Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê beşdarî 'Bernameya Taybet' a Stêrk TV bû û bûyerên li Kurdistanê, Tirkiye û Rojhilata Navîn nirxand.
Bayik anî ziman, konferansa ku di 100 saliya Peymana Lozanê de hate lidarxistin, gelekî girîng e û destnîşan kir ku ji bo biryarên di konferansê de hatin wergirtin bi cih bêne anîn, Tevgera Azadiyê ya Kurd wê bi rola xwe rabe.
Bayik diyar kir ku dewleta Tirk di 8 salên dawî de di şerê dijî Tevgera Azadiyê ya Kurd de hemû derfetên xwe bi kar anî û got, "Li cîhanê, ne bawerim ku di vê astê de êrîş li hêzekê bê kirin û karibe li ser piyan bimîne. Di şerên cîhanê de ev çek nehatibûn bikaranîn. Eger li şûna PKK'ê hêzeke din hebûya, ne 8 salan, wê 8 mehan jî nikarîbû li ber xwe bidan. Li gel berdêlên giran ên ku me dane, me nehişt ku dewleta Tirk a dagirker bigihêje armanca xwe." Bayik serketina gerîlayên HPG û YJA Starê pîroz kir ku berxwedaneke dîrokî li dijî dagirkeriyê dikin.
Hevpyevîna Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik ku li Stêrk TV hate weşandin bi vî rengî ye:
Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan veguheriye êşkenceyê. Ev du sal in bi ti awayî agahî jê nayê girtin. Nerazîbûnên li dijî tecrîdê jî didomin. Herî dawî endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Sabrî Ok daxuyaniyek dabû. Hûn geşedanên dawî çawa dinirxînin?
Siyaseta li hemberî Rêber Apo ne tenê Kurdan, hemû mirovahiyê eleqeder dike. Lewma her roja derbas dibe li qada navneteweyî nerazîbûnên li dijî siyaseta li hemberî Rêber Apo jî zêde dibin. Herî dawî li Lozanê konferansek hat kirin, hin biryar hatin girtin. Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, hin bang hatin kirin. Dîsa beriya çend rojan li Belçîkayê sendîkayan, hin rewşenbîran û şaredariyan civînek lidar xist. Di wê civînê de wan jî ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bang kirin. Ez kesên ev bang kirine û di civînê de cih girtine pîroz dikim û silav dikim. Ew banga wan gelekî girîng e. Ez bawer dikim ku yên ev bang kirin, wê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêşengiyê bikin. Ji ber ku ew bi xwe jî bi salane li ser vî bingehî têdikoşin.
Hem bi konferansa Lozanê û hem jî bi civîna li Belçîkayê, rûpelekî nû vekirin, pêngavekî nû pêş xistin. Tevgera me jî wê di vê pêngavê de cih bigire. Di demek nêz de li ser vî bingehî em dikarin hin pêngavan bavêjin. Bi vê wesîleyê ez bang li gelê me yê li çar parçeyên Kurdistanê û li dervey welêt dikim. Divê her Kurdek ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertî di pêngavê de cih bigire û wezîfeya xwe pêk bîne. Her kes dizane ku li hemberî Rêber Apo şerekî pir qirêj tê meşandin. Zêdeyî du salin di bin tecrîda mûtlaq de ye. Eger dijminê dagirker bi siyaseta ku dimeşîne bigihije armanca xwe, wê qirkirina li dijî gelê Kurd bi encam bike. Ji xwe ji ber vê yekê ye li dijî Rêber Apo tecrîdek evqas giran tê meşandin. Dewleta Tirk a faşîst ti biryarek mirovî, exlaqî û hiqûqî nas nake. Lewma bi kêfî tev digere.
