Baydemîr: Em ê faşîzma AKP-MHP’ê bi hev re bidin sekinandin

Berdevkê HDP’ê Baydemîr di çalakiya nobetê ya li Îzmîrê axivî û got, “Em ê bi hev re faşîzmê bidin sekinandin.”

Nobeta Wijdan û Edaletê ya HDP’ê ligel ku polîsan asteng kir jî bi axaftina Berdevkê Partiyê Osman Baydemîr dest pê kir.

Baydemîr di axaftina xwe de ev tişt diyar kir:

“Piştî Amed, Stenbol û Wanê em hatin Îzmîrê. Ji bo her kes cihê û wekhev be, me got wijdan û edalet. Em ê bi wijdan û edaletê deriyê vê zindanê vekin, em ê faşîzmê bidin sekinandin. Faşîzm tiştekî wisa ye ku ji ronahî û heqîqetê ditirse. Ji dengan jî ditirse!

‘WÊ HEMÛ DADGER Û DOZGER BIBIN AKP’YÎ Û MHP’YÎ’

Ey AKP, bi vê ferasetê welat nayê birêvebirin. Nêzî 5000 dadger û dozger ji kar hatin avêtin, wê hemû dadger û dozgeran bikin AKP’yî û MHP’yî. Mafê parastinê jî ji holê rakirin. Wê edalet rojekê ji we re jî lazim bibe. Wê rojê em ê ji bo we jî bibêjin edalet û wijdan. Em ê neşibin we!

‘DIVÊ EM AGIRÊ LI DERSIMÊ BITEFÎNIN’

Divê em şewitandina daristanên Dersim û Cûdiyê bidin sekinandin, heke em nesekinîn em nikarin şewatên li Artvîn û Mûglayê jî bidin sekinandin. Li hemberî faşîzmê divê em mil bidin hev. Hêza 80 milyonan wê faşîzmê têk bibe.

‘DIXWAZIN KILIÇDAROGLÛ BIGIRIN’

HDP tu carî xwe dûrî îradeya gel nasekine. Fermo va ye meydan. Mesele îradeya gel be va ya Demîrtaş û Yuksekdag û şaredar di girtîgehan de ne. Di hedefa AKP-MHP’ê ne bi tenê HDP heye. Kesên ku qeyûm şandin ser şaredariyên Amedê, dixwazin qeyûm bişînin ser Îzmîrê jî. Yên ku Demîrtaş girtin dixwazin Kiliçdaroglû jî bigirin. Dixwazin parlementerên CHP’ê jî bigirin. Ji ber vê divê em li ser fikra demokrasî û azadiyê werin gel hev û bi vî awayî em dikarin faşîzmê bidin sekinandin.”