê. Lazime em ketina wan ya Rojava ji wan re bikin goristan.
Divê Kurd hem ji bo xwe û hem ji bo gelên herêmê erka têkoşîna li dijî dagirkeriyê bigre xwe milê xwe. Ji bo vê çi berdêl lazime be jî wê were dayîn. Gelê Kurd tenê bi têkoşînê dikare biserkeve.
‘XETERÎ MEZIN E, LÊ ÎMKANÊ AŞTIYÊ JÎ MEZIN E’
Xeter zêde ye, lê derfetên serkeftinê zêdetirin. Em ji bo serkeftinê dimeşin. Meşe me meşa azadiyê ye. Ji bo vê lazime hemû gelê me yekîtiya xwe ya netewî xurt bike.
Bi taybet divê gelê me yê li Ewrûpayê pêşengiya vê pêngavê bike û projeya yekîtiya netewa demokratîk pêş bixe. Heta niha gelê me li Ewrûpa bi roleke pîroz û girîng rabûye. Bi taybet ji bo piştgiriya bexwedana rêveberiyên xweser li Bakur û xwedîderketina li Rêber Apo û Rojava, gelê li Ewrûpa pêşengî kir.
Ji ber vê helwesta bi rûmet ez gelê me yê li Ewrûpayê pîroz dikim. Bi navê Rêber Apo û tevgera me, gelê Kurd yê li Ewrûpayê silav dikim.
Dubare ez 24'mîn Festîvala we pîroz dikim û di têkoşîn û xebatên we de serkeftinê dixwazim.
Ez dibêjim heta em ji Rêber Apo agahiyan bidest nexin lazime em bi ti awayî ranewestin û hemû derfetên xwe bikar bînin.
Di heman demê de lazime em bi hemû hêza xwe li dijî dagirkeriyê li Rojava xwedî derkevin .
Eger em li ser van esasn tevbigerin em ê li hemû beşên Kurdistanê biserkevin.
Bi van hestan ez careke din we hemûyan silav dikim û dibêjim