Li qada navneteweyî hêzên demokrasî û azadiyê nerazîbûnên xwe nîşanî vê siyasetê didin ku di şexsê Rêber Apo de li dijî gelê Kurd tê pêkanîn. Ji ber ku van nerazîbûnên xwe bi çalakiyan nîşa dikin, dewleta Tirk ji vê yekê ne rehet e. Dewleta Tirk girîngiya Rêber Apo ya ji bo gelê Kurd û mirovahiyê dizane. Lewma êşkenceya li ser Rêber Apo her roja ku derbas dibe, zêde dikin. Mesele hin rayedarên Tirk hene; hin axaftinên vale kirin. Ji Rêber Apo re gotin, “Eger tu daxwazên me qebûl nekî, em ê roj bi roj te bikujin.” Tûncer Kilinç (Sekreterê Giştî yê MGK’ê yê berê) wiha gotibû, “Li Îmraliyê her rojek mîna darvekirinê ye, em her roj wî darve dikin.” Li Îmraliyê bi temamî li ser vî bingehî siyasetê dimeşînin. Lewma divê li her qadê ji bo her kesê rojeva herî girîng azadiya fîzîkî ya Rêber Apo be. Eger rojev li ser vî esasî were avakirin, em dikarin siyaseta ku di şexsê Rêber Apo de li dijî Kurdan tê pêkanîn, pûç bikin. Wezîfeya me jî ev e.
Gelê me vê siyaseta ku dewleta Tirk dimeşîne, baş fêm dike. Dibêjin ku her roj cezayê disîplînê didin Rêber Apo, bi vî rengî ji serdana parêzer û malbatan re dibin asteng. Eger mirov bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê neke, nameyê nenivîse, gelo sûcekî çawa kiriye? Em ji vir jî fêm dikin ku bi temamî biryarên siyasî dimeşînin. Rêber Apo jî li dijî vê siyaseta qirêj berxwedanek dîrokî raber dike. Lewma dewleta Tirk dixwaze bi kîn û nefretê li dijî Rêber Apo encam werbigire. Ji bo ku dengê Rêber Apo negihije gel, tecrîdek evqas giran dimeşînin. Ez bawer dikim ku yên di Konferansa Lozanê û civîna li Belçîkayê de cih girtine, wê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêngavên nû pêş bixin û weke tevger em jî wê di vê pêngavê de cih bigirin. Em ê di rojên pêşiya xwe de jî vê yekê zelal bikin.
Dewleta Tirk beriya 8 salan 24’ê Tîrmeha 2015’an li dijî gelê Kurd û Herêmên Parastinê yên Medyayê car din êrîşeke mezin da destpêkirin. Ev êrîş 8 sal in bi rengekî bê navber dewam dikin. HPG’ê di daxuyaniya dawî dayî de, diyar kir ku PDK bi dewleta Tirk re li Xakurkê tevlî operasyonan dibe, li qadên din jî bi hêzên dagirker re tev digere. Şer niha di çi rewşê de ye?
Di têkoşîna me de ev 8 salên dawiyê gelekî girîng in. Helbet têkoşîna me di gelek pêvajoyên zehmet de derbas bû, lê 8 salên dawî şerekî hîn dijwartir heye. Artêşa Tirk hêza duyemîn a herî xurt a NATO’yê ye. Lewma NATO û hin dewlet çiqas çek hebin, didin dewleta Tirk. Di her warî de jî piştgiriyê didinê. Dema mijar dibe PKK û Kurd her cure çekê bi kar tînin. Ji çekên kîmyewî bigirin, heta çekên taktîk nukleer hemûyan bi kar tînin. Di 8 salên dawî de dewleta Tirk di şerê li dijî tevgera me dimeşîne de, hemû derfetên xwe bi kar anî. 24 saetan şev û roj êrîşî gerîla dike. Bi tank, top, balafir, çekên kîmyewî şev û roj êrîş dikin. HPG’ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku di rojê de zêdeyî 500 êrîş hatin kirin.
Ez bawer nakim ku di cîhanê de hêzek hebe evqas êrîş lê hatibin kirin. Di şerên cîhanê de ev çek nehatine bikaranîn. Armanca dewleta Tirk ew e ku pêngava qirkirinê ya li dijî gelê Kurd pêk anî, temam bike. Eger li şûna PKK’ê hêzek din heba ne 8 sal, 8 meh jî nedikarî li ber xwe bide. Ev jî rastiyek e. Hem Rêber Apo, hem gerîlayên PKK’ê, hem jî gelê Kurd 8 salin berxwedaneke dîrokî raber dikin. Ji ber ku berxwedanek mezin heye, em berdêlên giran jî didin. Ji ber ku têkoşîna ku em dimeşînin ne tenê ji bo me ye, di heman demê de ji bo hemû Rojhilata Navîn û mirovahiyê ye. Lewma berdêlên wê jî giran dibin. Tevî berdêlên giran ên em didin jî, me destûr neda ku dewleta Tirk a dagirker bigihije armanca xwe. Ji ber ku armanca wan ew bû ku di sala 100’emîn a Lozanê de PKK’ê tasfiye bikin û gelê Kurd di qirkirinê re derbas bikin. Lewma hemû derfetên xwe bi kar anîn. Lê li dijî vê yekê Rêber Apo, PKK û gelê Kurd bi lehengî li ber xwe da. Bi vê wesîleyê ez hemû gerîlayên HPG û YJA-Starê ku di tunel û araziyan de li dijî dagirkeran têdikoşin, şer dikin û berxwedaneke dîrokî raber dikin bi rêzdarî û hezkirin silav dikim, minetdariyên xwe pêşkêş dikin û serkeftina wan pîroz dikim.
LI KURDISTANÊ DU XET HENE
Li aliyê din rewşa PDK û Barzanî heye. Hemû Kurdên xwedî wijdan, ji ber rewşa ku PDK û Barzanî raber dikin, zehmetî dikêşin û xwedî bertek in. Ji ber ku PDK û malbata Barzanî bi dewleta Tirk re tev digere. Hemû derfetên xwe dixin bin xizmeta dewleta qirker û vê yekê jî weke tiştekî şaş nabînin. Dibêjin ku em nûneriya Kurdan dikin, em xizmetê ji Kurdan re dikin. Dewleta Tirk bi alîkariya PDK’ê ciwanên Kurd şehîd dike. Lewma divê gelê me têkîliyên PDK-Barzanî û dewleta Tirk baş fêm bike û binirxîne. Têkîliyên wan hîna jî dewam dike.
Di çapemeniyê de jî derket. Li Xakurkê dewleta Tirk û PDK li dijî gerîla operasyonê dikin. Dîsa li Zapê nasnameyên pêşmergeyan jê distînin û cil û bergên leşkerên Tirk li wan dikin. Bi vî rengî li gel leşkerên Tirk li dijî gerîla şer dikin. Leşkerên Tirk ji qereqolên Barzaniyan derdikevin û êrîşî hevalan dikin. Ew roja ku Konferansa Lozanê hatî kirin -ku konferansek neteweyî bû û armanca wê pêşxistina tifaqa neteweyî bû- Barzaniyan li gel dewleta Tirk li dijî gerîla operasyon lidar xistin. Lewma divê her kes rastiya vê yekê bibîne û fêm bike. Wateya wê çiye ku bi dijmin re dibin yek û li dijî gerîla operasyonê dikin? Divê her kes li ser vê yekê bifikire.
Li Kurdistanê du xet hene; yek xeta azadiyê ye, ya din xeta xiyanet û hevkariyê ye. Ti xetek din nema. Nabe ku Kurd li ser xeta xiyanet û hevkariyê cih bigire, nabe ku li gel dewleta Tirk cih bigire û nabe ku bi dewleta Tirk re bikeve nava xwîna ciwanên Kurd. Ti eleqeya vê bi Kurdîtiyê re tune ye. Divê gelê me jî vê rastiyê bibîne û li gorî wê helwest nîşan bide.
Di 100’emîn salvegera Lozanê de ji bilî PDK'ê hemû partî li Lozanê hatin cem hev. Li cihê ku peymana Qirkirina Kurd lê hatibû îmzekirin wêneyeke yekîtiyê dan. Hûn hatina cem hev a hemû aliyan çawa dinirxînin? Konferansa ku li Lozanê hat lidarxistin tê çi wateyê?
Konferansa li Lozanê di dîroka gelê Kurd de ji bo yekitiya neteweyî pêngavek e. Vê yekê ne tenê di nava gelê Kurd de, di nava gelên din ên li Kurdistanê dijîn, gelên xwedî baweriyên cuda de jî hêvî û bawerî çêkir. Lozan belgeya qirkirina Kurd, Ermenî, Sûryanî-Asûrî, Elewî û Êzidî ya beriya 100 salan e. Ev komployeke veşartî ye. Rêber Apo bi têkoşîna li dijî tifaqa Lozanê re hişt ku rastiya Lozanê were fêmkirin. Konferansa ku 100 sal şûnde li Lozanê hat lidarxistin rastiya Lozanê nîşanî cîhanê da. Kurdan diyar kirin ku tifaqa Lozanê tê wateya qirkirina Kurdan û ew vê tifaqê qebûl nakin û ew ê pê re nejîn. Wan ew tifaq têk birin. Konferansa Lozanê vê yekê îfade dike.
Dewleta Tirk û hevkarên wê ji bo ku konferans pêk neyê gelek hewldan kirin. Lê nekarîn pêşî lê bigirin, hêza wan têrê nekir. Ji ber ku berxwedana Kurdan li her çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat roj bi roj mezin dibe û dostên wan jî zêde dibin.
WÊ ROJÊ PDK-BARZANÎ TEVÎ TIRKAN OPERASYON LI DIJÎ GERÎLA KIRIN
Konferansa li Lozanê gelek girîng bû. Bi vê wesîleyê ez her kesên tevkarî li konferansê kirine, biryara konferansê girtine û xistine pratîkê pîroz dikim û silavên xwe radigihînim.
Karekî pir dîrokî kirin û xizmeteke mezin ji gelê Kurd û gelên din re kirin. Ji ber vê yekê xebatek pir girîng bû. Her kesî dixwest PDK’ê û Barzanî beşdar bibin. Ji bo vê yekê xebat jî hate meşandin. Di rojeke wiha dîrokî de xwestin ne li gel dijmin, dagirkeran, li gel gelê xwe bisekine. Daxwaza her kesî ev bû. Lê PDK’ê û Barzanî ji ber ku têkiliyên xwe û çarenûsa xwe bi dewleta Tirk ve girê didin beşdarî konferansê nebûn. Di konferansa Lozanê de yên ku yekîtî û azadiya Kurdan dixwazin hatin cem hev. Yên nehatin Barzanî bûn. Kurdan li Lozanê konferansek li dar dixist, PDK-Barzanî jî bi Tirkan re li dijî gerîla operasyonek lidar dixist. Gelê Kurd tifaqa Lozanê têk bir, lê PDK-Barzanî xwedî lê derket. Wateya rawestana wan a li gel dewleta Tirk û beşdarnebûna konferansê ev e.
DIVÊ PÊNGAVA XURT A DI KONFERANSÊ DE HAT AVÊTIN BÊ DEWAMKIRIN
Tifaqa Lozanê tê wateya înkar û îmhaya ne tenê gelê Kurd, hemû gelên din û baweriyên cuda yên Kurdistanê. Ji ber vê yekê gelê Kurd û gelên din ên li Kurdistanê dijîn, Peymana Lozanê qebûl nakin. Divê cîhan êdî vê yekê fêm bike. Biryarên ku di konferansê de hatine girtin girîng in, lê divê bên bicihanîn. Ne tenê biryargirtin, hewcedarî ye ku mirov şopdar be. Ji vê ne tenê PKK’ê, hemû gelên li Kurdistanê dijîn berpirsyar in. Dibe ku berpirsiyariya her kesî cuda be, lê divê her kes berpirsiyariyê bigire ser xwe û bi cih bîne. Yê ku li welat an jî li derveyî welat be çiqas hêza wan hebe, divê li gorî hêza xwe erk bigire û bi cih bîne. Divê her kes li hember welat, gel û mirovatiya xwe berpirsyariya xwe bi cih bîne. Divê tenê bi konferansê ve nemîne. Di konferansê de gaveke xurt hat avêtin û divê berdewam bike. Heta ku encam tê girtin, divê bi platforman an jî xebatên cuda bên bicih anîn. Ev erka her kesî ye.
EM AMADE NE TIŞTA JI ME TÊ XWESTIN BIKIN
Di konferansê de bang hat kirin ku azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Ocalan bê misogerkirin, Kurd di nava xwe de tifaqeke mezin pêş bixin û konferansa yekîtiya neteweyî pêk bînin. Weke hêza herî mezin a Kurdistanê bersiva we ji van bangan re çi ye?
Beriya her tiştî divê ez diyar bikim ku em hemû biryar û bangên di konferansa Lozanê de hatine kirin ji xwe re esas digirin. Em ê bi her awayî bibin alîkar da ku van biryaran bikeve pratîkê. Ji bo cîbicîkirina biryaran em ê erka xwe bikin, çi ji me were xwestin em amade ne bikin.
Biryara ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hatiye girtin gelekî girîng e. Ji konferansê hêviyên her kesî yên wiha hebûn. Ji ber ku Rêber Apo nûnerê gelê Kurd e. Gelê Kurd jî weke gelên din dixwaze bi azadî bijî. Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo şertê sereke ye ku gelê Kurd li xaka xwe bi nasname û çanda xwe azad bijî. Heta Rêber Apo ji Îmraliyê dernekeve azadiya gelê Kurd pêk nayê. Demokrasî ne tenê li nav kurdan, li Tirkiyeyê jî tu carî pêş nakeve. Yên ku dixwaze pirsgirêka Kurd çareser bibe, dixwaze Kurd azad bijîn, demokratîkbûna Tirkiyeyê dixwaze, divê li dijî tecrîda li ser Rêber Apo rabe. Eger li dijî vê dernekevin, li Kurdistanê azadî û li Tirkiyeyê jî demokrasi pêk nayê. Kesê ku ji xwe re dibêje ez demokrat, sosyalîst, hunermend, rewşenbîr, li dijî faşîzmê me, demokrasî û azadiyê dixwaze, divê vê esas bigire. Pîvana demokratbûn, sosyalîstbûn, Kurdbûn li dijî tecrîda li ser Rêber Apo derketine. Ji bilî vê ti pîvanek din nabe, divê kes xwe nexapîne. Ji ber vê yekê divê her kes ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo têbikoşe. Wê demê pirsgirêka Kurd wê çareser bibe, li Tirkiyeyê pirsgirêkên demokrasiyê çareser bibin.
EGER YEKÎTIYA NETEWEYÎ BI PÊŞ BIKEVE WÊ AZADIYA GELÊ KURD JI SEDÎ SED PÊK WERE
Biryareke din a mezin a ku di konferansê de hat girtin, avakirina konferansa neteweyî ya kurd e. Ev biryar jî pir girîng e. Di cîhanê de gelê ku bi qasî gelê Kurd parçe bûye, belav bûye, êşkence lê hatî kirin û koçber bûye, tune ye. Ti gel bi qasî gelê Kurd di bin desthilatdariya kesên din de nejiyaye. Ev rastiyek e. Lewma yekîtiya netewî ji bo gelê Kurd gelekî girîng e. Li cîhanê pir gel yekîtiya xwe ava kirin. Dibe ku hinek îstîsna mane. Di nav wan îstisnayan de gelê Kurd jî heye. Gelê Kurd parçe kirin. Wisa kirin ku Kurd bêyî hal hiştin. Dijminên Kurdan cesaretê ji vê parçebûnê digirin. Ger yekitiya netewî di nava Kurdan de pêş bikeve, azadiya gelê Kurd jî pêk tê. Ev ji sedî sed e.
Îro derfeteke baş ji bo Kurdan heye. Erê, rewşên xeternak hene, lê rewşek baş jî heye. Ger yekitiya Kurdan bi lezgînî pêk were, Kurd dikarin bigihîjin azadiya xwe. Lewma biryara di konferansê de hatiye girtin gelekî girîng û dîrokî ye. Divê hemû Kurd û heta hemû gelên li Kurdistanê dijîn, ji bo konferansa yekîtiya neteweyî di zûtirîn dem de pêk were, bixebitin. Ger yekitiya Kurdan pêş bikeve wê gelê Kurd bi ser bikeve û hêviyên wan pêk werin. Gelê Kurd bi salan e têdikoşe, bi yekitiya xwe ya netewî dikare ji vê têkoşînê encam bigire. Banga min ji her kesî re ew e ku li ser vê bingehê berpirsyariyên xwe bi cih bînin.
AKP’ê hemû siyaseta xwe bi 'Plana Hilweşînê' ya ku li dijî gelê Kurd xistiye meriyetê dimeşîne. Û niha jî ew di navbera NATO û Rûsyayê de diçe û tê. Dîsa li Erebîstanê jî hin hevdîtin pêk anîn. Hûn rewşa dawî çawa dinirxînin?
Weke ku tê zanîn faşîzma AKP-MHP’ê hemû gelên Tirkiyeyê birçî hiştin û mehkûmî xizaniyê kir. Em her roj di nûçeyan de vê yekê dibînin. AKP-MHP’ê li ser derew û demagojiyê siyaseta ferasetê dimeşîne. Gel bi van têgihiştinan dijîn. Bi vî awayî hewl didin ku rewşa gel a xirab veşêrin. Ji ber ku ew dizanin ku dema gel rastiyê bizane wê nikaribin li ser desthilatdariyê bimînin. Dîsa bi gotinên vala gel dixapînin. Qaşo terorîzm heye, cudaxwazî heye, kurd wê Tirkiyeyê parçe bikin, wê me tune bikin; Ji ber wê jî gel dixapînin û ditirsînin, dibêjin em xwe biparêzin û bi vî awayî li ser desthilatdariyê dimînin. Ew hêza xwe bi tevahî li ser bingeha şer dimeşînin. Siyaseteke wiha li derveyî Tirkiyeyê jî dimeşînin. Dibêjin dîroka me ya Osmaniyan heye, em ê erdên ku di serdema Osmaniyan de hebûn paşve bistînin.
Ji ber vê sedemê dewleta Tirk di qada navneteweyî de zêde nebûye xwedî qedir. Ji ber ku hemû derfetên xwe di şer de razandine, aboriya wan têk çûye, siyaset jî têk çûye. Ev jî li ber çavan e. Û fatureya vê yekê bi temamî bi gel didin dayîn. Her roj tişt tên bihakirin. Gel êdî her tişt ji bîr kiriye; ketiye derdê ka çawa bijî, çawa zarokên xwe têr bike. Bi zanebûn vê siyasetê dimeşînin. Armanc ew e ku bila gel li dû nanê xwe biçe da ku tiştên din ji bîr bike û AKP-MHP’ê bi vî rengî desthilatdariya xwe bidomîne. Siyaseta wan tam ev e. Ji nebûna muxalefetê jî li Tirkiyeyê sûd werdigirin. Muxalefetek ku vê polîtîkaya desthilatdariyê ji civakê re rave bike û civakê di vê mijarê de ronî bike nîne. Li Tirkiyeyê pirsgirêka sereke ev e. Ji ber vê yekê, Divê Tifaqa Ked û Demokrasiyê pirsgirêkên ku desthilatdarî afirandiye, ji civakê re rave bike û bide fêmkirin.
Divê li ser vê bingehê civakê bi rêxistin bike û seferber bike. Ji ber ku ji bilî Tifaqa Ked û Demokrasiyê ti muxalefeteke din a vî karî li Tirkiyê bike, nîne. Ev erk dikeve ser milê wan. Ger ku rastiyan ji gel re rave bikin, gel bi rêxistin bikin û seferber bikin, dê gel jî rabe ser piyan. Ji ber ku gel ji vê desthilatdariyê ne razî ye. Li hemberî wan bertekek mezin heye. Dema ku Tifaqa Ked û Demokrasiyê vê yekê pêk bîne, desthilatdariya AKP-MHP’ê nikare pirsgirêkeke ewqas mezin bi gelên Tirkiyeyê bide jiyîn. Bi taybetî jî her roj dem heye, zilmeke mezin li gel dikin. Pêdiviya gel bi ava vexwarinê heye. Ceyran û ava gel qut dibe. Dîsa li Kurdistanê her roj wesayîtên zirxî mirovên me şehîd dikin. Kes hesaban napirse. Feqîr feqîrtir bûn, dewlemend dewlemendtir bûn. Birçîbûn, talan û zilm roj bi roj zêde dibin. Ekolojî tê tunekirin.
DIVÊ GELÊN TIRKIYÊ FÊM BIKIN KU KRÎZ ENCAMÊ ŞER E
Min di çapemeniyê de dît; Diçin darên daristanê dibirin. Jinikeke 88 salî ji bo ku darên wê neyên birîn, dar hembêz kiribû. Jineke di wî temenî de jî birin. Jiyana mirovan tune dikin. Jixwe di destavêtinê de sînoran nas nakin, komkujî berdewam dikin. Hem li dijî jinan û hem jî li dijî ciwanan... Heroîn, fuhuş... Bi taybetî jî li Kurdistanê vê siyasetê dimeşînin. Li Kurdistanê jî sîxuriyê pêş dixin. Girtin û êşkenceya bê sînor didomînin. Lewma hêzên Ked û Demokrasiyê dikarin li ser van hemû pirsgirêkan bisekinin. Kî wan dike, armanca wan çi ye; divê ji gel re bê ravekirin û bidin fêmkirin. Dema gel vê rastiyê dibîne, ji xwe berê xwe dide çalakiyan. Divê her kes bizane ku desthilatdariya AKP-MHP’ê qels e. Xwe xurt nîşan didin, lê qels in. Ji ber ku pirsgirêkên li Tirkiyeyê roj bi roj zêde dibin. Krîzeke mezin heye; Ne tenê krîza aborî ye. Krîzeke mezin a civakî, siyasî, exlaqî heye û nikarin çareser bikin.
Armanca wan ew e ku bi çêkirina hin rojevên derewîn ji van krîzan derkevin. Loma jî her tiştî difiroşin. Tiştekî ku were firotin nemaye. Diçin gelek welatan û hewl didin vê krîzê bi pereyan çareser bikin. Bi vî awayî nikarin pirsgirêkan çareser bikin. Heta ku dev ji şerê qirêj ê li dijî gelê Kurd bernedin nikarin van pirsgirêkan çareser bikin. Divê hemû gelên Tirkiyeyê fêm bikin ku pirsgirêkên ku dijîn encama şerê li dijî Kurdan e. Ger dixwazin van pirsgirêkan ji holê rakin, bila ji AKP-MHP’ê re bêjin êdî bes e, vî şerî rawestînin. Divê ji desthilatdariyê re bibêjin, divê rastiya Kurd bê pejrandin, daxwazên Kurdan qebûl bike, siyaseta xwe ya li hemberî kurdan biguhere, pirsgirêkên xwe bi diyalogê bi kurdan re çareser bike. Ji bilî vê tu rê tune. Tirkiye bi awayekî din nikare ji vê krîzê derkeve.
Beriya 9 salan çeteyên DAÎŞ’ê li dijî gelê Êzidî komkujiyek mezin pêk anî. Gerîlayên HPG û YJA Starê xwe gihandin Şengalê û nehiştin ku komkujiyên hîn mezintir pêk bên. Bi wesîleya salvegera Fermana 74’emîn ku li dijî gelê Êzidî pêk hat, peyamek we heye ku hûn bixwazin bidin?
Heta roja îro 74 ferman bi serê gelê me yê Êzidî pêk hat. Armanca Fermana 74’emîn ew bû ku hemû Êzidiyan di qirkirinê re derbas bikin û tune bikin. Eger tam negihiştibin vê armanca xwe, ew bi saya PKK’ê ye. Ji ber ku PKK li dijî vê yekê bû asteng. Hîna beriya fermanê Rêber Apo talîmata divê hûn xwedî li gelê me yê Êzidî derbikevin dabû. Tevgera me jî li ser vî bingehî xwedî li gelê me yê Êzidî derket. Eger 12 hevalên me yên herî destpêkê çûyîn xwedî li gel derneketiba, piştre YPG-YPJ neçûba, hêza HPG’ê neçûba û ew korîdora mirovahiyê nevebiba wê gelê Êzidî di qirkirinê re derbas kiriban.
DIVÊ GELÊ ME YÊ ÊZIDÎ BI CESARET TÊKOŞÎNA XWE BIDOMÎNE
Gelê Êzidî ji dervey Şengalê nikarin li ti cihek din bijî. Eger gelê Êzidî îro hîna dikare li ser xaka xwe bijî, ew bi saya gerîlayên PKK’ê û mudaxeleya hêzên YPG-YPJ’ê ye. Ew mudaxele ji qirkirina Êzidiyan re bû asteng. Dixwestin bi temamî Êzidiyan ji Şengalê derxînin. Wê hinek qetil kiriban û yên din jî derxistiban. Eger ew mudaxele nebûya wê Êzidî tune biban. Ji ber ku piştî tu ji welêt û xaka xwe derketî, tu êdî nikarî bijî. Qirkirin ev e. Pêşî li xeteriyek wiha hat girtin. Gelek berdêl jî hatin dayîn. Di encamê de îro gel li Şengalê bi nasname, bawerî û nirxên xwe jiyana xwe didomîne.
Gelê me yê Êzidî îro ji beriya fermana 74’an bijî, bi hêztir e. Belê, êrîşên dewleta Tirk û Barzanîyan hene, ev nayê wê wateyê ku hemû pirsgirêkên wan çareser bûne. Pirsgirêkên gelê Êzidî hene, lê tevî hemû pirsgirêkan saziyên xwe hene, êdî dikarin xwe biparêzin. Li ser vê bingehê tifaq çêkirin. Ev tifaq pir girîng e. Ji ber vê jî divê hîn bêhtir bên xurtkirin. Divê ev tifaq ji bo Şengalê çareseriyekê pêş bixe. Ya ku ji wan tê xwestin ev e. Divê ji bo Şengal û gelê Êzidî statûyekê pêş bixin. Di wê tifaqê de ji bilî Êzidiyan gel û baweriyên din jî hene. Ger li ser vê bingehê bixebitin, Şengal dikare bibe xwedî statu. Bi vê boneyê ez şehîdên gelê me yê Êzidî bi rêzdarî bi bîr tînim. Eger ne ji wan şehîdan bûya, eger ew berxwedan nehatibûya nîşandan, dibe ku îro gelê Êzidî nebûya. Ne tenê rewşa Êzidiyan her wiha Kurd û gelên din ên li Rojhilata Navîn dikaribû cuda bûya. Lewma wê berxwedanê ne tenê ji bo Êzidiyan, ji bo gelên din û mirovahiyê jî nirx afirand. Ji ber vê yekê ez careke din gelê me yê Êzidî silav dikim, têkoşîna wan pîroz dikim û hurmetên xwe diyar dikim. Bila ji xwe bawer bin û tifaqa ku pêşxistine hîn xurtir bikin. Ger li ser vê bingehê bi biryardarî û cesareteke mezin têbikoşin wê bigihêjin armancên xwe.